Li gor gelê Diyarbekir rêya aştîyê

Zilamekî yextiyar wisa dibêje: ‘Divê PKK ji Tirkîyê derkeve.’ ‘Çima? Lewra ew zarokên me ne.’ Temaşevanên civîna Mirovên Aqilmend herî pir vê axaftinê diecibînin û li çepikan dixin. Li salona ku li gor 375 kesan bû, herî kêm 500 kes beşdar bûn. ‘Mirovên Aqilmend’ yên ku li gor armancên hikûmetê hatin hilbijartin, ji bo ku pêvajota aştiyê bînin ziman nehatin, ji bo ku li gel guhdar bikin hatin.


Mirovên Aqilmend li paş maseyê ne. ‘Tu kes ji aştîyê wenda nake. Mirovên Aqilmend bi gel re dipeyive.’ Civîn ji teref Platforma Wakfên Diyarbekir hat çêkirin, ji her endamê komîsyonê re çefîyek hat yadîgarkirin. Foto: Fréderike Geerdink. Ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.

Hek wext hebûya her jin û mêrê ku di nav 500 beşdarvanan de wê ray û raman û serpêhatîyên xwe bigotina. Her kesî dixwest ku rahêlin mîkrofonê û bipeyivin. Etyen Mahçûpyan ê ku endamê ‘Mirovên Aqilmend’ û moderatorê civînê bû, çend caran dîyar kir ku ev komîsyon ji bo bersîva pirsekê bibîne hatiye vir: Gelê Diyarbekir ji bo ku bigîhêje aştiyê çi difikire? Lê mirovên beşdarvan her dixwestin ku serpêhatîyên xwe parve bikin, dixwestin ku mafên ku yên bi dest xînin fahm bikin. Ev tercîheke baş bû, li hêla din êş û derdên gel û pêşnîyarên çareserîyê ji hev ne dûr in, gelê herêmê hewl dida ku di ser rêya vê komîsyonê dengê xwe bigîhêjînê hikûmetê.

Dibe ku ev ne hêvîyeke belasebeb e: ‘Mirovên Aqilmend’ yên ku li Herêma Başûrê Rojhilat dixebitin (heft grûbên ku li herêmên cuda dixebitin hene) wê hemû agahîyên herêmê wek rapor bide hikûmetê. Hemû mirovên aqilmend tunebûn, karên hin kesan hebû. Yên ku beşdarî civînê bûn ev bûn: Ermenê Tirkîyê, nivîskar û rojnamevan Etyen Mahçûpyan; akademîsyenê lîberal û çep, çalakvanê mafên mirovî û rexnegirê edebîyatê Mûrat Belge; parêzger û parlamenterê kevn yê Batmanê Mehmet Emîn Ekmen; serokê SETA Yilmaz Ensaroxlû; parêzger û pisporê hiqûqa hindakîyayan Kezban Hatemî û parêzger û profesorê mafên mirovan û hiqûqê Fazil Husnu Erdem.

‘Navê vî welatî Kurdîstan e’

Ji bo ku her kes kanibe serbest bipeyive, rojnamevanên bi kamera derxistin derveyî salonê (ji şansa min re yên ku kaxiz û qelem bi kar dianîn li hindur man). Ev beşa çamepenîyê ji teref gelek beşdarvanan him wek perçeyê pirsgirêkê him jî wek perçeyê çareserîyê hat nirxandin. Yekî ciwan wisa got: ‘Ez dixwazim ku êdî çapemenî gava ku qala PKK û mijarên pê re têkildar dike peyva terorîzmê bi kar nîne.’ Gelek beşdarvanan bi çepikên xwe piştgirîya vî ciwanî kirin û axaftivanên din jî qla vê mijarê kirin. Yekî din wisa got: ‘Çapemenî, wek ku gerîla ji ezmên hatibe hewl dide. Lê ew mirovên me ne, mirovên vê axê ne.’ Axaftivanekî din yê ku pir piştgirî dît wisa got: ‘Û navê vî welatî Kurdîstan e, û her dem jî wisa bû. Em çima vê nikanin bibêjin?’

Jestên beşdarvanekî yên di dema axaftina di civîna komîsyonê de. Foto: Fréderike Geerdink. Ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.

Piraya axaftivanan bi vê peyvê dest bi axaftina xwe kirin: “Hun bi xêr hatine Diyarbekirê.’ Û axafitna xwe bi daxwazîya serkeftina komîsyonê bi dawî anîn. Civîn bi awayekî kubar, sererast û ji dil bi dawî hat. Hin axaftivanan ji bo ku ji bîr nekin, ray, raman û hestên xwe li kaxizan nivîsîbûn. Mahçûpyan, her çiqas hewl da ku axaftinan zû bi dawî bîne jî bi ser neket.

Hek ne sererast be jî komîsyon di gelek waran de hat rexnekirin. Gelek beşdarvanan gotin ku pêvajoya aştîyê bi awayekî wekhevî nameşe. Beşdarvanekî jî wisa got: ‘Di vê pêvajoyê de girîngîya du kesan derdikeve pêş: Erdoxan û Ocalan. Hêza Erdoxan ji meclîsê tê, dikane bi dilê xwe komîsyoneke mirovên aqilmend ava bike, lê Ocalan dikane çi bike? Tenê dikane ji hefsê nameyan bişîne û bersîvên wan bistîne.’ Jineke ciwan wisa got: ‘Ji bo ku Ocalan bi rastî kanibe alîkarîyê pêvajoyê bike, divê azad be, ne wek anuha di nav çar dîwaran de be.’

Axaftivanekî din jî got ku ‘divê Ocalan di demeke herî zû de were Diyarbekir û ray û ramanên xwe bi piştgirên xwe re parve bike.’ Her kesê ku ji Ocalan re azadî dixwest di salonê de bi çepikan piştgirî digirt. Gelek axaftivanan qala Nelson Mandela yê ku di hefsê de bû kirin, yekî jî qala dema guhertina Afrîkaya Başûr kir û wisa got: ‘Divê em nefikirin ku em ê  di demeke kurt de û bi lez bigîhêjin aştîyê, ev pêvajoyeke dirêj e.’

Çewtîya sîstemê

Piraya axaftivanên ku jin bûn (ji sedî bîstê beşdarvanan jin bûn), serpêhatîyên xwe yên kesayetî parve kirin. Ev serpêhatî di derbarê mirin, wendabûn, koça mecbûrî û zor û zilma dewletê de bûn. Jina ku dêya heyşt zarokan bû, ji komîsyonê re qala saleke xwe ya di hefsê de kir û paşê jî qala şewitandina gundê xwe ya ji teref dewletê û koçberîya xwe ya Îzmîrê kir: ‘Piraya hevalên me hîn jî di hefsê de ne, em dixwazin ku her kes azad bin.’

Du jinên ciwan, piştî civînê bi endama komîsyonê Kezban Hatemî re dipeyivin. Foto: Fréderike Geerdink. Ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.

Yeka din jî got ku jin her dem ji grûbên din pirtir derd û kulan dikişînin: ‘Di salên Nodî de mêrên wan wenda bûn, zarokên wan derketin serê çîyan, ew mecbûr man ku di nav feqîrî û belengazîyê de debara malbata xwe bikin.’ Got ku PKKê di sala 1984an de dest bi şerê çekdar kiriye û ev ne pirsgirêka van sî salên dawîn e, ev pirsgirêkeke pir kevn e. Axafivaneke din li vê gotinê xwedî derket û wisa got: “Ev çewtîya sîstemê ye, ji ber vê yekê divê em ji vê re nebêjin ‘Pirsgirêka Kurdan’, Kurd ne pirsgirêk in.”

Gelek kesan gotin ku divê sûcên berê bi awayekî berfireh bên lêpirsîn: ‘Û wê gavê wê bê dîtin ku di van salan de kî terorîst e. Ev dewlet e.’ Hin axaftivanan bi taybet qala Qetlîama Roboskî kirin û gotin ku divê dewlet him ji malbatên ku hatine kuştin û him jî ji gelê Kurd lêborînê bixwaze.

Hîn jî di hefsê de ye

Beşdarvan, piştî civînê bi endamê komîsyonê Etyen Mahçûpyan re dipeyivin. Foto: Fréderike Geerdink. Ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.

Sê xwendekarên ji Zanîngeha Dîcle, gotin ku rewş îro jî hîn ne hêsan e, pirsgirêk henin. Hefteya din, li kampusa vê zanîngehê di navbera grûba Hizbûlah û alîgirên PKKê de şer û pevçûnek derket. Bi kurtasî tê bawerkirin ku Hizbûlah ji bo ku pêvajoya aştîyê xera bike dest bi provakasyonan kiriye û polîs li dij provakasyonên Hizbûlah helwesteke rast nastîne.  Ev şer û pevçûn sê rojan dewam kir, çend xwendekar birîndar bûn, şêst kes hatin girtin û heyşt kes jî ketin hefsê (pênc kes alîgirên PKKê û sê kes jî alîgirên Hizbûlah). Xwedekarekî wisa got: ‘Em êdî bi her awayî ji şideta ku polîs li zanîngehê li hember me bi kar tîne bêzar bûn. Em di kampusê de polîs naxwazin, em perwerdeyê dixwazin. Ev yek rê li ber pêşketina Kurdan digire.’

Xwendekarekî din wisa got: ‘Ez hatim girtin û şeva din hatim berdan. Lê hin hevalên me hîn jî di hefsê de ne. Hek ev provakasyon bidomin em ê çawa dersên xwe bixebitin?’ Her kesî piştgirîya xwendekaran kir û jineke ciwan wisa got: ‘Divê ev zor û zilma li ser ciwanên me bi dawî bê. Li zanîngehan û li kuçe û kolanan jî. Mûrat Îzol bînin bîra xwe, Şahîn Oner bi bîr bînin (ev her du ciwan jî di demeke nêzîk de çûn ser dilovanîya xwe: Mûrat Îzol, gava ku ji polîsan revîya ket Çemê Dîcle û fetisî, Şahîn Oner, gava ku ji polîsan revîya ji paş ve hat gulebarankirin. Komîsyona Mirovên Aqilmend roja Çarşema din çû serlêdana malbata Îzol).

Feyzîye Selîm (44), wêneyê mêrê xwe yê ku di sala 1993yan de ji teref dewletê hatibû kuştin nîşanî endamê komîsyonê Mehmet Emîn Ekmen dike. Foto: Fréderike Geerdink. Ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.

Piştî civînê, beşdarvan bi lez û bez çûn bi destên mirovên aqilmend girtin, spasdarîya xwe anîn ziman û ji wan re serkevtin hêvî kirin an jî hin tiştên kesayetî ji wan re gotin. Li beşa derveyî salona civînê çay û qurabî hatin serwîskirin. Çapemenîya Tirk ya ku berê ji salonê hatibû derxistin li ortê xwiya nedikir. Gelo çûbûn? Na. Gava ku bi sedan Kurd li wir amade bûn û dixwestin serpêhatîyên xwe li ber kamerayan pêşkêşî raya giştî ya Tirk bike, rojnamevanên Tirk li odeyeke din bi serokê komîsyonê Yilmaz Ensaroxlû re hevpeyvîn çêdikir. Ev pêvajoya aştîyê bi giştî li ser serpêhatîyên kesayetî ye lê ez wisa zen dikim ku nayê xwestin ku tevaya welêt ji van serpêhatîyan haydar bin.

Hun dikanin ji vir bigîhêjin nivîsa min ya li ser Komîsyona Mirovên Aqilmend û rola endamên komîsyonê yên rojnamevan. (Îngilîzî)

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Discover more from Fréderike Geerdink

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading