MÎT, cînayetên Parîsê û qetlîama Roboskî
Click here for the English version.
Türkçe yazı için buraya tıklayınız.
Di vê mehê de di nav du rojan de, di rojên 12 û 13ê Çileyê Paşînde, di derbarê cinayeta sê jinên Kurd ya li Parîsê (9ê Çileyê Paşîna 2013an) û qetlîama Roboskî (28an Berfenbar 2013an) de hin agahî hatin dîyarkirin. Agahîya herî muhîm ew bû ku tilîka MÎTê di van cinayetan de heye, di kuştina 37 kesan de bi awayekî çalak rol sitendiye.
Di derbarê cînayetên Parîsê de di Youtoube de qeydeke axaftina telefonê hat weşandin, di vê qeydê de Omer Guneyê ku wek qesas tê pejirandin qala plankirina cinayetê dike û dibêje ku yên ev cinayet saz kirine ajanên MÎTê ne. Ne qethî ye ku dengê di qeydê de yê Omer Guney e, lê hîn di vê mijarê de daxûyanîke ku vê yeke red dike derneketiye holê.
Qeydeke din jî ev bû; nivîskarê rojnameya Tarafê Mehmet Baransû hin dokument û tape weşandin ku MÎTê agahî daye ku endamê PKKê yê payebilind Fehman Huseyîn wê derbasî Tirkîye bibe. Bi îhtimaleke mezin ev agahî bûye sedemê qetlîama Roboskî ya ku 34 qaçaxçî tê de hatibûn kuştin.
Kar tev li hev dibe
Di serî de xerîb xwiya dike ku MÎT li pişt van qetlîaman be. MÎTê, heta havîna sala 2011an hevdîtinên Oslo yên ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan û şerrawestinê dimeşand, bi serokê PKKê Ocalan re hevdîtin çêdikir. Û ya ku li gor fermanên hikûmetê sererast li Hefsa Îmrali bi Ocalan re hevdîtin çêdikir (û hîn jî dike) jî MÎT bû. Ji bo ku tev li van qetlîaman bibe çi armancên MÎTê hebûn?
Bersîv, hek hun ji vê teorîyê bawer bikin, dijayetîya di navbera AKP û cemeta Gulen de di nav MÎTê de jî heye. Hîkmet Fîdan, di Gulana 1010an de bû musteşarê MÎTê (serokê MÎTê). Fîdan, merivekî pir nêzîkî Serokwezîr bû. Fîdan, di dema musteşarê berî wî Emre Taner de, di nav ekîba hevdîtinên Oslo yên ku di demeke nedîyar de dest pê kiribû de hebû. Tevgera Gulen jî li dij hevdîtinên bi PKKê re ye. Hewl dide ku li herêmên Kurdan yên li Tirkîyê hîn xurt be û difikiren ku hewldanên wan yên ku hêdî hêdî pêş dikevin wê bi lihevkirina hikûmet û PKKê re negîhêjin armanca xwe. Lihevkirineke wisa pir xwezayî ye ku wê populerîteya PKKê ya di nav Kurdan de hîn xurt bike. Cemeta Gulen ji ber vê yeke hewl dide ku bêyî hevdîtinê bi PKKê re ev pirsgirêk çareser bibe.
Piştî ku Hakan Fîdan bû musteşarê MÎTê, tê gotin ku tevgera Gulen dest bi tevdîrên tund kirin. Ji ber ku di her asta sazîyên dewletê de endamên vê tevgerê hene, em dikanin bawer bikin ku di nav MÎTê de jî endamên wan hene. Ev endamên vê tevgerê hewl dane ku rêvebirên wan bi PKKê re nikanibin hevdîtinên lihevkirinekê bimeşînin. Wek mînak, bi vê armancê cinayeta Parîsê ya sê jinên Kurd saz kirin, bi zaneyî îstîxbarata ku Fehman Huseyîn di nav qaçaxçiyan de ye da artêşê ku ev qetlîam pêk bê.
