Destpêkeke nuh
Piştî saleke din cardin Newroz tê. Kurd, wek ku bi sedsalan dikin wê cardin destpêka sersala xwe bi girseyên mezin pîroz bikin. Jin wê bi kincên xwe yên rengîn û birqokî, mêr wê bi kincên xwe yên kevneşopî, zarok wê bi kincên xwe yên herî xweşik Newrozê pîroz bikin. Agirên Newrozê wê vêkevin, muzîk wê berdewam be, govend û dîlan wê geş bibin, stran wê bên gotin. Pirsa mezin jî ev e: Kurd wê aştîyê pîroz bikin an wê zor û zilmê protesto bikin?
Lê ev pirsa 2014an e. Îsal, berî pîrozbahîya Newrozê ya di roja Pêncşemê de, serokê PKKê Ocalan wê banga agirbestê bike. Wateya wê ev e; ew jê bawer dike ku dewleta ku pê re hevdîtinan çêdike, li pê çareserîyeke demokratîk e. Ji ber ku Kurd bi dehan sal vê yekê daxwaz dikin, Newroz di vê salê de ji berê hêvîdartir wê bê pîrozkirin.

(Ez zen dikim) di sala 2010an de, zilamek li ber agirê Newrozê xwe dişewitîne, Diyarbekir. Foto: Constance van Dorp. Ji bo mezinkirinê bitiqînin.
Lê di hêvî û daxwazên Kurdan de hin şik henin. Di vê pêvajoyê de, ji bo çareserîyeke demokratîk, ji derveyî bêçekxistinê tu tiştek xwîya nake. Bêçekxistina PKKê, nayê wê wateyê ku şerê çekdarî bi dawî tê. Him çapemenîya Tirk, him jî çapemenîya derve wek ku agirbest wê bibe sedem ku şerê çekdarî wê bi dawî bê. Lê rewş ne wisa ye. Qet şik jê re tuneye ku ev gaveke pir muhîm e, lê ev ne dawî ye, tenê destpêk e. Ji bo ku daxwazên Kurdan yên mafdar û demokratîk bi cî bibin ev gaveke destpêkê ye, destpêka rêyeke dirêj û dijwar e.
Gava ku hikûmet li gor bîr û bawerîya gelê Kurd tevnegere wê çi bibe? Îmtihana yekem pir nêzîk e. Agirbesta PKKê muhîm e, lê ji bo ku şidet bi her awayî ji holê rabe, divê ev agirbest dualî be. PKK, di agirbestên berê de dilsoz bû, lê dewlet qet ne dilsoz bû û li agirbestê xwedî derneket. Li gor min, dewlet biryara agirbestê bide û artêş li gor vê biryarê tevbigere hîn baştir e û nûçeyeke çêtir e. Ji ber ku di raya giştî de qet qala vê helwesta dewletê nayê kirin, ez şaş û mat dimînim.
TBMM
Piştî vê pêvajoyê girîngîya Ocalan wê kêmtir bibe. Serokê hêzên çekdar ew e, yê ku ji PKKê re bibêje dest ji şidetê berde, heta ferman bike ku çekdarên PKKê ji Tirkîyê derkevin ew bi xwe ye. Lê Ocalan ne di meclîsê de ye û rêya aştîyê jî di meclîsê re derbas dibe. (Hun dikanin di vir de bigîhêjin nivîsa min ya li ser Wateya Aştîyê.) Cîyê ku qanûna esasî ya nuh lê bê nivîsîn meclîs e, zagonên terorê wê li vir bên guhertin, xweserîya herêmî wê li vir bê niqaşkirin û zagonên efûyê yên ji bo gerîlayên PKKê wê li vir bên şîrovekirin.
Tirk, ji bo aştîyeke domdar ji van pêvajoyan çiqas haydar in, çiqas ji van fahm dikin, bi rastî ez pir meraq dikim. Tu kes ji Tirkan re qala van tiştan nake. Min dixwest ku Erdoxan ji bo demokratîkbûna Tirkîyê ya bi rêk û pêk axaftinekê bike. Ew dikane vê bike. Hin kes dibêjin ku, ew ji ber ku naxwaze rayên hin terefên neteweperest wenda bike vê yekê nikane bike. Yek: Serokekî xurt, divê ji hewcedarîyên pêwîst netirse. Dudu: Darbestên eskeran yên di nav şerê hindurê Tirkîyê de tên, hek bi aştîyekê bi dawî bê, wê bibe sedem ku darbesta neteweperestên nijadperst ji holê rabe, wê mîxa dawîn li darbesta wan bixîne. Erdoxan wê bibe lehengek, bi Ocalan re wê Xelata Nobelê ya Aştîyê bigire. (Hun dikanin nivîsa min ya bi navê Destgirtinên Dîrokî ji vir bixwînin.)
Serkevtin
Piştî ku her du teref jî li gor agirbestê tevbigerin, divê gavên berbiçav û rasteqînî bên avêtin. Ev yek pir girîng e, lewra di dawîya sala li pêş me de hilbijartina Serokê Komarê heye. Erdoxan qethî berendam e (lê ne dîyar e ku wê kesekî din li hember wî derkeve an na). Di vê salê de wê kampanyaya hilbijartinê dest pê bike. Hek bi tena serê xwe bibe berendam jî, serkevtineke mezin li pêşîya Erdoxan e. Ji ber vê yekê, daxwazîya wî bi aştîyekê heye an jî divê di her warî de bi PKKê re şer bike. Hek aştî pêk bê, ew ê rayên Kurdan bi dest xîne û tesîra gotinên neteweperest bişikîne. Hek senaryoya duyem pêk bê, ew ê ji bo rayên netewperestan tevbigere.

Pîrozbahîyên Newroza sala 2011an yên li Entabê. Foto: Fréderike Geerdink. Ji bo mezinkirinê bitiqînin.
Û di derbarê Erdoxan de şikên min tam di vê derê de dest pê dikin. Ew ê li trêna aştîyê xwedî derkeve? An ew ê wek berê ji bo aştîyê gavekê bavêje û paşê jî qet tu tiştekî neke; Ocalan, Qandîl an jî BDPê (an jî her sêyan bi hev re) gunehbar bike? Erdoxan wê bibêje ku min aştî pir dixwest lê wan nexwest. Gelo derdê Erdoxan çareserî ye an bi destxistina serokatîya komarê ye? Ev yek mimkun e: Çapemenî bi tevayî di kontrola wî de ye. Tu kes bi sîyasetmedarên Kurdên ku di nav tevgera Tirkan de ne bawer nakin. Ez dizanim Erdoxan wisa gotiye: “Ji bo ku ev pirsigirêk çareser bibe, hek hewce be ez dikanim jahrê jî vexwim.” Lê ez ji vê gotinê bawer nakim. Piştî ku bû Serokwezîr, her ku çû hîn otorîter bû. Armanca wî tenê hêz e, xurtbûn e.
Ez hêvî dikim ku di şikên xwe de neheq derkevim. Agirbesta ku Ocalan wê banga wê bike, hêvîyên min xurt dikin. Di nav çend rojan de, ji milyonekî zêdetir însan wê beşdarî Newroza Diyarbekirê bibin, ji bo ku beşdarî vê Newrozê bibim ez pir kelecanî me û bêtebat li benda wê me. Pişitî Newrozê wê saleke pir muhîm dest pê bike. Newroza 2014an wê çawa be? Ew ê wek pîrozkirina aştîyeke hema hema pêk hatî be? An ew ê wek protestoyeke li dij şideteke nuhkirî û zor û zilma li hember nasnameya Kurdan be?
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!