Kela berxwedanê

Bajarê Başûrê Rojhilatê Tirkîyê yê herî mezin Diyarbekir ku piraya nifûsa wê Kurd e, li gor Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi awayekî balkêş pir sehal e, li van bajaran polîs bi tundî êrîşî gelê ku mafê xwe yê civîn û xwepêşandanê bi kar tîne kir. Kurd, ji bo çi tev li protestoyên li dij hikûmetê nabin? Ew jî azadîya xwe dixwazin, ne wisa, wê gavê Kurd çima bi Tirkan re serî hilnadin?

Li gor min, protestoyên li dij hikûmetê ne şerê wan e. Têkoşîna Kurdan, di 1984an de bi şerê PKKê dest pê kir û piştî vê têkoşînê hest û heşmendîya Kurdayetî pêş ket û şer hîn gûr bû. Dewleta zordest û otorîter ji bo Kurdan ne tiştekî nuh e. Ji sala 1923yan ya ku Komar hat avakirin û vir ve, Kurdan hemû metodên hikûmet û dewletê yên têkbirina serhildanan nas kirin.

Grûbên marjînal

Berxwedanêrên Stenbolê (û yên Enqere, Îzmîr û gelek navendên din-ji bo ku hîn rehet bê xwendin ez ê qala yên din nekim) bi vê rastîyê re rûbirû bû. Helwesta polîsan, derewên çapemenîya Tirk ya sereke, gotınên Serokwezîr Erdoxan yên wek; “pêxwas, grûbên marjînal, serserî” ji bo kesên ku tev li vê berxwedanê bûn pir ecêb xwiya dikir.

Şideta polîsan ya li Stenbolê, 31-05-2013.

Ez hîn eşkere bibêjim. Polîs bi awayekî pir zêde gaza îsotê bi kar tîne, guleyên gazê rasterast ber bi însanan diteqîne, bi qesdî wan birîndar dike. Di çapemenîya Tirk de protesto bi awayê ku Erdoxan dixwaze cî digirin, mijara protesyoyê bêrûmet dike, qala şideta polîsan nake, Erdoxan û nûnerên AKPê ji ekranan dernaxîne, lê qet deqakê jî cî nade kesên ku tev li çalakîyên protestoyan dibe. Erdoxan, kesên ku tev li protesyoyan dibe wek “êrîşkar û pêxwas” bi nav dike, ev jî dîyar dike ku kesên li pê Erdoxan çiqasî jê bawer dikin. Ev yek, dibe sedem ku kesên ku li bajarên piçûk dijîn, ji gotinên Erdoxan bawer bikin.

Lê Kurd vê rewşê baş nas dikin. Wan, di dema borî de ev yek bi awayekî pir xedartir dîtin û jîyan. Gava ku hun qala ‘Serhildana Kurdan’ bikin, divê hun heta salên 1925an biçin. Ev ne serhildaneke netewperwer ya Kurdan bû, bi armanca ku xilafet bi dawî nebe dest pê kiribû, lê dewletê fahm kiribû ku ji êdî pê ve wê çawa li dij serhildanan derkeve; ev serhildan bi şideteke tund û daliqandina serokên serhildanê bi dawî hat. Serhildanên piştî vê jî bi awayekî wisa hatin têkbirin.

Kesên li Îzmîrê sax man

Ji bo ku di salên 1937-1938an de, Kurd bi awayekî hovane bên kuştin, serhildan jî ne hewce bû: Qetlîama Dêrsimê, bi armanca nasnameya Kurdan binpê bibe hatibû kirin. Ji teref Mistefa Kemal Ataturk, serokê otorîter yê wê demê hatibû destpêkirin û rêvebirin. Em dikanin vê bûyerê bişibînin vê yekê; Hikûmeta Erdoxan, Îzmîr û derdora wê ji cîhanê tecrît dike, li vê derê rêveberîya awarte dîyar dike, serokên laîk û gelek jin, mêr û zarokan dikuje. Hin grûbên piçûk yên ji vê qetlîama Îzmîrê xelas dibin jî, li navçeyên dîndar tên bi cî kirin ku, di nav demê de laîkbûna xwe ji bîr bikin û ji holê rabin.

Rêvebirên Kurdan bi girseyî tên girtin, Sermawez 2011.

Piştî ku serhildana Kurdan ya dawîn, berî 30 salan dest pê kir û vir ve, hemû hikûmetên Tirkîyê hewldan ku bi şidetê vê serhildanê têk bibe. Ne tenê bi PKKê re şer kirin, bi gel jî re şer kirin. Cinayetên derveyî edaletê, girtinên girseyî, îşkence, însanên ku ji holê hatin rakirin, înkara çand û nasnameya Kurdan, her ku çi bê heşê we, Kurdan ew dîtin û jîyan. Û çapemanîya Tirkan qet qala van tu tiştan jî nekir an jî her tişt wek gunehên terorîzmê dîyar kir.

Ya herî balkêş jî ev bû ku, hemû Tirkan ji van derewan bawer dikirin. Çamepenî û sîstema dewletê, gelê Tirk perwerde dikir ku, PKK rêxisteneke terorîst e, şideta li hember Kurdan tê bikaranîn jî ya li dij terorîstan e. Piraya Tirkan ne xwestin ku rastîyên Tirkîyê bibînin, çapemenîya Kurdan bişopînin û biçin herêmên ku Kurd lê dijîn bibînin. Lê anuha, ew kesên ku tev li xwepêşandanan dibin, dibînin ku ev dewlet derewan li wan dikin. Çapemenî li ser derewan weşan dikir. Dibêjin ku em ne êrîşkar in, em tenê hewl didin ku nasnameya xwe biparêzin. Ji bo wan ev bû zengilê lixwehaybûnê.

Ev zengilên lixwehaybûnê, wê van kesên dest bi berxwedanê kir nêzîkî Kurdan bike? Divê ez bibêjim ku, ez ji vê yekê pir bawer nakim.

Kesên ku li Stenbolê tev li serhildanê bûn ji hev pir cuda bûn, lê alîyekî wan ê muşterek heye: Daxwaz dikin ku Serokwezîr Erdoxan îstifa bike. Daxwaza ku herî pir tê ziman ev e. Ev daxwaz, ji daxwazên Tevgera Kurdan pir cuda ye; ew daxwaz dikin ku dewlet bê guherandin. Ji bo piraya kesên ku tev li berxwedana Stenbolê bûn, dewlet pîroz e. Kesên ku herî tund li dij Erdoxan derdikevin, ew kesên ku Kemalîzmê diparêz in û Kurd ji wan qet hez nakin. Bi rastî jî, her ku protesto pêş ve ket, rismên Ataturk û alên Tirkîyê hîn zêdetir bûn. Gava ku ez dibînim ku ew li pê jîyana xwe daxwazên xwe derdixin pêş, hek Erdoxan çiqasî biqehire jî, ez bi awayekî matmayî dikenim.

Tunebûna piştgirîya Tirkan

Ev yek, tê wê wateyê ku Kurd piştgirîya çalakîyên Qada Taksîmê nakin? Na. Kurdên Diyarbekir yên ku di van çend rojan de ez bi wan re peyivîm (pastexane, park, çayxane, serokatîya BDPê ya bajêr û hwd) gotin ku em piştgirîya Taksîmê dikin. Hin ji wan, ji ber ku tev li vê berxwedanê nebûnin û derdê wan parve nekirine dilgeş in, lê wek gotina yekî ku ez pê re peyivîm “her dem bi têkoşîna gel re ne.”

Mîtînga piştgirîyê ya li Diyarbekir. Şemî, 2 Hezîran 2013. Fotograf: Elif Akgül.

Di roja Şemîyê de him li vir, him jî li Mêrdîn, Wan, Agirî û li gelek deverên din meşên piştgirîyê çêbûn. 1000-1500 kes tev li van meş û xwepêşandanan bûn, Meral Daniş Bektaş û nûnerekî sendîqayê daxwiyaneke çapemenî dîyar kirin. Ev mîtîngeke sembolîk bû, ne derketina jixweber ya kuçeyan bû, ne jî tevlêbûna ruhê Stebolê bû. Ev yek, derveyî tevgerên wan yên bêrexwdanê bû.

Ev tevgera berxwedanê, rastîya jîyana Kurdan dîyar dike. Rojnameyên Kurdan bixwînin. Wek mînak, Ozgur Gundema vê hevteyê wisa nivîsîye: Hestîyên gerîlayên PKKê yên di demeke nêzîk de hatine kuştin, hatine teşxîskirin. Li Diyarbekir, Konferansa Jinan ya Rojhilata Navîn çêbûye. Ji bo sê jinên ku li Parîsê hatine kuştin, festîvaleke çandî dest pê kiriye. Dayikên Şemîyê, ji bo aqûbeta zarokên xwe kom bûnin. Ji bo hefsîyên nexweş yên ku ji meha Sibatê vir ve 4 kes ji wan mirinin civîna çapemenî çêbûye. Çar Kurd, ji ber ku endamên rêxistina terorîst in û propagandaya wê kirine bi 96 salan hatine mahkûmkirin. Di dada KCK de 34 xwendevan bi 6-13 salan hatine cezakirin. Di derbarê zarokên di hefsê de yên ku hatine tacîzkirin de belavokeke çapemenî heye. Di derbarê pêvajoya aştîyê de jî, ji bo helwesta hikûmetê nûçeyek heye. Grewa birçîbûnê ya ji bo tevgerên di hefsan de yên nebaş bi dawî hatiye. Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî jî di rojnameyê de nûçeyek heye. Rûpela serî û du rûpelên hindurîn ji bo xwepêşandanên Stenbolê hatine veqetandin, di van rûpelan de li ser dîtinên sîyasetmedarên Kurd yên ku piştgirîya van çalakîyan dikin hene. (Ozgur Gundem, li seranserê welêt tê firotin, bi awayekî rojane hun dikanin bixwînin û agahdar bibin.)

Şîyarbûna teze

Kurd, di berxwedanên xwe de tev li Tirkan nabin, lewra anuha tevgereke wan a xurt û organîze heye. Ji bo rêvebirî û stratejîya serhildanan xwedî tecrube ne. Ji rêyeke dûr dirêj hatin û hîn jî rêyeke dirêj li ber wan e. Çawa dikanîbûn bi vê şîyarbûna teze ya li Stenbolê re serî hildan? Nîşaneya vê yekê ya herî baş di pankarta Diyarbekir ya roja Şemîyê de tê dîtin: “Ji kela berxwdanê Diyarbekir, hezar silab ji Taksîmê re.”

Divê ev yek jî bê gotin ku, Tevgera Kurd di demeke pir muhîm de ye. PKK, li ser lihevkirineke bi Hikûmeta Tirk re ji Tirkîyê vedikişe bakurê Iraqê. Rewş pir hesas e û hemû teref hewl didin ku li gor vê tevbigere. Sedema ku polîsan mudaxeleyî meşa piştgirîya Taksîmê ya li Diyarbekir nekir jî ji ber vê rewşê ye. Yekî ku di nav meşê de bi ken û hesta serkeftinê wisa got: “Çima polîs gaza îsotê navêjin ser me? Ev pêvajoya aştîyê ya bela Xwedê! Hek anuha astengan derxînin dizanin ku encam wê pir xerabtir bin.”

Hek Hikûmeta AKP, piştî berxwedana Stenbolê biçe, wê ji bo Kurdan xerabtir be? Min ji însanan re got ku, dibe ku ev dawîya pêvajoya aştîyê be? Lê Kurd ji AKP bawer nakin, ji xwe û ji tevgere xwe bawer dikin. Kurdekî ev rewş wisa anî ziman: “Hek Hikûmeta AKP biçe, bila pêvajoya aştîyê jî bi dawî bê. Têkoşîna me wê dewam bike. Demokrasî, li Tirkîyê ji bo her kesî hewce ye, ne tenê ji bo me Kurdan.”

1 reply

Trackbacks & Pingbacks

  1. […] attention to just some good pieces in English I saw flashing past: Frederike Geerdink in Diyarbakirexcellently explained why Kurds feel detached from the Istanbul excitements – a perspective that shines real light on […]

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Discover more from Fréderike Geerdink

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading