Aştî di rastîyê de tê çi wateyê

Nûçeya deqeya dawîn ya li Tirkîyê: Daxwaza Kurdan aştî ye. Di roja pêncşema borî, di 9ê meha yekem de sê jinên Kurd li Parîsê hatin kuştin, di mîtînga ku ji bo van jinên Kurd hat çêkirin de gelek sîyasetmedarên Kurd gotin ku em pşitgirîya gavên di rêya aştîyê de dikin. Çapemenîya Tirk daxwaza Kurdan ya aştîyê wek nûçe neweşandin, di serî de  min zen kir ku çapemenîya Tirk naxwaze dengê Kurdan bibihîze. Ez hîn jî wisa difikirim, lê ez anuha bawer dikim ku sedemeke hîn kûr ya vê yekê heye. Li Tirkîyê di derbarê aştîyê de dîtineke hevpar tuneye.

Hin sernivîsên rojnameyên Tirkan yên piştî mîtînga Diyarbekir: Watan: ‘Axir heş bi ser ket.’ Mîllîyet: ‘Diyarbekir got ku aştî.’ Sabah: ‘Em hemû aştî nin.’

“Însîyatîfa aştîyê” ya ku Serokwezîr Erdoxan bi hevdîtinên bi serokê PKKê Ocalan re da destpêkirin, wisa xwiya dike ku, di eslê xwe de bêçekhiştina PKKê armanc dike. Derveyî van hevdîtinan tu hewldaneke hikûmetê ya ji bo vê armancê tuneye. Pêvajoya amadekirina qanûna esasî ya nuh hîn jî xetimîye, pakêta dadê ya çaremîn hîn nehatiye pejirandin û hîn nehatiye meclîsê jî. Girtinên di doza KCKê de bênavbir dewam dike, bomberana kampên PKKê yên li çîyayên sînorê Iraqê jî dewam dike.

Hunera axaftinê

Erdoxan çawa xeyal dike ku bêyî ku serokê PKKê yê di hefsê de û şervanên li serê çîyan yên ku çek di destê wan de henin qanî bike ku dev ji çekan berdin? Qey Erdoxan difikire ku hunera wî ya axaftinê wê têra vê yekê bike? An jî ev yek bi dîtina wî ya di derbarê aştîyê re têkildar e? Dibe ku ew difikire ku “aştî” û “çekdanîn” du tiştên wek hev in. Hey ew dizane ku wateyên wan ne wek hev in lê di vê demê de tercîh dike ku wek ku wateya wan wek hev be pêşkêş bike.

Ev dîtina xeyalî ya di derbarê aştîyê de, ji bo piştgirîya civaka Tirk ya vê pêvajoyê dibe esas. Erdoxan îdîa dike ku armanca wî bêçekhiştina PKKê ye. Jixwe her kes jî vê yekê daxwaz dike. Lê ji CHP heta alîgirên Fethûlah Gulen, ji malbatên eskerên şehîd heta patronê mezin yê çapemenîyê Doxan, hemû grûb û partîyên sîyasî, hek ev pêvajo bi otonomîyeke Kurdan bi dawî bê wê piştgirîya vê pêvajoyê bikin? Hek ev pêvajo wê ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî xizmet bike? Hek ev pêvajo wê bê wê wateyê ku hemû girtîyên sîyasî wê serbest bimînin? Hek di vê pêvajoyê de Ocalan wê azad bibe?

Dameziranêreke PKKê Sakîne Cansiz. Di 9ê Çileya Dawîn ya 2013an de li Parîsê hat kuştin.

Divê bê pejirandin ku berî 1984an, berî ku PKK dest bi şidetê bike jî li Tirkîyê aştî tunebû. Ji dema ku Cûmhûrîyet hat damezirandin û vir ve Kurd her dem hatin înkarkirin û perçiqandin, her dem di bin zor û zilmê de man, hatin asîmîlekirin. Aştî ne ew e ku şidet an jî berxwedana çekdarî tuneye. Aştî, gava ku hemû hemwelatîyên welatekî xwe azad û wekhev his dike û dewlet jî ji bo ku piraya hemwelatîyan xwe wisa his bikin herî zêde hewl dide pêk tê. Ez zen dikim ku sîyasetmedarê Kurd yê xwedî tecrube Ahmet Turk, gava ku di vê hefteyê de li Diyarbekir qala “aştîya serbilind” dikir ev yek qest dikir. Aştîya ku Kurd bi deh salan e hêvî dike ev e.

Tê bîra min ku ez di sala din de bi zilamekî Kurd yê yextiyar re peyivîbûm. Gundê wî di salên 1990an de ji teref artêşê hatibû şewitandin. Koçî Diyarbekir kiribû, li wir hewl dabû ku ji xwe re jîyaneke nuh saz bike, lê bi ser neketibû û bi malbata xwe re cardin vegerîyabû gundê xwe yê wêrankirî, gundê xwe yê wek xeyaletekê xwiya dikir. Ji xwe re xanîyekî mutewazî ava kir, çend çêlek sitend û sebze çand, cardin hewl dida ku jîyana xwe bidomîne, lê tew nebe êdî li ser axa xwe bû. Min jê pirsî ku çi daxwaz dike. Tazmînata ji dewletê? Dibe ku lêborîn be? Wisa bersîv da: “Na. Daxwaza min tenê ew e ku ez bi tena serê xwe kanibim jîyana xwe li ser axa xwe bidomînim.”

Lihevkirin an heyfhilanîn

Malbata ji Şemzînan ya ku sala din mala wê bi bombeya PKKê xisar dîtibû tê bîra min. Ev bombe bûbû sedem ku hevalê zarokên vê malbatê yê 12 salî bê kuştin. Min ji wan jî pirsî ku hun çi dixwazin? Heyf? Pere? Wisa peyivîn: “Em tenê dixwazin ku ev şidet bi dawî bê.”

Bi deh hezaran kes tev li mîtînga Diyarbekir ya ji bo çalakvanên Kurd yên li Parîsê hatin kuştin bûn.

Hela li van bûyerên ku di van her du hefteyên dawîn de pêk hatin binêrin. Dameziranêreke PKKê Sakîne Cansiz û du çalakvanên jin yên Kurd, ji teref hêzên tarî hatin kuştin. Ez him tev li mîtînga Diyarbekir him jî tev li ya Dêrsimê ya ji bo Sakîne Cansiz hat çêkirin bûm. Hek hun bipirsin ku, di van mîtîngan de çi hatin gotin û kesên ku ez bi wan re peyivîm çi gotin? Bi her awayî heyfhilanîn? Ji bo ku heyfa van kesên hatine kuştin bê hilanîn şideta PKKê? Bersîv û dîtina hevpar aştî bû.

Her kes, her Kurdê ku ez pê re dipeyivîm, zor û zilma dewletê bi çavên xwe dîtibûn. Bavekî ku bêsedem di hefsê de ye, apekî ku hatiye kuştin, dayike ku di hefsê de îşkence dîtiye û hatiye tecawuzkirin, merivekî ku derketiye serê çîyan an jî li sirgûnê dijî, gundekî ku hatiye şewitandin, dozeke ku hatiye vekirin. Cardin jî peyva ku di mîtîngan de gel kelecanî dikir û di her hevpeyvîna min de derdiket pêş aştî bû. Kurd tenê piştgirîya aştîyê nakin, wê daxwaz dikin.

Berevajî

Ez zen dikim ku di van hefteyên dawîn de, bi taybet jî di derbarê Sakîne Cansiz de, bersîva pirsa herî maqûl ev e. Hun çawa dikanin rêxisteneke ku armanca wê şidet e damezirînin û qala aştîyê bikin? Ev yek bi tevayî ne tiştekî berevajî ye? Hek hun aştîyê tenê wek rewşeke derveyî şidetê bi nav bikin, erê wisa ye. Lê hek hun aştîyê ji bo hemû însanan wek jîyaneke serbilind bi nav bikin, ev ne tiştekî berevajî ye, tiştekî watedar e.

Sîyaset û çapemenîya Tirk, qet tu caran banga aştîyê nebihîst. Gava ku anuha lê hay bûn jî wê çewt şîrove dikin. Ew zen dikin ku bêyî ku aştî pêk bê Kurd wê şerê çekdarî bi dawî bînin. Texmîna min wê her kesî şaş û mat bihêle.

2 replies

Trackbacks & Pingbacks

  1. […] was also a show of unity, strength and resolve — a warning perhaps that Turkey’s Kurds will not accept peace at any price. This notion may be difficult for non-Kurdish Turks to accept, but the government will find it […]

  2. […] was also a show of unity, strength and resolve — a warning perhaps that Turkey’s Kurds will not accept peace at any price. This notion may be difficult for non-Kurdish Turks to accept, but the government will find it […]

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply