Hek ne yên azadî pêk anîbin be wê kî bin?

3 Berfanbar 2013
Türkçe yazı için buraya tıklayınız.
For the English version, click here.

Prof. Aktayê ku endamê AKPê ye wisa peyivî: “Tiştekî wek nijadê Tirk tuneye.” Hin xwendekarên zanîngehê yên ku ev axaftin guhdar dikirin, pir hêrs bûn û ji salonê derketin. Aktay, piştî ku pirsgirêkên têgîna Tirkbûnê anîbû ziman ev tişt gotibû: “Tê gotin ku Tirk ji Asyaya Navîn hatine. Ev rast e? Hek em lêkolîn bikin, gelo çend bav û kalên me yên mezin ji wir hatine? Bi ya min nijadekî Tirk tuneye.”

Aktay rast dibêje. Nijad mîtek e. Tirk ji hêla genetîkê ve, bi qasî ku nijadekî din bin ji Çînî, Etyopyayî, Amerîkayî, Norweçî, Kurd û tu netewên din ne pir cuda ye, cudatîyeke pir mezin di nabêna Tirkan û van netewan de tuneye. Însan tenê însan e.

Bav û kal

Ev nayê wê wateyê ku Tirk tunene. Tenê dîyar dike ku nasname ne li ser hîmê DNA ye, li gor çand, ziman, mît û hin hêmanên din nasname dîyar dibe. Yê ku nasnameya Tirk çêkir Ataturk bû. Mîta gelê ku ji Asyaya Navîn hatiye û li Enatolya bi cî bûye bû alîkar ku gelê heta wê demê nebûye yek, di sala 1923yan de bi Komarê re yekîtîyekê ava bike.

Ez gelek caran li Tirkîyê ji însanan vê pirsê dikim; bav û kalên we ji ku derê hatine? Ez li gelek bersîvên ji hev pir cuda rast têm. Kokên kesên ku xwe Tirk qebûl dikin, digîhêje Misir, Sûrî, Bûlgarîstan, Arnavûtlûk, Gurcîstan, Yûnanîstan û hwd. Kokên Tirkan digîhêje herêma fireh ya li derdora wan. Min nedîtîye ku tu kesê Tirk dibêje ku bav û kalên me ji Asyaya Navîn hatine.

Piştî Şerê Cîhanê yê Yekem û Şerê Rizgarîya Tirkan sînorên nuh hatin xêzkirin û paşê jî biryar hat dayin ku Tirk li ser vê axê bijîn. Navê welêt jî bû Tirkîye û hemû nasnameyên din hatin înkarkirin.

Di vê demê de gelekî pir mezin yê ne Tirk û Misilman, Ermen jixwe hatibû qirkirin. Ji bo gelê din (Rûm) yê ku ne Tirk û Misilman e, bi Yûnanîstanê re peymanek hat çêkirin: Pevguherandina nifûsê. Em îro ji vê yekê re ‘paqijîya etnîkî’ dibêjin. Piştî wê demê Tirkan dest pê kirin ku bi hev re bijîn.

27-11-2013: Pîrozbahîyên PKKê yên Salvegera 35. (Foto: Fréderike Geerdink, ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.)

27-11-2013: Pîrozbahîyên PKKê yên Salvegera 35. (Foto: Fréderike Geerdink, ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.)

Grûbeke mezin ya din jî hebû ku ne li gor vî rismî bû: Kurdên ku xwedîyê ziman, çand û dîroka xwe. We dizanîbû ku eşîrên Kurdan, di dema Osmanî de serbixwe bûn, bac nedidan, ne mecbûr bûn ku zarokên xwe bişînin artêşa Osmanî? Ji ber vê yekê, Kurdan him di Şerê Yekem yê Cîhanê de, him jî di Şerê Rizgarîyê de bi Tirkan re şer kirin û ev yek ji bo Kurdan tiştekî muhîm e. Ji ber ku dîndar bûne fikirîne ku ew ê xelîfetîyê biparêzin û bi awayekî wekhevî bi Tirkan re li ser vê axê bijîn.

Kurdan, tu carî mafên ku heq dikirin bi dest nexistin, piştî ku Komar ava bû gelek zor û zilum dîtin û hatin înkarkirin, têgîna Kurdîtî ya ku em îro dibînin bi vî awayî çêbû. Ew êdî ne tenê grûbeke çandî û civakî ne, nasnameyeke wan ya sîyasî jî heye. Ev yek, piştî van deh salên dawîn, damezirandina PKKê (hefteya din salvegera 35. bû) û şerê çekdarî yê ku di sala 1984an de dest pê kir pirtir pêş ve ket. Berî van pêşketinan berxwedaneke Kurdan hebû, lê pirtirîn ji teref rewşenbîran ve dihat îdarekirin û qet tu caran nebûbû tevgereke girseyî. Lê aniha wisa ye.

Lehengên netewî

Di van çend deh salên dawîn de, tevgera Kurd gelek sazî ava kir û piraya hêmanên ku gelek bibe netew hatin avakirin.

Lehengên netewî yên wek Şêx Seîd (tevî ku serokatîya serhildaneke dînî ya 1925an kiriye jî, tevgera Kurd wî wek yekî netewperwer dibîne), Seyid Riza (tevî ku di salên 1930yî de serokatîya berxwedana li dij qetlîamê kiriye jî, tevgera Kurd wî wek serokê berxwedanê dibîne) û Abdullah Ocalanê ku damezirenêr û serokê PKKê ye hene, ev yek jî nasname û dîroka netewî hîn xurt dike.

Seyid Riza, Serokê berxwedana Dêrsimê, di sala 1937an de hat darvekirin.

Seyid Riza, Serokê berxwedana Dêrsimê, di sala 1937an de hat darvekirin.

Rojên bîranînê û cejnên netewî yên Kurdan hene (Newroz, roja ku Ocalan hat girtin ya di sala 1999an de, roja qetlîama Roboskî ya di 28ê Çileyê pêşîn yê 2011an de û hwd.). Ziman û çandeke Kurdan ya ku xwe her tim nuh dike û tevgereke xurt ya sîyasî heye. Kanalên TV û navgînên çapemenî yên Kurdan hene (ev kanal û navgînên çapemenî bi alîkarîya YE wek terorîzm tê dîtin û qedexekirin) û hêzên Kurdan yên çekdar yên ji bo parastinê hene.

Rêbazên ku Ataturk û yên piştî wî ji bo ku Tirkan bikin netewek, ji bo Kurdan ne pir watedar in. Cejn û rojên bîranînê yên Tirkan, rewşa Kurdan ya di nav civakê de tîne bîra wan. Zimanê ku ji teref Ataturk ve bi baldarî hatiye afirandin û sadekirin bi darê zorê li ser Kurdan hatibû ferzkirin. Artêşa Tirkan, bi awayekî zalimane ew qetil kirin, çapemenîya Tirk ew tune qebûl kir û sûcdar dîyar kir, sîyasetmedarên Tirk ji bo ku Kurdan ji hole rakin xwe berpirsîyar didîtin.

Damezirandina netewa Tirk, wek têgîna Tirk, ya ku dixwest ji holê rake derxist meydanê: Nasnameya Kurd ya pir xurt. Derveyî netewê xwe her tiştî di nav vê nasnameyê de dihundirîne.

Qebîle û eşîr

Erê, ez zen dikim ku hun çi difikirin: Lê di nav Kurdan de gelek cudatî hene û pir dûrî yekîtîyekê ne. Gelek zaravayên wan hene, bi qebîle û eşîran ji hev veqetîyane, serokên wan yên ji hev cuda hene. Erê ev rast e, lê ev yek nabe sedem ku Kurd nikanin bibin xwedî dewlet, ji ber ku dewleteke wan tuneye ewqas cudatîyên wan hene, ya rast ev e. Tirk jî berî sala 1923yan di vê rewşê de bûn. Lê pêşketinên wan bi tevayî berevajî ne: Tirkan piştî ku welatek bi dest xistin netewê xwe çêkirin, Kurdan jî berê netewê xwe ava kirin.

Di avakirina netew de devera herî dawîn Kurdîstaneke serbixwe ye, lê tevî ku Kurdîstana Iraqê û li Rojava, li Kurdîstana Sûrî hin pêşketin hene jî, Kurdîstaneke serbixwe hîn li asoyê xwiya nake. Astengên hêzên mezin hene. Lê Kurdên Tirkîyê, herî kêm dewleteke federe ya ku rêvebirîya xwe bike heq dike. Dewleteke federal ya ku biryara betlaneyên xwe yê giştî bide, ziman û dîroka xwe bi zarokên xwe bide hînkirin, bêyî ku ji polîsên Tirkan bitirsin cejn û rojên xwe yên bîranînê pîroz bikin û wek her netewî di parlamontoya xwe de mafên xwe yên demokratîk bi cî bîne heq dike. Ji bo hikûmeteke Kurdan ya otonom pêşnîyareke min heye: Divê seeteke herêmî ya nuh ji bo xwe bi kar bîne. Seeta Tirkîyê, qet ne li gor herêmê ye, bi taybet jî di mehên zivistanê de. Gava ku însan di xewê de ne hewa ronî dibe, lê piştî nîvro, seet di çaran de hewa tarî dibe.

Erdnîgarîya Kurdîstana Serbixwe.

Erdnîgarîya Kurdîstana Serbixwe.

Û erê, dengê we cardin tê guhên min. Gelek însanan ji min re gotin ku; Kurdîstaneke otonom ya di nav sînorên Tirkîyê de ne mimkun e ku azad û demokratîk be… Li gor vê dîtinê, PKK û sîyaset û sazîyên PKKê wê vê herêmê kontrol bike û wê destûrê nedin ku mixalefet pêk bê.

Dibe ku ev tirs, bi rêbazên Ataturk yên damezirandina netew re têkildar be. Tirk, van rêbazên Ataturk, di wan şerdan de pir maqûl dibînin. Kurd jî, hin rêbazên PKKê yên xedar yên ji bo têkbirina mixalefetê maqûl dibînin. Ji bo Tirkan, li welatekî ku piştî şerekî dijwar yê bûye sedema kuştina gelek mirovan avabûye, rêvebirîya hêzên eskerî û serokatîya Ataturk pir normal e. Ji bo Kurdan jî, rêvebirîya PKK, DTK û KCK ya li herêma otomom pir normal e. Derveyî ku yên azadîyê bi dest dixin, mafê kê heye?

Em hêvî bikin ku, PKK hîn zêdetir bi gelê xwe bawer be û ji artêşa Tirk ya ku nêzîkî sedsalekê pencên xwe ji ser Tirkîyê ranekiriye, zûtir rê li ber rêvebirîyeke demokratîk veke.

3 replies

Trackbacks & Pingbacks

  1. […] 3, 2013 Ji bo nivîsa Kurdî li vir xînin. Türkçe yazı için buraya […]

  2. […] ← Hek ne yên azadî pêk anîbin be wê kî bin? […]

  3. […] 3 Aralık 2013 Ji bo nivîsa Kurdî li vir xînin. […]

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply