Ciwanên Roboskî
For the English version, click here.
Türkçe yazı için buraya tıklayınız.
Kesên ku îsal beşdarî bîranîna Roboskî bûn ji sala berê pirtir bûn. Îsal rêya Hekarî wek sala din nehat girtin, ji ber vê yekê girseyeke mezin tev li bîranînê bû. Roja ku qetlîam di sala 2011an de bûbû jî wek ya îsal Şemî bû, ev jî bû alîkar ku pirtir kes bên Roboskî. Derveyî van her tişt wek berê bû –di salên pêş de jî wê wisa be. Hek bi lêkolîneke bi rêk û pêk rastîyên vê qetlîamê derkevin holê, wê gavê dibe ku êş û kedera malbatên kuştîyan siviktir bibin.
Cîyê dayikên cangorîyan her tim di çîrokên qetlîaman de muhîmtir e. Yên ku lawên xwe û mêrên xwe wenda kirine ew in. Yên ku bi wêneyên cangorîyên xwe yên bi photoshop hatinin xemilandin re dimeşin, disekinin û li herî pêş rûdinin ew in. Êş û kedera wan ji ya her kesî pirtir e.
Rûyên di wêneyan de
Navê ciwanên her du gundan, Bejuh (Gulyazi) û Roboskî (Ortasû) derbas nabe. Ji ber ku ew li hember mirina hevalên xwe, gundîyên xwe û hevalên xwe yên dibistanê hîn xurt, ciwan û zexm in navê wan derbas nabe. Dibe ku hêsirên ciwanan wek yên dayikan tesîrê li mirovan nake rewş wisa ye. Ciwan bi çalakvanîya xwe serî bi êşa xwe re derdixînin, ev yek jî li Tirkîyê wek alîkarîya PKKê û terorîzmê tê dîtin, sedema hîn muhîmtir jî ev e.

Ciwan li Goristana Bejuhê li kêleka agirê ku vêxistibûn disekinin, roja Înê, 27ê Çileyê Pêşin yê 2013an.
Tev li vê rewşê jî ciwanên ku temenên wan li dor deh salan in, di kar û barên bîranînan de pirtir cî digirin. Bîranîn roja înê gava ku roj çû ava dest pê kir. Ciwan li qada ku li kêleka goristanê bû civîyan, 34 cangorîyên qetlîamê li vê goristanê hatibûn veşartin. Ji lastîkên qamyonan agirek vêxistin. Du ciwan bi alîkarîya sîstemeke deng ve peyivîn. Ji bo ku ev bîranîn wisa muhîm hatiye dîtin û gelek kes beşdar bûye, spasîyên xwe anîn ziman û sond xwarin ku heta sûcdar neyên dadkirin wê nesekinin.
Ev ciwanên Kurd wek dayikan nagirîn. Ew xemgînî û hêrsa xwe bi muzîkê re, bi dirûşmeyan (Dewleta qatil hesab bide! Roboskî wê ji faşîzmê re bibe goristan! Serok Apo) re, bi îşareta serkevtinê (du tilîkên xwe wek herfa V vedikin) re û bi lastîkên tavêjin ser êgir re tînin ziman.
Piraya van ciwanan wek hevalên xwe yên di qetlîamê de hatin kuştin, bi qaçaxê alîkarîya debara mala xwe dikin. Dibû ku ew jî ji bo pereyê kompîturê bi dest xîne, ji bo çakêt an cotek pêlav bikire an ji bo ku alîkarîya malbata xwe bike di nav wan de bûna. Dibe ku wêneyê wan di destên dayikên ku diqîrîyan de bûya, rûyên wan di wan wêneyan de bûna. Jîyana bi vê rastîyê re tiştekî çawa ye?
Pêvajoya aştîyê
Roja din bîranîna fermî dest pê kir. Bîranîn, bi duaya meleyê herêmî dest pê kir. Çar parlamenterên BDP û HDPê –Selehattîn Demîrtaş, Gultan Kişanak, Sebahat Tuncel û Ertûgrûl Kurkçu- jî li wir bûn. Ji bo ku axavtivan bên dîtin platformek li ser çend dikanan hatibû çêkirin, her çar jî derketin ser vê platformê û peyivîn. Kurkçu di axaftina xwe de got ku, “Em îro cardin ji Erdogan dipirsin. Yê ku ferman da tu bû? Qatil tu yî?” Yê ku piştî çend deqeyan bersîv da jî Demîrtaş bû: “Yê ku fermana bombebaranê da Erdogan bû.” Wî di bîranîna yekem ya sala 2012an de gotibû, lê bi gotinên cüda: “Di vê qetlîamê de tilîka Erdogan heye.”
Qetlîama Roboskî di pêvajoya aştîyê ya di nav PKKê û hikûmetê de hîn jî bi awayekî fermî didome de roleke mezin nalîze. Lê bi awayekî sembolik be jî muhîm e. Serpêhatinên welatên din yên ku neheqîyên pir mezin lê pêk hatinin wisa dîyar dike: Gava ku rêvebirîya ku ev neheqîyên mezin kiriye ji holê radibe rê li ber dadkirina van neheqîyan vedibe.
Banga Edaletê
Li Yekşema bi Xwîn ya di sala 1972an de ya li Îrlandaya Bakur binêrin. Çardeh kesên ku bê çek tev li xwepêşandanê bûbûn bi sîlehên polîsan hatibûn kuştin. Ev qetlîam, gava ku sistema ku sedemê vê qetlîamê bû, di 1998an de bi Peymana Îna Pîroz ji holê rabû, hatibû dadkirin. Di sala 1976an de li Afrîkaya Başûr li Soweto serhildanek pêk hatibû, di vê serhildanê de herî kêm 200 xwendekar ji teref polîsan ve hatibûn kuştin. Ev qetlîam jî piştî ku rejîma nijadperest di destpêka salên nodî de ji holê rabû, hatibû dadkirin. Li Tirkîyê ji bo ku qetlîama Roboskî bi awayekî durust bê dadkirin û serokê hikûmetê lêborînê daxwaz bike, divê pêvajoya aştîyê bi lihevkirinekê biqede. Heta wê rojê bîranîn wê wek xwe dom bike; êş û kedera mirovan wê di dilê wan de bimîne û banga sîyasî ya ji bo edaletê wê her dom bike.

Vekirina abîdeya ji bo qetlîama Roboskî. Bi beşdarîya dayikên Roboskî û Gultan Kişanak ya berendama Şaredarîya Diyarbekir.
Wê şeve li kêleka goristanê cardin agirekî mezin hat vêxistin. Ciwan cardin li wir bûn lê vê carê piraya dayikan jî li wir bû. Li ser karton û keviran rûniştin, xwe ji herîyê sitirandin û li kêleka êgir rûniştin. Wêneyê lawên xwe yên hatibûn kuştin li ser sînga xwe digirtin. Ciwanan pêşengî kirin. Axaftin, stran û dirûşme.
Piştî du rojan, di 30yê mehê de li Diyarbekir ji bo bîranîna cangorîyên qetlîama Roboskî abîdeyek hat vekiriin. Gelek dayikên ku lawên xwe wenda kiribûn li wir bûn. Rûbera ku abîde nuxumandibû hat vekirin; dayikek bê hêvî çongên xwe danîne erdê, destên xwe rakirine hewa û dike hewar. Li dora wê li jor balafirên şer. Li ser platforma ku çong li erdê ne, navên 34 cangorîyan hatine nivîsîn.
Ji ciwanên Roboskî qet tu kes ne li wir bû. Ji bo wan Duşemeke normal bû û ew li dibistana xwe bûn. Dibe ku ji bo ku jîyana xwe baştir bikin dixebitîn. Wan ji bo pêşerojeke bi bawerî xwe amade dikirin.
Trackbacks & Pingbacks
[…] Ji bo nivîsa Kurdî li vir xînin. Click here for the English version. […]
[…] Ji bo nivîsa Kurdî li vir xînin. Türkçe yazı için buraya tıklayınız. […]
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!