Êş û derdên gelê Kurd
Yekî ku bihîst ku ez ê biçim ‘goristana şehîdan’ ya PKKê, wisa got; ‘ev ê cardin bibe şowa PKKê’. Ev yek wek şowekê nirxand, goristana şehîdan ya tevgereke sîyasî ya ku bi çek an bê çek gelek şehîd daye qet muhîm nedît. Ji vê hêlê ve PKK, ji Artêşa Tirk ya ku ji bo kesên xwe yên ku wenda kiriye û ji bo wan di şînê de ye an ji berxwedana Gezî ya ku Tirkîye hejand ne cuda ye. Lê li goristanan, yên tevgerên sîyasî û çekdar jî tê de, êş û keder jî hene. Êşeke ku di rêya demokrasîyê de pir zêde derdikeve holê û normal tê dîtin.
Di vekirina goristanê de, min qet hêsir nedît. Xemgînî jî tunebû. Rewşeke ‘têkoşînxwaz’ dîyar dikir. Gava ku tabût dihatin daxistin, sloganên bi hêrs dihatin gotin, paşê jî stranên gerîla bi fedekarî dihatin gotin û her kesê ku ez bi wan re dipeyivîm bi evîna têkoşînê dipeyivîn.
Goristanên girseyî
Ji bo wan goristaneke ku şehîd lê bên veşartin muhîm bû. Di demên berê de tenê li ser sînorê Tirkîye-Iraqê, li devera ku kampên PKKê lê hebûn û gelê sîwîl nikanîbû biçûya wê derê, li Qandîlê goristanên wisa dihatin çêkirin. Hin şervanên ku îro li vê goristanê tên veşartin, di salên 90î de hatine kuştin. Hin ji wan şervanan ji teref Artêşa Tirk di goristanên girseyî de hatibûn veşartin, hin ji wan jî ji teref hevalên wan hatibûn veşartin. Wek ku di vê gotarê de tê dîtin jî, cîyê mezel an goristanan her dem nayê zanîn û her roj goristanên girseyî tên dîtin. Gava ku nasname dîyar bibe, ev goristan ji bo veşartina şervanan cîyekî maqûl e.
Videoya ku di dema vekirina goristanê de min qeyd kiriye hun dikanin ji vir temaşe bikin:
Şoweke PKKê? Pir xwezayî ye ku armanceke sîyasî ya vekirina vê goristanê hebû. Wek encameke pêvajoya aştîyê PKK ji erdê Tirkîyê vedikişe, hikûmet hîn ji bo daxwazên Kurdan yên mafdar tu gavên berbiçav neavêtiye û PKK bi helwestên wisa dikane hêz û hebûna xwe bide qebûlkirin. Çend kesên ku ez bi wan re peyivîm, ev yek wek nîşaneya hêza gel nirxandin. Min ji wan pirsî ku vekirina vê goristanê nîşaneya ku li Tirkîyê hin tişt hatinin guhertin an na? Min got ku, ‘saleke berê ev yek qet nedihat xeyalkirin û aniha hikûmet destûrê dide vê goristanê’.
Wan ev nirxandina min bi awayekî qethî red kirin. Ev yek ne bi destûra hikûmetê, bi îradeya gel pêk hatiye. Jineke ku nexwest navê xwe bide wisa got; ‘Û hikûmet nikane me bisekinîne. Erê, ev perçeyekî vê pêvajoyê ye lê yê ku biryara rawestina şer û vekişînê daye jî Ocalan e. Van biryaran hêza gel xurt kir ku îro vê goristanê vedike. Artêş ji ber peymana pêvajoya aştîyê nikane tevbigere lê dikane çi bike ku?’ Û gotin ku, hikûmet jî mecbûr e ku li hember veşartina mirîyan bi rêzdarî tevbigere.
Alîyê berevajî
Lê li vir ji sîyasetê jî wêdetir tiştek heye. Pêvajoya aştîyê, hîn jî di meclîsê de nebûye sedema pêşketinên berbiçav. Aniha betlaneya havînê heye, pişt re jî di biharê de hilbijartinên herêmî hene, û ez di demeke nêzîk de ji hikûmetê gavên muhîm hêvî nakim. Ev nayê wê wateyê ku pêvajoya aştîyê têk çûye. Em dikanin vê yekê wek gaveke berevajî ya di pêvajoya pêşketinê de bibînin. Hek di nav dewlet û PKKê de şer cardin dest pê bike jî, (hek hikûmet hin gavan navêje ev yek her dem mimkun e. PKKê di hefteya borî de careke din jî Enqere haydar kir) naye wê wateyê ku her tişt hatiye wendakirin.
Lê gelek jîyanên din wê bi dawî bên. Her çiqas ez fahm dikim ku, ev rewşeke zor e û wê bibe sedemê gelek kuştinan, lê cardin jî ez nikanim vê yekê qebûl bikim. Wek yeka ku li vê herêmê dijî, digere, bi însanan re dipeyive ez nikanim tenê bi alîyê sîyasî li vê bûyerê binêrim.
Trawma
Ez bi mînîbusa endamên Şaxa Jinan ya BDPê çûm vekirina goristanê, di mînîbusê de ez bi jineke yextiyar ya ku lawê wê di salên 90î de tev li PKKê bûye re peyivîm. Lawê wê birîndar bûye û ketiye hefsê, di demeke nêzîk de pirtûka ku di hefsê de nivîsîye hatiye weşandin. Li goristanê, jineke 20 salî qala hevaleke xwe ya zaroktîyê kir ku derketiye ser çîyan û hatiye kuştin, got ku ‘êş û kederên gelê me pir in’.
Du hefte berê ez cardin çûm Qilabanê ya ku di dawîya sala 2011an de qetlîam lê çêbûbû. Ez bi malbateke ku lawê wan yê 15 salî di meha nîsanê de tev li PKKê bûye re peyivîm. Vî lawikî sê hevalên xwe yên herî nêzîk di vê qetlîamê de wenda kiribû. Serî bi vê trawmayê re dernexist û ji gund veqetiya û derket ser çîyan. Hek şer cardin dest pê bike ew ê jî jîyana xwe wenda bike? Ev şerê qirêj wê xortekî din jî ji malbat û gund bisitîne?
Ez nikanim vê rastîyê wek xisareke pêvajoya aştîyê ya bi pirsgirêk bibînim. Sîyaset, dest dide ser jîyan û kuştinên însanan û ez vê yekê her roj dibînim. Ne mimkun e ku ez ji nav vê ramanê mirovatîyê derxînim.
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!