Rastîya Qilabanê
Hek hun pirsgirêka Kurd dişopînin, hun dizanin ku Parlamentoya Tirkan, di hefteya borî de rapora Komîsyona Mafên Mirovan qebûl kir. Ev xebat ji teref komîsyoneke jêrîn ji bo ku bûyerên di şeva 28ê Çileyê Pêşîn a 2011an de qewimîbûn hat meşandin. Ev rapor, ji bo ku rastîya qetlîama ku 34 kes tê de hatibûn kuştin derxîne holê, bi her awayî ne serkevtî ye, qet tu rastîyê dernaxîne holê. Ev rapor, ji bo kesên ku hatine kuştin û malbatên wan îxanet e, di eynî demê de li ber aştîyê jî astengek e.
Rapor dibêje ku di bombaranê de “qesd” tuneye. Lihevnekirina otorîteyên sîwîl û eskerî û ‘tehdîta terorî’ ya ku li herêmê dewam dike wek sedemên bombebaranê dîyar dike. Tu kesan wek berpirsîyarên vê qetlîamê nîşan nake. Bi kurtasî dibêje ku ev tesadufeke xerab e. Di vir de pirsgirêka herî muhîm ev e ku rastî ne wisa ye. Tiştên ku di derbarê bombebaranê de tê zanîn ji vê rapora fermî pirtir in. Gava ku hemû perçeyên xaçepirsê tên ser hev, tê dîtin ku ‘Qilaban’ ne tesadufeke bêhemdî ye.
Piştî ku ez çend caran çûm gundên Bûjex (Bûjeh, Gulyazi) û Roboskîyê (Ortasû), kesên ku di qetlîamê de hatibûn kuştin ji van gundan bûn, ez di vê mijarê de qanî bûm, min fahm kir ku ev ne tesadufeke bêhemdî ye. Hikûmetê, di seranserê vê demê de hewl da ku vê qetlîamê wek tesadufeke bêhemdî dîyar bike, û ya hîn xerabtir hikûmetê hewl da ku gundîyên ku çûnin ji xwe re hin pêdivîyan bistînin wek sedemê vê qetlîamê dîyar kir. Heta hat gotin ku ew alîkarîya PKKê dikin.
Ev şîrove, ji bo piraya gelê Tirk maqûl xwiya dike. Çawa be ev kes li devereke ku PKK lê heye hatine kuştin, heta li devereke ku PKK sînor derbas dike û êrîşî ser hedefên Tirkîyê yên eskerî dikin ev kes hatine kuştin û di tarîya şevê de naskirina mirovan ne pir hêsan e. Pir xwezayî ye ku hin kesên sîwîl di tesadufeke bêhemdî de bên kuştin, bêşansîyek e, lê divê wan jî zanîbûya ku derbasbûna di vê deverê re talûke ye.
Ramana maqûl
Gelek Tirk vê herêmê nas nakin û piraya wan ev der nedîtine. Ji vê yekê jî ditirsin, lewra çapemenîya Tirkan Başûrê Rojhilat wek cîyekî ku tenê terorîst lê dijîn nîşan kir. Ji ber vê yekê di derbarê Qetlîama Qilaban de versîyona dewletê hîn maqûl dibînin. Ev yek rastîyan wan xera nake. Ne rastîyên wan yên di derbarê Başûrê Rojhilat de, ne jî rastîyên wan yên di derbarê dewletê de xera nake. Yanî ew difikirin ku dewlet bi zanayî hemwelatîyên xwe nakuje.
Lê hek însan hinekî bi awayekî maqûl li ser vê bûyerê bifikire, wê bibîne ku di vê versîyona dewletê de gelek tiştên şikbar henin. Di serî de, çawa dibe ku Artêşa Tirkan ya ku ev 30 sal in bi PKKê re şer dike, nikane ewqas însan û gerîlayan ji hev veqetîne? Gerîlayên PKKê wek ku gerîlayên din jî dikin, bi grûbên qerebalix li derdorê nagerin û êrîşên xwe jî bi grûbên qerebalix çênake, herî zêde bi grûbên ku ji 8-10 kesan pêk tê tevdigerin. Li hêla din, bi her qaçaxekî re qantirek hebû, hun dikanin bifikirin ku gerîlayên PKKê bi çil qantiran re di wir re derbas dibûn?
Ew kesên ku bi qantirên xwe re çûbûn qaçaxê, bi dehsalan e ku vî karî bi armanca bazirganîyê dikin. Eskerên vê deverê bi vê yekê pir baş dizanin, ji bo êrîşên xwe yên li dij PKKê gundî agahdar dikirin ku dernekevin karê bazirganîyê. Ev yek tiştekî maqûl e? Erê. Piraya gelê Bûjex û Roboskîyê cerdevan e, bi gotineke din ji bo ku bi PKKê re şer bikin û alîkarîya artêşê bikin dewlet çek û mehaneyê dide wan, yanî eskerên dewletê ne. Artêş baş dizane ku gundî kîjan rêyan bi kar tîne û dizane ku PKK rêyên din bi kar tîne-kîjan grûba gerîla rêyên sabît bi kar tîne ku?-.
Devereke sehal e
Cîyê ku ev qetlîam lê çêbûye heye. Du komeleyên mafên mirovan yên serbixwe hene: ÎHD û Mazlûm-Der, sibeha din cîyê bombebarênê zîyaret kirin. Di rapora ku amade kirin de vê deverê terîf dikin. Hêla Tirkîyê çîyayî ye lê hêla Iraqê bilind lê dûz e. “Kesekî ku nêzîkî sînor bibe wê ji teref eskerên Tirkan bên dîtin.” Ev der, ji bo ku yekîneyeke PKKê derbasî Tirkîyê bibe qet ne dereke maqûl e.

Ji bîranîna qetlîama Qilaban ya 28ê Çileyê Pêşîn a 2012an sloganek. Dêrsim 1938, Roboskî 2011. Cudatîya do û îro çi ye? Foto: Fréderike Geerdink. Ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.
Artêş jî, vê yekê di rapora veşirtî ya Wezareta Karên Hindur ku di derbarê vê qetlîamê de amade kiribû de qebûl dike, ev rapor ji teref Komîsyona Qilaban hat dîtin, lê destûr tunebû ku bê kopîkirin. Ertûgrûl Kurkçu, endamê komîsyonê û parlamenterê BDPê ye, di rapora xwe ya alternatîf de wisa dîyar dike: “Personelên eskerî dibêjin ku ev devera ku qetlîam lê çêbûye bi tevayî sehal e, li vê deverê çalakîyên terorî çênabin. Şefê Îstîxbarata Emnîyeta Şirnexê jî dibêje ku ‘li gor agahîyên di destê me de li vê deverê terorîst ne çalak in, ev der ji teref kesên ku karê qaçaxê dikin tê bikaranîn.”
Wê gavê, çima 34 zilam û zarok hatin kuştin? Vê pirsê di demeke dirêj de ez di meraqê de hiştim. Her cara ku min ji gundîyekî re ev pirs kir, wisa bersîv dan; “ji ber ku em Kurd in”. Lê ev jî ne bersîveke maqûl bû. Ji qetlîama Dêrsimê ya sala 1938an û vir ve, dewletê grûbeke Kurd ya ewqas mezin bi qesdî nekuştibû. Dewletê, çima di demeke wisa û li devereke wisa ber bi çav ku dewlet baş nas dike ev qetlîam çêkir?
Fehman Huseyîn
Komîsyona Qilaban jî ev herêm zîyaret kir, bi fermandarên artêşê yên herêmê re hevdîtin çêkir. Di raporê de tê gotin ku fermandarê PKKê Fehman Huseyîn li herêma Heftanîn (nêzîkî vê herêmê ye) bûye. Du meh berê, PKKê li Hekarî êrîşî artêşê kiribû û 24 esker hatibûn kuştin, artêşê hewce didît ku li hember PKKê êrîşeke serkevtî pêk bîne. Piştî vê êrîşa PKKê hemû sîyasetmedarên Tirk sond xwaribûn ku wê vê heyfê hilînin.
Di wê şevê de, îstîxbarat hatibû ku Fehman Huseyîn wê derbasî Tirkîyê bibe; dibe ku di nav qaçaxçîyan re derbas bibe, îstîxbareteke lawaz bû, lê ji bo ku artêş dest bi kar bike têr dikir. Hek îstîxbarat rast derketa artêş wê li hember PKKê serkevtineke mezin bi dest xistibûya. Hek yên bihatina kuştin hemwelatîyê Kurd bûna-hek hin kes bipirsin ku ev gundîyên Kurd in, ew ê wek xayinên welêt bihatina nasandin- wê wek tesadufeke bêhemdî bihata nirxandin. Lê îstîxbarat şaş bû. Fehman Huseyîn ne li wir bû. Tenê qaçaxçî hebûn. Hikûmeta ku qet guh nade qîmeta jîyana însanan, roja din hewl da ku vê qetlîamê di maxmaxê de bihêle û wek tesedufeke bêhemdî dîyar bike.
Tevî ku tu delîlên qethî tunebin jî, li gor agahîyên ku tê zanîn, qetlîama ku di şeva 28ê Çileyê Pêşîn ê 2011an de wisa pêk hatiye. Hemû dokumentên bi vê qetlîamê re têkildar in, bi awayê ‘veşirtî’ hatine binavkirin, tu sîyasetmedar û fermandarên di asta bilind de nehatin li Komîsyona Qilabanê nepeyivîn. Û Komîsyonê tu zanîn û agahîyên ku li dij biryara wan be bi kar neanî; tenê yên ku alîkarîya tesadufeke bêhemdî bikin bi kar anî. Ji AKP ya ku desthilatdar e 5, ji CHP, MHP û BDP jî kesek endamên vê komîsyonê bûn û ev rapor tenê ji teref parlamenterên AKPê hat pejirandin, her sê partîyên din ev rapor nepejirandin.
Lihevkirin
Pir eşkere ye ku ev rapor ji bo kesên ku di vê qetlîamê de hatin kuştin û malbatên wan îxanet e. Lê ev rewş wê çawa li hember pêvajoya aştîyê bibe asteng? Bi ya min wê bi du rêyan bibe asteng.

‘Dayikên Şemîyê’ hîn jî nizanin ku çi hatiye serê zarokên wan yên di salên heyştê û nodî de hatine wendakirin. Ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.
Yek: Ji bo ku Kurd careke din bawerîya xwe bi dewletê bîne ev bûyer pir muhîm e. Kurdan piştî zor û zilma sedsalekê ev bawerî bi tevayî wenda kirine. Rastîyên di derbarê qetlîama Qilaban de bihatina eşkerekirin û berpirsîyarên wê bihatina cezakirin, ji bo ku ev bêbawerî qelstir bibûya wê baştir bibûya. Bûyera Qilaban ne bûyereke jixweber û bi tena serê xwe ye. Hek rastîya qetlîama Qilaban ji teref dewletê bê pejirandin, tê wê wateyê ku dewlet wê qetlîamên din jî bipejirîne û derxîne holê. Wek mînak; Dêrsim, serhildanên Kurdan yên di sedsala 20. de bi awayekî hovane hatine perçiqandin û di salên 80-90î de wendakirina bi hezaran Kurdan heye. Divê ev hemû rastî derkevin holê ku lihevkirinek dest pê bike.
Dudu: Hek qetlîama Qilaban bi her awayî eşkere û zelal bibe û berpirsên wê bên cezakirin, hemwelatîyên Tirk wê rastîya dewleta Tirk bibînin û fahm bikin. Wê gavê ew ê van bûyeran wek ‘propagandaya terorîst’ nebînin û înkar nekin. Pir eşkere ye ku gelek însan wê bibînin û fahm bikin ku Komara Tirkîyê ya ku pir jê hez dikin bi salan e ku ew xapandine, derew li wan kirine. Lê ev ê bibe sedem ku hemû birînên welêt bên dermankirin.
AKP, di van rojan de di derbarê pirsgirêka Kurdan de pêvajoyeke nuh û muhîm dest pê kiriye, lê ji ber ku di derbarê qetlîma Qilaban de rastîyê napejirîne û binpê dike, ev pêvajoya aştîyê tu hêvîyê nade min.
Min di derbarê Qilaban de, hefteya din gotareke dirêj nivîsîbû û ev gotar li Holendê hatibû weşandin. Hun ji vir dikanin bi Holendî vê gotara min bixwînin. Versîyona vê gotara min ya bi Îngilîzî, ji ber ku ez dixwazim bidim sazîyeke çapemenî ya bi Îngilîzî hîn ne amade ye. Gava ku bê weşandin ez ê we agahdar bikim.
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!