Serdestîya Tirkan

For the English version, click here.
Türkçe yazı için buraya tıklayınız.

Hûrikên nên. Ez pêşnîyarên di pakêta demokrasîyê de yên ji teref Serokwezîr Erdogan hatin dîyarkirin wisa bi nav dikim. Kesê ku hêz di deste wî de ye herfên Q, W û X diavêje ber Kurdan û dipê ku Kurd bi wan herfan kêfxweş bibin. Gava ku mafê propagandaya sîyasî ya bi Kurdî dide jî zen dike ku qalikekî nên daye wan. Qalikekî nên! Û dibêje ma hun hîn pirtir dixwazin?

Em di serî de li pêşnîyarên ku Erdogan dîyar kirine binêrin.

Kurd wê êdî kanibin propagandaya sîyasî bi Kurdî bikin. Dadgeha Qanûna Esasî di Hezîrana 2012an de ji hikûmetê re gotibû ku vê mijarê di nav şeş mehan de çareser bike. Ev biryar, bi madeya 81. ya Qanûna Partîyên Sîyasî û bi madeya 117. ya ku cezayê tesbît dike re têkildar bû û li gor vê qanûnê di kar û barên sîyasî de bikaranîna zimanekî derveyî Tirkî qedexe bû. Dadgeha Qanûna Esasî biryar dabû ku madeya 117. li dijî qanûna esasî ye. Ji ber ku madeya qanûna esasî ya 38. tenê kes ji bo sûcan berpirsîyar didît û madeya 81. jî partîyên sîyasî berpirsîyar didît, Dadgeha Qanûna Esasî cezakirina kesan li dijî qanûna esasî dîtibû.

Ji bo ku hikûmet madeya 81. biguherîne du alternatif hebûn: An wê partîyên sîyasî ji ber zimanê ku di çalakîyên sîyasî de bi kar anîye berpirsîyar bidîta, an jî wê ev qedexeya bikaranîna zimanekî derveyî Tirkî ji holê rakira. Ji ber ku AKP qala pêvajoyeke demokratik dikir derveyî rakirina vê qedexeyê tu çareya wê tunebû.

Bi gotineke din, Erdogan ne ku ji dile wî hatiye ev qedexe rakiriye, tenê biryara Dadgeha Qanûna Esasî bi cî anîye.

Peyvên Kurdî

Peyvên Kurdî

Ya duyem jî herfên Q, W û X yên ku berê qedexe bûn serbest kirin. Di eslê xwe de ev herf bere jî bi awayekî eşkere ne qedexe bûn lê ji ber ku zimanê dewletê Tirkî bû û di Tirkî de ev herf tunebûn nedihatin bikaranîn. Erdogan, ev herfên Q, W û X wek “Azadîya Klawyeyê” bi nav kir. Bi awayekî ev yek stratejik e, lewra di Kurdî û klawyeyan de sê herfên din yên di Tirkî de tunin hene û ev herf di “Azadîya Klawyeyê” de tunin: Û, Î û Ê. Ji klawyeyan re azadî lê ji Kurdî re na. Li Ameda ku ez lê dijîm, bi navê helbestvanekî Kurd navendeke çandî ‘Cegerxwîn’ heye. Pejîrandina vî navî ya bi awayekî fermî piştî vê pakêtê jî ne mumkun e.

Bicîanîna qedexeya Q, W û X jî hîn ne qethî ye. Bi qasî ku tê dîtin ev herf wê nekevin nav elfabeya Tirkî lê bikaranîna wan wê ‘azad’ be. Derxistina qanûneke ku bikaranîna van herfan serbest bihêle mumkun e lê ev qanûn wê li dij madeya qanûna esasî ya ku Tirkî wek zimanê dewletê qebûl dike be. Hek dadek vebe Dadgeha Qanûna Esasî wê biryareke çawa bistîne, ez bi xwe jî meraq dikim.

Bi elfabeya Erebî Soranî

Ya sêyem, ev pakêt destûrê dide ku li dibistanên taybet perwerdeya bi zimanê zikmakî pêk bê. Pirsgirêk ew e ku hikûmet wê vê yeke çawa bi cî bîne, lewra li gor qanûna esasî ev ne mumkun e. Madeya 42. dibêje ku li tu sazîyên perwerdeyê derveyî Tirkî tu zimanê zikmakî nayê bikaranîn. Dibe ku hikûmet Kurdî wek zimanekî zikmakî bi nav neke, wek zimanekî biyanî bipejirîne û vê yeke bi cî bîne. Ji bo ku vê yekê bike, wek di vê gotarê de jî hatiye dîyarkirin (Tirkî), Kurdî wê wek zimanê welatekî din, ango ‘zimanê biyanî’ bê binavkirin. Ji ber ku Kurdî li Iraqê zimanê fermî yê duyem e wê wek zimanê biyanî bê pejîrandin.

Ji bo vê yeke çend pirsgirêk hene. Ya herî muhîm Kurdî zimanekî Enetolya ye. Zimanê zikmakî yê ji sedî 15-20ê nifûsa Tirkîyê ye û ji ber vê yeke jî ne zimanekî biyanî ye. Di pratîkê de zimanê fermî yê Iraqê Soranî ye, ango Kurdîya ku li Iraqê herî zede tê axaftin. Ev zarava ji Kurmancîya ku li Tirkîyê herî pir tê bikaranîn cüda ye, di eynî demê de Kurdî li Iraqê bi elfabeya Erebî, li Tirkîyê bi elfabeya Latînî tê nivîsîn.

Bi gotineke din, mafên ku Kurdên Iraqê bi dest xistine, ji bo ku li Tirkîyê van mafan (dibistanên dewletê jî din av de perwerdeya bi zimanê zikmakî) nedin Kurdan wek mizawirîyekê tên bikaranîn. Hek ev heşê ku bi îhtimaleke mezin wê ji teref hikûmetê bi cî bibe, bê şopandin, li dibistanên taybet yên ku Kurd wê zarokên xwe ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî bişînin, wê bi elfabeya Erebî Soranî hîn bibin. Ji bo vê yeke tene tiştekî baş heye, pirtûkên dibistanê wê ji Iraqê bên.

Demode û antî-demokratîk

Ji bo ku ev yek pêk bê rêyeke din jî heye; Kurd li Tirkîyê ne wek netew wek gelekî hindikayî bê pejirandin. Hek bi awayê hejmarî Kurd hindikayî be jî binavkirina wan ya wek hindikayî wê ne li gor berjewendîyên Kurdan be û wê tu xêra wê ji pêşketina pêvajoya aştîyê re jî tunebe. Heşmendîya dewleta Tirk ya hindikayîyan demode û antî-demokratîk e. Hindikayîyên li Tirkîyê heta îro li gor Peymana Lozanê ya ku di sala 1923yan de hatibû îmzekirin wek xêrî-mislum (Rûm, Cihû û Ermen) dihatin naskirin. Misluman qet tu caran wek hindikayî nehatin dîtin, lewra li gor netewperwerîya Tirkan ew hemû Tirk û Mislumanên Sunnî bûn. Ev yek dihat wê wateyê ku gelên etnîk (Kurd, Laz, Ereb, Çerkez…) û yên dînî (Alewî, Şîî..) ji mafên xwe bêpar bimînin.

Hûrikên nên

Hûrikên nên

Ev yek, ramana min ya ku pakêta demokratik ya ku Erdogan dîyar kiriye hûrikên nên in rast derdixîne. Ez vê yekê ji bo ku ez pirsgirêkê xerabtir bikim nabêjim, ji ber ku hikûmet ji guherandina qanûnên ku mafên her kesên ku ne Tirk û Mislumanên Sunnî ne înkar dike direve ez vê yeke dibêjim.

Nîşaneke vê yeke jî nivîsên min yên di derbarê Q, W û X de ye. Ji ber ku Kurdî tu caran bi awayekî taybet nehatibû qedexekirin, ev herf jî tu caran bi awayekî taybet nehatibûn qedexekirin. Ji ber ku hebûna Kurdî demeke pir dirêj nedihat pejirandin, zimanekî tune jî bi taybet nedihat qedexekirin. Piştî ku Tirkî wek zimanê dewletê hat pejirandin û li her derê di her demê de bikaranîna wê hat ferzkirin, zimanê Enetolya yên din nehatine pejirandin. Qanûna ku herfên Q, W û X serbest dihêle, ji ber ku di qanûna esasî de madeyeke ku Kurdî diparêze tuneye di her demê de mumkun e ku ji holê bê rakirin.

Ev hûrikên nên bere jî ji teref hikûmetê ve hatibûn avêtin; Wek TRT6 û fakulteya ‘zimanên dijîn’ ya Zanîngeha Artûklû. Ji ber ku ev jî bi qanûnan nayên parastin, hikûmet kîjan gavê bixwaze dikane wan ji holê rakin.

Pevgirêdana hemwelatî

Her biryara ku AKP ji bo Kurdan sitendiye bi awayekî mizawirî (an bê mizawirî) di nav sîstema qanûnî de cî negirt, vê sîstemê prensîba xwe ya sereke her tim parast: Serdestîya Tirkan.

Gelek caran tê gotin ku her kes li gor hiqûqê Tirkan wek hev in û ev yek bi xala 66. ya qanûna esasî hatiye parastin. Di vê xalê de ev tê nivîsîn: ‘Her kesê ku hemwelatîyê dewleta Tirkîyê ye Tirk e.’ Ev xal qebûl dike ku peyva ‘Tirk’ ne nijadî an qewmî ye nasnameya hemû hemwelatîyên Tirkîyê ye, nasnameyên din (etnik, çandî û dînî) yên kesayetî ne, dewlet bi wan re têkildar nabe.

Lê ev helwest ji teref qanûnên Tirkan yên din hatiye binpêkirin; Tirktî û Tirkkirin bi her awayî di pêşîya her tiştî de ne.Hek bi awayekî hîn sivik em bibêjin; sîstema hiqûqa Tirkan bi Tirktîyê bîhnê distîne û dide.

Ji bo vê yeke mînakeke piçûk di destpêka qanûna esasî de heye. Li vir ‘nirxên Tirktîyê yên dîrokî û exlaqî’ û ‘hebûn û berjewendîyên Tirkan yên netewî’ cî digirin. Ev yek hindikayîyên tên naskirin yên wek Rûm û Ermenan  li derve dihêle û hindakîyên hejmarî yên wek Alewî û Kuran jî bi darê zorê dixe nav Tirktîyê.

Jixwe min ev dizanîbûn lê qet tu caran min bi awayekî zelal serast nedikirin. Pirtûka Derya Bayira ku parêzger e ‘Di hiqûqa Tirkan de netewperestî û hindikayî’ (mînaka gava din jî ji vê pirtûkê hatiye sitendin) ji min re bû alîkar ku ez vê mijarê zelal bikim. Di vê pirtûkê de tê nivîsîn ku dewlet çawa ji cudatîyên etnik û dînî re qet xizmet nekiriye û ev yek jî ji felsefeya damezirandina netewperestîya Tirkan pêk tê. Bi perspektîfeke hiqûqî dîrok û rewşa îro ya hindikayîyên Tirkîyê bi awayekî berfireh dinirxîne, bi ya min ev pirtûk hêjayî xwendinê ye.

Li Stenbolê Dibistana Halkî Rûhban ya Heybelîada

Li Stenbolê Dibistana Halkî Rûhban ya Heybelîada

Ne tene mijarên ku bi Kurdan re têkildar in, hemû xalên din yên di nav ‘pakêta demokratik’ de ne, îspat dike ku AKP naxwaze kêmasîyên muhîm yên di hiqûqa Tirkan de ne çareser bike. Ji bo Alewîyan tene ev heye di pakete de; navê mezinekî wan Haci Bektaşî Welî wê li zanîngehekê bikin. Îsewî? Dêra Mor Gabrîel wê erde xwe yê dîrokî bi dest xîne; ev erd ji teref dewletê bi fen û fûtên hiqûqî ji wan hatibû sitendin, ji ber vê yeke dewlet mafekî naparêze, tenê wek dizekî poşmanîya xwe tîne ziman. Hek Dibistana Rûhban ya li Stenbolê bihata vekirin, wê wek pejirandina mafekî Îsewîyan bihata dîtin. Lê ji ber ku dewlet naxwaze ku ev yek bibe mînak vekirina vê dibistanê nepejirand û nexist nav vê pakêtê.

Jinên sergirtî mafekî ku azadîya wan bi awayekî muhîm zêdetir bike bi dest xistin. Jinên ku wek karmendên dewletê dixebitin wê êdî kanibin bi awayekî sergirtî bixebitin. Ji bo wan ez kêfxweş dibim, ez piştgirîya mafên wan dikim, lê ev xal jî dikane têkeve nav sîstema hiqûqê ya ku aniha li kar e..

Ji bo ku demokrasîyeke rasteqînî li Tirkîyê bi cî bibe, qanûna esasî ya nuh û li ser esasê hemwelatîyê çêbûye hewce ye. Heta ku ev sîstema li kar neyê guhertin, ev ‘pakêtên demokratîk’ tenê serdestîya Tirkan ya hiqûqî dipejirîne û heta hîn xurt dike. Lê komisyona ku ji bo qanûna esasî ya nuh amade bike qet tu gavan navêje. Heta aniha ji 172 xalan, tenê li ser 59 xalên ku bi Kurdan re qet ne têkildarin li hev kirine.

Rayedarê Dewletê

Çima ev komîsyon pêş nakeve? Lewra divê her 12 endamên komîsyonê wek hev bifikirin ku li ser xalekê li hev bikin. Ji her partîyekê 3 endam tev li vê komîsyonê dibin, ji çar partîyan 12 kes in. Sê endamên komîsyonê netewperestîya Tirkan temsil dikin, ji ber vê yeke ne mumkun e ku tiştekî berbiçav ji vê komîsyonê derkeve. Ev rewşeke wisa ye; Li Afrîkaya Başûr hek kesên Holendî xwedîyê wetokirina rakirina çalakîyên apartheîd be tu caran apartheîd ji holê ranabe.

Hek Erdogan rayedarê dewletê bûya, kesên ku qanûna esasî ya nûdem naxwazin nedixist nav komîyonê, bi kesên ji dil li vî karî xwedî derdikevin û pisporan re wê ev kar bikira. Lê Erdogan ne rayedarê dewletê ye, ew tenê sîyasetmedarekî baqil yê ku li hêz û hilbijartinên li pêş difikire ye. Pakêta demokratik careke din vê rastîyê derdixîne holê.

1 reply

Trackbacks & Pingbacks

  1. […] Türkçe yazı için buraya tıklayınız. Ji bo nivîsa Kurdî li vir xînin. […]

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply