Binpêkirina pêvajoya aşitiyê

Ji bo pêvajoya aşitîyê ya di nav PKK û hihûmetê de, di van mehên li pêş me de tu hewldanên muhîm xwîya nakin. Ev bi tevayî bi hilbijartinên herêmî (di Bihara 2014an de) û ya serokkomarîyê (di Payîza 2014an de) ve têkildar e. Kurd, ji bo vê aştî û mafên qanûna esasî bi hêvî ne, lê Kurd difikirin ku ev lîstikeke sîyasî be û ji ber vê yekê xemgîn û bêhêvî ne. Pêvajoyên wek yên Efrîkeya Başûr yên bi lez û bez, dilên Kurdan xweş dike, lê ew jî mînakeke bijarte (îstîsna) ye. Lê pêvajoyeke aştîyê, tenê ji gavên sîyasî pêk nayê. Ji bo ku ev pêvajo bi ser keve, hewldaneke cidî hewce dike. Hikûmet jî, tam berevajî vê pêvajoyê tevdigere.

Li Tirkîyê, di derbarê Kurdan de, di van salên dawîn de, guhertinên pir muhîm pêk hatin. Berî deh-panzdeh salan Kurd bi awayekî fermî tunebûn û zimanê wan hima hima bi tevayî hatibû qedexekirin. Di salên 90î de gundên Kurdan hatin şewitandin û valakirin, bi hezaran însan “ji holê wenda bûn”, gelek kesên sîwîl hatin kuştin. Hebûna pirsgirêka Kurdan hat înkarkirin. Û aniha, dewlet bi dijminê xwe yê herî mezin re, di nav dîyalogê de ye û hebûna pirsgirêka Kurd qebûl dike. Ev pêşketineke baş e.

Neyarê dewletê yê herî mezin.

Neyarê dewletê yê herî mezin.

Gelek însan, kanala TRT6 ya ku bi Kurdî weşanê dike û dersa hilbijartî ya di dibistanan de, wek pêşketinekê dibînin. Ez wisa nafikirim. Gava ku kanalên ku Kurd temaşe dikin, bi awayekî fermî hîn jî qedexe bin, kanaleke Kurdî ya dewletê nayê tu wateyê. Li hêla din, gava ku Kurdên ku ji derveyî Tirkî bi Kurdî baş dizanin dest bi mektebê dikin, Kurdî ji wan re tê qedexekirin û mecbûr dimînin ku tenê bi Tirkî bixwînin û binivîsin, û heta ku bên temenê xwe yên yanzdeh salî dikanin dersa Kurdî ya hilbijartî  hilbijêrin, ev yek li gor we jî ne rewşeke berevacî ye?

Ev yek dibe sedem ku, di qada navnetewî de bê dîtin ku, Kurd xwedîyê mafên xwe yên esasî ne, lê ev ne rewşeke rast e, rewşeke xapandinê ye.

Kampanyaya hilbijartinê

Kurd, ne li pê kurtîl û bertîlan e, guhertineke rastîn daxwaz dike: Perwerdeya bi zimanê zikmakî, qanûna esasî ya lîberal, hilbijartineke dadmendî, otonomîyeke herêmî. Ji bo ku ev daxwaz pêk bên, divê di sîstema dewletê de hin guhertin çêbibin. AKP û Serokwezîr, dikanin bi nûnerên Kurdan yên di meclîsê de û bi Ocalan re van guhertinan pêk bîne. Lê AKP xwe mecbûr dibîne ku guh bide wê girseya xwe ku rayên xwe dide AKPê. Hun biecibînin û neecibînin jî, pêkanîna vê guhertinê wê rayên kesên netewperest û dîndar xemgîn bike û Erdoxan wê hin rayên xwe wenda bike. Tu kes nikane ku, di rewşeke wisa de sîyasetmedarekî sûcdar bike.

Kurd, li agirbest û paşvekişîna PKKê ya ji Tirkîyê xwedî derketin û hêvî dikin ku dewlet di derbarê mafên Kurdan de hin gavan bavêje. Ev daxwazên Kurdan heq û demokratîk in, li hêla din li ber BDPê kapmanyaya hilbijartinê heye. Hek aniha hin gavên berbiçav neyên avêtin, ew ê bibe sedemê alozîyekê. Lê rastîyeke din jî heye ku, pêşketinek pêk hat, paşveçûn ne mumkun e û divê di demeke kurt an dûr de gavên hîn baştir bên avêtin.

Xetimandina rê

Mînaka vê yekê ya herî dawîn, meşa tevgera Kurd ya sîyasî ya li Diyarbekirê bû, Kurdan bi slogana ‘hikûmet gavê bavêje’ dest bi meşê kirin. Meşa ku ji avahîya BDPê ya bajêr dest pê kir, piştî qozîya ewil hat sekinandin. Polîsan rê birîbû.

Zilamekî birîndar (pî an milê wî hatiye şikandin) li ser betanîyekê dibin ambûlansê. Diyarbekir, 30 Hezîran 2013. Fotograf: Frederike Geerdink. Hun dikanin bitiqtiqînin û mezintir bikin.

Zilamekî birîndar (pî an milê wî hatiye şikandin) li ser betanîyekê dibin ambûlansê. Diyarbekir, 30 Hezîran 2013. Fotograf: Frederike Geerdink. Hun dikanin bitiqtiqînin û mezintir bikin.

Polîsan, piştî 20 deqeyan ji bo ku çalakvanên aştîxwaz belav bike dest bi ava pijiqîn û gazê kir. Herî kêm çar kes birîndar bûn. Berî ku şideta polîsan dest pê bike, min li axaftina Zubeyde Zumrut ya hevseroka BDPê û polîsan guhdar kir. Pirsgirêka sereke ew bû ku ev meş rê digire û di destên gelek çalakvanan de flamayên PKK û Ocalen hene.

Erê, rast e ku çalakvanan rê girtibûn. Tiştekî pir xwezayî ye ku gava meşek hebe rê wê bê girtin. Hek polîsan destûr bida ku ev meş dewam bike, rê wê di demeke kurt de bihata vekirin. Meşa sê hezar kesan çiqas domdike ku? Û erê, gelek flama hebûn. Polîs, hin caran vê yekê derveyî qanûnê dibîne, lê ji dema ku pêvajoya aşitiyê dest pê kiribû gelek caran qet li dij dernediket.

Kurdîstana azad

Girseya ku ji bo sê jinên Kurd yên di serê salê de li Parîsê hatibûn kuştin, li Diyarbekir civîyabû bînin bîra xwe. Wan însanan jî rê girtibûn û rismên Ocalan di destê wan de bûn! An jî hun dikanin li pîrozbahîyên rojbûna Ocalan yên li Xelfetîyê binêrin, hun dikanin li foto-roportajên min yên di Facebookê de binêrin, hun ê zen bikin ku Kurdîstan azad bûye. Di Newroza 21ê Adarê de alên PKKê û Ocalan herî zêde hatin kilkirin, hun dikanin van alên ku ji teref girseyeke bi sed hezaran dihatin kilkirin jî di Facebookê de bibînin. Polîs, di van hemû çalakîyan de li derveyî çalakîyan ma- û ya herî muhîm- qet tu bûyer pêk nehat.

Hikûmet çima aniha rêbazan diguherîne? Hek rê bide ku Kurd li gor daxwazên xwe bimeşin, tenê rayekê jî wenda nake. Kesên ku rayên xwe didin AKPê, bi saya medyaya di binê kontrola Erdoxan de ye qet ji van meşan haydar jî nabin. Hek polîs êrîş neke tu şidet jî çênabe. Di roja Yekşemê de bombeyên deng û kevir jî hatin avêtin, lê ev yek piştî ku polîsan anons kirin ku heta deh deqeyan hek gel belav nebe em ê ava pijîqîn û gazê bi kar bînin, dest pê kir. Bombeyên deng û kevir, ne sedemên êrîşa polîsan bû, meş bi xwe û al sedemên êrîşa polîsan bû. Çalakvanan piştî vê êrîşa polîsan dest bi şidetê kirin.

Qereqol

Tevgerên hikûmetê yên ji bo pêvajoya aştîyê qet tu bawerî û hêvîyê nade. Di van şeş mehên ku ev pêvajo dest pê kiriye de, helwesta hikûmetê wisa ye.

Çêkirin û nuhkirina qereqolên li Başûrê Rojhilat ji bo vê rewşê mînakên herî balkêş in. Bi mehan e ku Kurdên sîwîl li hember van avahîyan derdikevin. Devleteke ku dibêje ez aştiyê dixwazim çawa dibe ku hewl dide ku hêzên xwe yên eskerî xurt bike? Ev yek bawerîya Kurdan têk dibe. Ne tenê çêkirina van qereqolan, helwesta dewletê ya li dij berxwedana gel ya ji bo qereqolan jî vê bêbawerîyê hîn xurt dike.

Bûyerên Licê yên ji ber çêkirina qereqolê pêk hatin. 28 Hezîran 2013.

Bûyerên Licê yên ji ber çêkirina qereqolê pêk hatin. 28 Hezîran 2013.

Di roja Înê de, li Licê li hember çêkirina qereqolekê protestoyek çêbû û di vê çalakîyê de Kurdekî ciwan ji teref eskeran hat kuştin. Kevirên ku hatine avêtin li hêlekê bihêlin, dînamîkên din jî li hêlekê bihêlin, hek ev qereqol nehatibûya çêkirin ev yek wê pêk nehata. Û gelê Licê ev ne cara yekem e ku li dij qereqolan derdikeve, lê ev dijderketin heta ku yek neyê kuştin di medyaya sereke de cî nagire.

Divê em biprisin ku hikûmet çima di vê demê de van qereqolan çêdike? Çima di demeke wisa girîng de van qereqolan çêdike? Û di vê dema pêvajoya aştîyê de, hek qereqol neyên çêkirin AKP qet tu rayan wenda nake.

Cerdevanên nuh

Ji bo pêşxistina sîstema cerdevanan jî em dikanin eynî tiştî bibêjin. Li her deverên Başûrê Rojhilat cerdevan hene. Çima aniha? Çima dewlet hejmara cerdevanan zêdetir dike, alozîyê gûrtir dike, rê lê vedike ku hin însan hîn zêde ji îmkanên dewletê îstifade bikin û zor û zilma li ser gel pirtir bikin? Û cardin: Hek AKP cerdevanên nuh nestîne qet tu rayan wenda nake.

Hikûmet berî hilbijarinên muhîm qet tu guhertinên sîyasî çênake, ev yek ne tiştekî derî aqilan e, lê ev der Tirkîye ye û qet nayê fahmkirin ku li paş perdê çi tên kirin. Lê tu sedemeke maqûl ya ku pêvajoya aştiyê bê xerakirin jî tuneye.

Ji demeke dirêj ve ez hewl didim ku sedemê vê yekê fahm bikim, lê ez bi ser neketim. Tenê ev yek tê heşê min ku Erdoxan di derbarê aştîyê de ne ji dil e. Erdoxan hewl dide ku zorê bide Kurdan ku ew bibin sedemê xerakirina vê pêvajoya aştiyê. Lê bi vî awayî ew ê bigîhêje kîjan qonaxê, ew ê çi bi dest xîne? Pir eşkere ye ku xwîna ku wê berî hilbijartinê biherike, wê kêrî wî neyê.

Di heşê min de pirseke din jî heye: Gelo dibe ku ev çalakîyên ku polîs û bi taybet jî artêş dike, li derveyî kontrola Erdoxan be? Dibe ku stratejîyên ji bo qereqol û cerdevanan derveyî zanîn û kontrola Erdoxan bin? Ez nizanim. Hun dikanin şîroveyên xwe yên di derbarê vê mijarê de ji min re binivîsînin.

Wekî din tu rê tuneye

Divê hikûmet, di demeke herî kurt de li dij çalakîyên ku xisarê dide pêvajoya aştîyê tevdîran bistîne. Divê şideta li hember çalakvanên aştîxwaz bi dawî bîne, çêkirin û restorasyona qereqolan bisekinîne, hejmara cerdevanan zêde neke. Ev yek, nabe sedemê wendakirina rayên AKPê; wê bibe sedem ku Kurd hîn zêdetir ji dewletê bawer bikin û bê şik bi dewletê re bin. Ev yek, ji bo ku pêvajoya aştîyê bi awayekî baş bimeşe jî pir muhîm e. Ew dem wê bê. Divê pêvajoya aştîyê dewam bike. Wekî din tu rê tuneye.

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Discover more from Fréderike Geerdink

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading