Piştî pênc sed rojan
Di serî de ez rewşa wir tarîf bikim. Ez jî di nav de em 35 kes, li dereke çîyayî li kêleka rê rûdinin. Li hêla me ya çepê, tam li cîyê ku rê ber bi rastê dizîvire erebeyeke zirxî, banteke sor û spî, têla bi dirî, tabelaya ‘herêma qedexe ya eskerî’ û barîkata ji bîst personelên eskerî pêk dihat hebûn. Li jorê vê derê li serê çîya herî kêm sed însanên ku 500 roj berê merivên wan bi bombebarana dewletê hatibûn kuştin, hewl didan ku di ser barîkatê re derbasî qada bîranîna merivên xwe bibin.
Plan hêsan bû; malbatên 34 kesên ku di 28ê Çileyê Pêşîn a 2011an de di qetlîama Roboskî de hatibûn kuştin wê bimeşîyana cîyê qetlîamê û jibo bîranîna roja pêncsedemîn ya qetlîamê 34 mêxik danîna wir.
Ev 34 kes, gava ku çûbûn qaçaxê hatibûn bombebarankirin. Karê qaçaxê piştî bomberanê û heta îro jî dewam dike. Li vê herêmê tu karekî însan bike zêde tuneye, Roboskî (Ortasu) û Bejuh (Gülyazı) ewqas nêzîkî sînor e ku, ji bo însanên vê deverê karê herî maqûl karê qaçaxê ye û bi dehan sal e ku vî karî dikin.
Gel li Roboskî hatin ser hev, derdora rê bi mînîbus, erebe, traktor û romorkan tije bû. Jinên ku pankart di destên wan de bûn, du kîlometreyên rê bi peyatî derbas kirin. Paşê ya ku dihat texmînkirin pêk hat, artêşê rê girtibû. Ji rêvebirên Komeleya Mafên Mirovan yê herêmê du kes û parêzgerekî hewldan ku ji bo ku malbat di rêya xwe re biçin eskeran razî bikin, lê bi ser neketin. Ji erebeya zirxî hat gotin ku, ji bo qencîyê bi gel bikin destûrê nadin ku malbat di vê rêyê re biçin, li vê herêmê mayin hene û xeter e. Gel ev anonsa eskeran protesto kir.
Paşê, çend ciwan ji nuşka ve ber bi hêla rastê dest bi revê kirin, di xaçerêyekê piçûk re di derdora barîkata leşkerî re ber bi çîya hilkişîyan. Hin esker ber bi wan revîyan lê paşê vegerîyan cîyê xwe, eşkere bû ku ji bo ku însan derbas bibin ferman hatibû. Paşê yên din jî dan pê ciwanan, hemû dayik û hevjînên kesên ku hatibûn kuştin tev li vê grûbê bûn.
Min ji bo ku wêneyan bikişînim hinekî da pê wan, lê ez negîhiştim heta kevirê li ser sînor. Çûyina wê derê wek derbaskirina sînor ya derveyî qanûnê tê pejirandin, di vê rewşê de ez ê biketima herêma eskerî ya qedexe. Gava ku hemwelatîyên Tirkîye vê yekê bikin bi cezayekî pereyî xelas dibin, lê yên wek min ne hemwelatî ne dikanin derxînin derveyî sînor, ji ber vê yekê min biryar da ku nekevim nav vê talûkeyê. Yên ku zarokên wan yên piçûk hebûn, yên nikanîbûn di wî çîyayî re rapelikin û yên nedixwestin ceza bibin an jî bên girtin bi min re man.
Piştî demeke kurt, me ew grûba ku ji me veqetîyabû li ser girê ku kevirê sînor lê ye wek kuklayên reş yên piçûk dîtin. Seet yekê piştî nîvro bû û tu kesî nizanîbû ku ji êdî pê ve wê çi bibe. Ji ber ku telefon li herêma em lê bûn nedixebitîn, me nikanîbû bi telefonê bi grûba li ser sînor bipeyivîyana. Ji me re tenê mabû ku em li kêleka rê rûnin û bisekinin. Ez jî perçeyekî wan bûm.
Piştî du seetan helîkoptera artêşê derket holê. Di eslê xwe de her dem herî kêm helîkopterek xwiya dibû, lê anuha helîkopterek li ber me daket erdê û ji hindurê wê 35 esker wek ku diçin şer derketin. Di wê gavê de min his kir ku ez fîlmekî surrealîte temaşe dikim. Li wir tenê rêyek hebû ku ber bi me dihat, esker jî ber bi me direvîyan, gundîyekî ciwan yê ku ji qetlîamê xelas bûbû, derîyê zevîyê ku li derdora helîkopterê bû ji bo ku esker derbas bibin vekir. Helwesta dostanî ya gelê vir her caran min şaş û mat dihêle.
Eskeran barîkat derbas kirin û di wê xaçerêya ku malbatên kuştîyan tê re çûbûn ji ber çavên me wenda bûn. Hat fahmkirin ku, kesên ku derveyî qanûnan sînor derbas kirine wê bên girtin. Di navbera artêş û nûneran de hevdîtin cardin dest pê kir. Ji bo ku plana vê grûbê fahm bikin, destûr dan du gundîyan ku biçin cem grûba ku li ser kevirê sînor e. Piştî ku gundî du caran çûn û hatin eskeran soz dan ku wê tu kesî negirin. Lê grûba ku li jor bû, ji vê sozê bawer nekir û got ku em ê heta seet şeşan li vir bimînin û divê esker berî vê seetê ji vir veqetin. Dirûşmeyên ku digotin li devera ku em lê bûn dihatin bihîstin.
Eskeran paşê gotin ku hek ev grûba li vir ji vir derkeve em ê jî ji vir derkevin. Piştî hin niqaşan grûbê ji bo ku pêşnîyara eskeran test bike biryar da ku çend sed metreyan ji wir dûr kevin û li wir bisekinin. Ji vê derê erebeya zirxî û barîkat nedihat dîtin, lê grûba ku li ser çîya bû dihat dîtin. Dirûşmeyên vê grûbê li gelîyan olan vedida.
Û tam seet di şeşan de grûba li jor dest bi daketinê kir. Piştî bîst-sî deqeyan grûb gîhaşt me. Artêş li soza xwe xwedî derketibû û tu kes nehatibû girtin, lê li gor gundîyan sozeke ku dabû û bi cî neanîbû hebû: Ji bo ku bên naskirin û di rojên pêş de derxînin dadgehê hemû bi kamerayan hatibûn tesbîtkirin. Ji ber vê yekê kesên ku ji serê çîya daketin rûyê xwe bi paç û şaxên daran veşartibûn. Yên ku di kamerayan de tên keydkirin û naskirin divê 2000 TL (850 Euro, 1100 Dolar) ceza bidin, lê mecala gundîyan tuneye ku ewqas pere ceza bidin.
34 mêxik gîhaştin ber kevirê li ser sînor. Xemgînîya bavekî ku lawê wî di vê qetlîamê de hatibû kuştin pir zêde bû, telefona lawê xwe dîtibû û ji herfên sereke yên navê lawê xwe ew telefon naskiribû. Barîkata ku ji bo rê li ber vê bîranînê bigire êdî ji holê rabûbû. Di vê hefteyê de karê qaçaxê wê cardin dest pê bike. Wek her car, ji bo bazirganîya derveyî qanûnê destûr wê bê dayin. Lê bîranîna gel ya kuştina bi desteyan însanên wan wê cardin qedexe be.
Hemû wêne yên Fréderike Geerdink in. Ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin. Hun dikanin di Facebook Kurdish Matters de hîn zêde fotoyan bibînin.
Trackbacks & Pingbacks
[…] de bên fahmkirin (hun dikanin gotareke ku bi Îngilîzî hatiye nivîsin ji vir bixwînin) û li rûyê Serokwezîr ray û ramanên xwe bînin ziman, ez hêvî dikim ku ev hevdîtin kêrhatî […]
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!