Dewlet çiqas zalim e
Li ser vê teorîya ku hîn nehatiye cîbicîkirin ya ku mi şaş û mat dihêle, ne tenê ji bo ku xwe bi hêztir bike lidarxistina qetlîamê ye, hemû hêzên di nav dewletê de dizanin ku her kes çiqas zalim e û li gor vê yeke stratejîyan ava dike.
Em di şerd û mercên îro de ji hîn nêzîk ve li vê teorîyê binerin. Di dawîya meha dawîn ya 2011an de, di dema qetlîama Roboskî de, li Tirkîyê bi taybet hestên netewperest pir gûr bûbûn. Ev, bi du sedeman pêk hatibû. Yek ji van ev bû; piştî hevdîtinên Oslo yên di havîna 2011an de bi dawî hatin, Erdogan cardin bi tevdîrên hovane li dij PKKê dest bi şer kir û cardin pirsgirêka Kurdan wek terorîzm dît û dîyar kir. Ya duyem jî ev bû; di Cotmeha 2011an de PKKê li Hekarî êrîşeke pir mezin li dar xist û di vê êrîşê de 20 esker hatin kuştin. Sîyasetmedaran sond xwaribûn ku wê heyfa vê êrîşê hilînin.
Ji ber vê yeke, gava ku agahîya ku Fehman Huseyîn wê derbasî Tirkîyê bibe derket holê, dewletê nexwest vê firsendê ji dest xwe birevîne. Li gor lêkolînên xwe yên di derbarê qetlîama Roboskî de min derxistiye holê, agahîyeke wisa bi awayê fermî ne bes e ku bibe sedemê destpêkirina êrîşeke eskerî û divê bi hin agahîyên din ve jî ev yek bihata erêkirin, lê hek kê ev agahî dabe jî, zanîbû ku di şerê li dij PKKê de dewlet guh nade rê û rêbazên fermî.
Hek bi rastî jî Fehman Huseyîn di nav vê grûbê de bûya! Erdogan wê ev qetlîam wek serkevtineke mezin pîroz bikira û kesên sîwîl yên ku di vê qetlîamê de hatibûn kuştin jî wek xisara şer an jî wek terorîst dîyar bikira. Di dawîyê de jî jixwe wisa bû, tenê kuştîyekî PKKyî yê ku vê dîtinê rast derxîne di nav vê grûbê de tunebû, lê ev çîrok ji raya giştî ya Tirkîyê ya ku mejîyê wê hatibû şuştin de hat gotin.
Gavên ber bi aştîyê
Ji bo kesên ku nedixwestin hevdîtinên di nav hikûmet û PKKê de cardin dest pê bikin, piştî qetlîama Roboskî her tişt li gor dilê wan qewimîn. Di şerê di navbera Tîrmeha 2011an û bihara 2013an de, li gor rapora Grûba Krîzê ya Navnetewî li hela dewletê 304 (esker, polis û cerdevan) kes, 533 endamên PKKê û 91 sîwîl (bi 34 kesên kul i Roboskî hatin kuştin re) hatibûn kuştin.
Lê, piştî havîn û payîza 2012an yên ku pir bi şidet derbas bûn, hevdîtinên di nav MÎT û PKKê de cardin dest pê kirin û ev hevdîtin di dawîya salê de ji raya giştî re hat îlankirin. Kelecanîyek derketibû holê: Hikûmetê cara yekem e ku hevdîtinên bi Ocalan re eşkere dianî ziman. Hat gotin ku di demeke kurt de PKK wê ber bi aştîyê hin gavên muhîm bavêje. Bi rastî jî wisa bû: Di pîrozbahîya Newroza 2013an de Ocalan banga bidawîanîna şerê çekdarî dîyar kir.
Kuştina Sakîne Cansiz (dameziranêreke PKKê bû) û her du aktîwîstên PKKê yên din Leyla Soylemez û Fîdan Dogan ya di 9ê Çileyê Paşîna 2013an de, pêvajoya aştîyê xera nekir, lê bi îhtimaleke pir mezin armanc ev bû. Di merasîma cenazeyên jinên Kurd ya di 17ê mehê de ne banga heyfhilanînê ya aştîyê derket pêş. Hewldanên ku ev cinayet ji dijayetîyên di nav PKKê de çêbûye, ji ber ku bi tu delîlan nehat parastin bi ser neketin. Wisa tê pejirandin ku Omer Guneyê ku ji teref polîsên Fransî hat girtin, netewperestekî Tirk yê ku li Ewropa bi awayekî veşirtî ketiye nav PKKê ye.
Hêla maseyê ya din
Hek, ez cardin dibêjim, hek, ev hemû rast bin dibe ku ev cinayet bidomin. Pêvajoya aştiyê ya di nav PKK û hikûmetê anuha ber bi encamekê naçe û di demek kurt de hêvî tüneye ku wê gavên ber bi çav bên avêtin, lê pêvajo bi awayekî fermî bi dawî nehatiye jî.
An jî, kesên ku naxwazin hevdîtinên bi PKKê re bidomin, dibe ku taktîkên xwe guherandibin û ji bo ku pêvajoya aştîyê ji rê derxînin dev ji kuştina Kurdan berda bin? Strarejîya wan a anuha ew e ku kesên li hêla maseyê ya din, MÎT û hikûmetê bêhêz bike be? Ya ku li paş şerê li dor gunehbarîya bêrêtî û bertîlan ev e?
Ev ne tenê bi rastbûna vê teorîyê re têkildar in, dibe ku berpirsîyarî li ser tevgera Gulen bimîne û hikûmeta Erdogan ji van sûcan xwe xelas bike. Tevî her tiştî jî, Erdogan berpirsîyarê Roboskî yê herî mezin e. Ev agahîya îstîxbarî ya pir lawaz, hek ji teref kê derketibe holê jî, di dema hikûmeta wî de bi xwestineke ji dil ji bo kuştina mirovan hatiye bikaranîn. Her çiqas Cemeta Gulen hewl dide ku ji bo pêvajoya aştîyê bixetimîne, bêrêtîyê hikûmetê derdixîne holê û hewl dide ku AKPê bêhêz bike jî, hek li sozên xwe xwedî derketibûya û bi bêrêtîyan re şer kiribûya, îro tu tiştekî derketa holê jî wê tunebûya.
Li ser agahîyên ku ji MÎTê derketine, tevgera Kurd ya sîyasî zêde nesekinî. Ji bo wan hemû pêşketin ne pir zelal in: Bi AKPê re pêvajoya aştîyê didomînin û her ku AKP bêhêz dibe ev pêvajo dikeve talûkê. Li hêela din, him BDP him jî PKK, ez bawer dikim ku naxwazin AKP di her şerd û mercan de desthilatdar bimîne. Têkoşîna Kurdan pêvajoyeke dûr û dirêj e û jiholêrakirina destkevtiyên (wek hevdîtinê bi Ocalan re) ku anuha bi dest ketine ne mimkun e. Li hela din, AKP jî hîn gavên ku qal dike neavêtiye. Hilbijartinên îsal yên herêmî û serokkamarîyê, hilbijartinên saleke din yên giştî ji bo AKPê dibe mane ku ji bo aştîyê tu gavên ber bi çav navêje. Bi AKPê re an bêyî AKPê ji bo çareserîya pirsgirêka Kurdan di asoyê de tu rê xwiya nake. Divê tevgera Kurdan wek ku heta îro kiriye, hek kî desthilatdar be jî bi wî re têkilîyan pêk bîne û li rêyekê bigere.
Lê BDPê li ser agahîyên derketin holê hin pirs ji Serokwezîr Erdogan pirsin û jê daxwaz kir ku – him jî gelek caran- lêpirsîn û raporên di derbarê qetlîamên Roboskî û Parîsê de ji raya giştî re veke. Ev tarîtî û nezelalî dibe sedem ku – bi armanca parastina dewletê- teorîyên komployî hîn pirtir di rojevê de bimînin û ji wan bê bawerkirin. Di eynî demê de dibe sedem ku dewlet bêyî ku bitirse kuştinên xwe bidomîne jî.
Hun dixwazin ku di her hefteyê de, çîrokeke ku bi hemû Kurdîstanê re têkildar e û li tu derê din nehatiye weşandin bixwînin? Di mehê de tenê 5 dolar. Bibin endamê projeya rojnamevanîyê ya min!
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!