Jîyana bê sîgorta
Bavê Delalê li Akademîya BDPê mamoste bû, bi sûcdarîya endamê rêxistina terorê hîn jî di hefsê de ye. Nexweşê şekir e û dixwaze ku bêyî kelepçe biçe konrtolên xwe yên nexweşxaneyê, lê destûrê nadin vê yekê. Hevalê min ê ku wek min rojnamevan e Tûrabî jî di hefsê de ye, ji ber nivîsên xwe di doza KCKê de tê dadkirin. Mexdûrên qetlîama Roboskî, hîn jî li bende ne ku rastî derkeve holê û lêborîneke ji dil hêvî dikin. Dayikên Şemîyê yên ku zarokên wan di salên nodî de hatin wendakirin, hîn jî li zarokên xwe digerin, hewl didin ku hîn bibin ku çi hatiye serê zarokên wan. Kurd hîn jî li ser axa xwe ne desthilatdar in û di qanûna esasî ya Tirkan de cîyê ku heq dikin ji wan re tuneye. Wê gavê çima agirbest heye? Ez fahm nakim.
Hun min çewt fahm nekin, ez ne li dij agirbestê me. Çiqas kêmtir mirov bên kuştin ewqas baş e. Lê ez hewl didim ku sedemên vê agirbestê fahm bikim û bi tu awayî fahm nakim. Gultan Kişanak a hevserokê BDPê, sala din di civîneke çapemenîyê de wisa pirsî bû: “We qet dîtiye ku rêxistineke çekdar ya xwedî armancên sîyasî, bêyî ku terefê din qet tu tawîzan nede dest ji çekan berdaye?” Ez vê yekê fahm dikim. Lê ez anuha dixwazim tilîka xwe rakim: “Erê, ez rêxistineke wisa nas dikim!”

21ê Adara 2013an. Di Newroza Diyarbekir de jineke bi portreya Ocalan re. Foto: Fréderike Geerdink. Ji bo mezinkirinê bitiqtiqînin.
Ez fahm dikim ku ev agirbest e, ne devjêberdana çekan e. Hun dikanin bibêjin ku Ocalan bi awayekî baqil dilîze û hewl dide ku cî li Erdoxan teng bike. Û hek hikûmet li sozên xwe xwedî dernekeve, PKK dikane cardin rahêle çekên xwe, erê. Lê ev yek wê nebe sedem ku mirovên hêvî kirine ku hemû êş û xwîn wê êdî bi dawî bên, careke din bên xapandin û hîn zêde bêhêvî bibin?
Banga Ocalan ya agirbestê wisa bû; “bihêlin bila çek bêdeng bimînin, bila fikir û sîyaset bipeyivin”, “ev yek ne dawîya têkoşîna me ye, ev destpêka têkoşîneke nuh e.” Ez bawer nakim ku ji van gotinan paşve gav bê avêtin. Hek ev ne lîstikeke nexweş ya ku bi awayekî hîn giran şerê çekdar dest pê bike be, Ocalan ji dewletê bawer dike. Lê Ocalan li gor çi ji dewletê bawer dike?
Qanûna Esasî
Em nizanin. Lê pir mimkun xwiya nake ku dewletê di derbarê daxwazên Kurdan yên esasî de garantîyek dabe. Erdoxan ne dîktatorekî wisa ye ku kanibe qanûna esasî bi awayekî lîberal û demokratîk an jî rêveberîyeke federal li gor dilê xwe pêk bîne. Mecbûr e ku guh bide parlemento û girseyên ku rayên xwe didin wî. Tenê ev yek mimkun e ku li ser qanûna esasî lihevkirinek hebe: Berî hilbijartina saleke din, serokatîya Erdoxan wê bi talîmatên Ocalan ji teref BDPê bê pejirandin û hin daxwazên BDPê jî wê ji teref Erdoxan bê pejirandin.
Ez bi qestî dibêjim ‘hin’ daxwazên BDPê, lewra berî heyşt mehên kampanyaya hilbijartina serokê komarê, ne mimkun e ku qanûna esasî ya lîberal, pirdeng an jî hikûmeteke federal çêbibe. Baş e, lihevkirineke wisa ne baş e? Na. Daxwazên Kurdan, daxwazên mafdar û rast in, li gor hiqûqa navnetewî ne û divê nebin mijara bazarê an niqaşê. Hek ji van daxwazan yek jî bi cî nebe, tê wê wateyê ku Tirkîye ne deweleteke demokratîk e, ne tenê ji bo Kurdan, ji bo gelê Tirk jî ev ê bibe sedemê encamên hîn xerabtir.
Kurd dikanin bi Ocalan bawer bibin?
Di vê rewşê de divê ev pirs bê pirsîn: Kurd dikanin bi Ocalan bawer bibin? Gava ku min ev pirs ji Kurdan pirsî, min dît ku heşê wan tevlihev e. Ew jî ji lihevkirina paş perdê ne haydar in, lê hîn jî ji serokê xwe gûman nakin. Ew ê Kurdan di nîvê rê de terk bike, ew ê lihevkirineke xerab qebûl bike û tenê ji bo azadîya xwe dev ji têkoşînê berde?
Hevalekî min ê Kurd yê ku li Îzmîrê dijî, di telefonê de ji min re wisa got: “Na, Ocalan qet tiştekî wisa nake.” Çima nabe? “Ew tiştekî wisa nake.” Hevalekî li Diyarbekirê wisa bersîv da: “Erê, heşê min tevlihev e lê ez ji Ocalan bawer dikim, mirovê ku ez jê bawer dikim tenê ew e.” Ez diprsim ku di vê rewşê de ji bo ku em ji Ocalan bawer bikin çi sedem heye, qet tu bersîv tuneye. Hevalê li Diyarbekir wisa dibêje: “Ew, bi ya herî baş dizane, ne wisa ye?” Hevalê li Îzmîrê wisa dibêje: “Ez nizanim. Lê divê ez li xwe mikur bêm ku ez bawer nakim. Em tu kes nizanin ku wê çi bibe.”
Garantî
Pêşketinên anuha, gotinên Leyla Zana (parlamenter û çalakvana Mafên Mirofatî yên Kurdan) yên di sala 2010an li ser şerê çekdar anî bîra min: “Çek, ji bo Kurdan sîgorta ye. Heta ku pirsgirêka Kurdan hebe, ev çek ji bo Kurdan garantî ye.” Ocalan, anuha ev garantî ji holê rakir û tu tişt jî nexist cîyê vê garantîyê û pirsigirêka Kurdan jî nehat çareserkirin. Pir normal e ku jîyaneke bê garantî, mirovan bêbawerî bihêle. Di rewşeke wisa de, li dawîyê tenê hêvî dimîne û hun hîn pirtir ji kesê ku her tim başîya we dixwaze bawer dikin. Ez hêvî dikim ku, di dawîya vê pêvajoyê de Ocalan azad bibe û gelê Kurd careke din destvala nemîne.
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!