Peyama ji Sînopê

‘Cîyekî wek Kurdîstanê tuneye!’ Gava ku hun li ser Kurdan tiştekî dinivîsînin, Tirk bi awayekî şaşmayî dibêjin ku, cîyekî wek Kurdîstanê tuneye. Ne tenê gava ku ez qala Kurdîstanê dikim –ez zêde jî bi kar nînim – lê ev yek gelek caran tê serê min. Hin caran ez zorê didim xwe, dibêjim ku welat bi sînorên fermî nayê tarîfkirin; Kurdîstan di heş, dil û xewnên gelek Kurdan de heye. Piştî van bûyerên vê hefteyê yên li bajarên Deryaya Reş Sînop û Samsûnê, ez difikirîm ku di heşê netewperestên Tirkan de jî Kurdîstan heye. Dibe ku jê ne haydar bin lê ev yek qethî heye.


Netewperestên ûltra li Sînopê êrîşî erebeya BDPê dikin,18ê Sibata 2013an.

Li Sînop û Samsûnê çi bû? BDPê ji bo ku ‘pêvajoya aştîyê’ ji gel re bibêje li herêma Deryaya Reş gerek pêk anî. Li herêma Deryaya Reş ya ku gelê wê wek netewperest tê zanîn gereke wisa ya ji bo aştîyê hewce bû, ji bo aştîyê hevdîtinên bi PKKê re hewce ye. Lê li Sînopê bi qasî 800 kesên ûltra-netewperest li dor 9 seetan grûba aştîxwaz dorpêç kirin û êrîş kirin.

Van kesên  ûltra-netewperest êrîşî grûba aştîxwaz kirin, erebên wan xera kirin, êrîşî avahîya ku tê de bûn kirin û hewl dan ku têkevin nav vê avahîyê. Pêvajoya vê êrîşê bi seetan dom kir; heta ku hewa tarî bû jî polîsan mudaxeleyî van êrîşkaran nekir. Lê piştî ku hewa tarî bû ava bi pest û gaza îsotê bi kar anî û ev kesên êrîşkar belav kir. Piştî ku li Samsûnê jî bûyerên wisa pêk hatin, BDPê gera xwe îptal kir.

Biratî

Gava ku hun ji netewperestan bipirsin ku ‘çi derdê we bi Kurdan re heye”, ew ê bibêjin ku ‘bi Kurdan re tu derdê me tuneye, derdê me bi terorîstan re heye’. Ew ê bi awayekî gûr wisa jî bibêjin; “Tirk û Kurd bira nin”. Qesta wan ji biratîyê ev e; dînê Tirk û Kurdan yek e, di dîrokê de her dem bi hev re kar kirinin û nirxên wan wek hev in. Hek merivekî netewperestekî Tirk yê Kurd hebe (ji ber zewacê di navbera Tirk û Kurdan de ev mervantî pir e) ew ê vê yekê bibêje. Vê yekê ji bo ‘lihevkirina civakî’ ya Tirkîyê wek tiştekî xwezayî dibînin.

Li gor vê dîtina netewperestên Tirkan, Kurd nikanin mafên xwe yên netewî daxwaz bikin. Ev daxwazên Kurdan li dij yekîtîya civaka Tirk e, dibe sedem ku yekîtîya Tirkîyê xera bibe, Tirkîye perçe bibe. Ev yek jî bi PKKê tê sembolîzekirin. Kesên ku daxwazên PKKê parve dikin, yên ku PKKê rexne nakin an jî piştgirîya PKKê dikin wek terorîst tên dîtin. Ev rastî, di sloganên li Sînopê hatin bikaranîn jî hat dîtin. Slogan ne wisa bû; “em li Sînopê Kurdan naxwazin”; bi awayê ku “Sînop PKKê naxwaze” slogan anîn ziman.

Wek ku ji ezmên hatibe

Netewperestî tenê li Herêma Deryaya Reş xurt e? Jixwe ne tenê li wê herêmê xurt e. Netewperestî li Tirkîyê hîn jî îdeolojîya dewletê ye. Derveyî BDPê hemû partîyên sîyasî pirsgirêka Kurd ji hebûna PKKê cuda dibînin û dinrixînin. AKP ya ku anuha bi Ocalan re hevdîtinan çêdike, hîn jî kampên PKKê yên li Qandîlê bi navê “têkoşîna li dij terorîzmê” bombebaran dike. Yekî ku ûltra-netewperst e, dikane bibêje ku tu têkildarîya PKKê bi Kurdan re tuneye, ew tenê rêxistineke ‘terorîst’ e, tu dibêjî qey PKK ji ezmanan hatiye.

Ji ber vê yekê, ez li hember şîroveyên ku ‘çûyina BDPê ya herêmê rast e an na’ derdikevim. Dibêjin ku; “divê tiştên wê pêk bên texmîn bikirana”. Ez dixwazim vê yekê ji wan bipirsim: BDP bi awayekî ewlekarî dikane biçe ku derê? Tirkên kîjan deverê ji guhdarkirina gotinên wan re amade ne? Antalya? Denîzlî? Bûrsa? Konya? Newşehîr? Tu der ne amade ye. Tirk, nêzîkî sedsalekê ye ku bi netweperestîya dewletê hatine perwerdekirin û doktrîna xwe ji dewletê sitendine. Di rastîyê de ferq nake ku rayên xwe danibin AKP, MHP an jî CHPê. BDP otonomîya xweser jî tê de li ku derê qala vîzyona xwe ya aştîyê bike li van bajarên ku min qala wan kirin, ne di ewlekarîyê de ye, ew ê têkeve nav talûkeyan.

Gotinên vîzyonî

Li qusûrê nenêrin lê ev gotinên wek ‘pêvajoya aştîyê’ û ‘piştgirîya berfireh’ hemû vit û vala nin, bêwate nin. Tirkîye, bêyî ku hewcedarîyên pêvajoya aştîyê pêk bîne, daxwaz dike ku PKK dev ji çekan berde. Heta qet guh nade daxwazên tevgera Kurdan jî. Û hek BDP wê van tiştan eşkere neke, nîne ziman wê kî bike? Erdogan li hemû bajaran dest bi eşkerekirina vîzyona aştîyê kiriye û qey haya me jê tuneye?

Tevgera Kurd ya sîyasî – mesaja li Sînopê hat dayin ev e – divê sînor derbas neke. Li Başûrê Rojhilat, li Diyarbekir, Hekarî, Elezîz û Wanê û li bajarên wek Stenbol, Îzmîr, Mersîn û Edenê, axaftina ji civakên Kurdan re dibe ku maqûl bê dîtin. Lê divê Kurd ji vir gavekê derbas nekin. Ne tenê êrîşkarên Sînopê, şîrovevanên televîzyonan jî ji ber vê yekê BDP gunehbar kirin. Mesaja netewperest ew e ku li cîyê xwe vegerin. Kurdîstan di heşê netewperestan de dijî.

1 reply

Trackbacks & Pingbacks

  1. […] 22. The message of Sinop 22 February 2013 / Kurdish Matters ‘Kurdistan does not exist!’ When you write about the Kurdish issue, now and then Turks feel the need to tell you with exclamation marks that a place called ‘Kurdistan’ doesn’t exist. Not only when I use the term – which I don’t do so often – but also just randomly. Sometimes, I take the trouble to answer that countries are not only defined by official borders, and that Kurdistan definitely does exist in the hearts, minds and dreams of many Kurds. Since this week’s events in the Black Sea Coast cities of Sinop and Samsun, I think it even exists in the minds of nationalist Turks. Unconsciously but unmistakably. […]

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply