Lîstîkên talûke
Min ev nivîs do, di sisêyê meha yekem de, roja Pêncşemê nivîsî. Paşê derket holê ku, gava ku min ev rêzik dinivîsîn du parlamenterên Kurd (Ahmet Turk û Ayla Akat) çûnin serlêdana Ocalan. Ev pêşketineke pir muhîm e, lewra hikûmetê nedihişt ku Ocalan ji sal û nîvekê vir ve derveyî malbata xwe (ew jî pir kêm) bi tu kesî re hevdîtinan çêbike. Yê ku li ser navê dewletê bi Ocalan re hevdîtin çêdikir jî Musteşarê MÎTê Hakan Fîdan e. Hek em bi awayekî din bibêjin, tiştên pir muhîm pêk tên.
Agirbesteke cidî û bi hev re, heta devjêberdana çekan ya PKKê û derketina gerîlayên PKKê ya ji qada Tirkîyê; spekulasyonên wisa di rojevê de nin. Piştî ku min nivîs bi dawî anî, ez bi çend kesên ku bi vê mijarê re ji nêzîk ve têkildar dibin re peyivîm, ew dibêjin ku ‘em nizanin çi pêk tên’. Ji ber ku ez jî nizanim ku çi pêk tên, ev yek min rehet dike. Ya ku em li ser wê li hev dikin jî ev e; em di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin.
Şeva din grûbeke F-16 ya Hêzên Hewayî yên Tirk kampên PKKê bombebaran kir, ev bombebaran ji demekê vir ve her berdewam dike. Li gor ku hikûmet dîyar dike di roja ewil ya sala nuh de deh şervanên PKKê hatine kuştin. Di vê demê de hikûmet ji bo ku PKK dev ji çekan berde bi Ocalan re hevdîtinan pêk tîne, MÎT li ser navê hikûmetê van hevdîtinan çêdike. Em ê van bûyer û hevdîtinan çawa bi hev re têkildar bikin? Bi ya min li vir lîstikeke pir talûke tê lîstin.
Hevdîtinên bi Ocalan re ji teref şêwirmendê sîyasî yê Serokwezîr Erdoxan di roportajeke telewîzyonê de hat dîyarkirin. Şêwirmendê serokwezîr Yalçin Akdoxan got ku, hikûmet difikire ku di vê sala dawîn de şerekî giran li hember PKKê hatiye dayin û di vî şerî de PKK pir lawaz bûye. Şêwrimendê Serokwezîr axaftina xwe wisa domand: Di sala dawîn de 1450 PKKyî “ji qudûm ketinin” û ev yek ji bo PKKê “têkçûneke pir mezin” e.
Akdoxan: “Rêxistin êdî dibîne ku bi şerê çekdarî nikane bigîhêje tu derê. Di nav rêxistinê de motîvasyon xera dibe, lêpirsîn dest pê dike û ev jî dibe sedem ku hîn zêde reaksîyon derkevin holê. Rêxistin jî êdî vê yekê dibîne. Esker, polîs û cenderme êdî bi hev re dixebitin û ev yek jî serkevtina operasyonên li dij PKKê hîn xurt dike.”
Li ser bajêr difirin
Li gor van agahîyan wisa xwiya dike; hikûmet difikire ku di vê sal û nîva dawîn de, PKK pir lawaz bûye û êdî li ber teslîmbûyinê ye. Hikûmet li hêlekê “hevdîtinên aştîyê” didomîne ku PKKê di rewşeke bêçareyî de bihêlî, li hêla din jî êrîş berdewam dike. Gava ku min ev nivîs li Diyarbekirê dinivîsand, ji balafirgeha nêzîkî min balafirên bombebaranê ber bi başûr, ber bi sînor bi hewa diketin.
Him hevdîtin him jî şidet bi hev re dewam dikin, di derbarê vê stratejîyê de ya ku dîtina min xurt dike jî ev e; ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurdan di qada sîyasî de qet tu tişt nayê kirin. PKK bêsedem dest bi şerê çekdarî nekir. Ji bo ku dev ji şerê çekdarî berde, divê daxwazên PKKê yên mafdar bi cî bên. Ji van daxwazan yên herî pêwîst ev in: Xebata li ser Qanûna Esasî ya demokratîk û pir dengî, mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî, guherandina qanûna tekoşîna bi terorê re û bidawîanîna dada KCKê. Pêvajoya qanûna esasî li ber xetimandinê ye. Ji bo perwerdeya bi zimanê zikmakî niqaşeke cidî jî nayê kirin, di vê salê de hejmara xwendekarên dersa Ziman û Edebîyata Kurdî (yên ku wê bibin mamosteyên Kurdî) bi derbekê hatin kêmkirin. Pakêta Qanûnî ya Çaremîn ya ji bo guherandina qanûna têkoşîna bi Terorê re divê di sala 2012an derketibûya.
Serbestbûna Ocalan
Hin kes dibêjin ku PKK qet tu caran naxwaze ku vî şerê çekdarî bi dawî bîne. Hek ev yek rast be jî, ev nabe sedemê neçareserkirina pirsgirêka Kurd. Divê ku di her şerd û mercan de ev pirsgirêk çareser bibe. Gava ku ev pirsgirêk bê çareserkirin, an jî ji bo çareserkirinê gavên rast bên avêtin, hevdîtinên bi PKKê re yên ji bo bidawîanîna şidetê mumkun dibin. Di van hevdîtinan de divê ev mijar hebin; ji bo gerîlayên PKKê qanûneke efûyê, hewldanên ku ev însan bi awayekî baş tev li civakê bibin û bi awayekî azadîya Ocalan. Ji bo bê fahmkirin ku PKK dixwaze ku şidetê bi dawî bîne divê ev bên kirin.
Ez nizanim ku PKKê di vê sal û nîvekê de çiqas hêz wenda kiriye. Şer pir dijwar derbas bû, ev qethî ye, lê hejmara kesên ku hatinin kuştin wek ku PKK û artêş dîyar dikin ne bêteref e. Li hêla din ez nizanim ku di vê demê de çiqas kes tev li PKKê bûnin û em nizanin ku anuha çiqas gerîlayên PKKê hene. Ev rewş, nirxandina me ya li gor dîtina hikûmetê PKK di pratîkê de li ber teslîmbûyinê ye dijawartir dike. Hek ez ya rast bibêjim, ez bawer nakim ku ji vê pêvajoyê encameke erênî derkeve. Tevî ku tu armancên PKKê bi cî nehatinin jî, ew ê çima dev ji şerê çekdarî berde? Bi taybet jî di dema ku hikûmet bi helwesta xwe ya şidetê dibe sedem ku gelek ciwanên Kurd tev li PKKê bibin û PKK hîn xurt bibe de.
Zarokê her kesî
Hikûmet li hêlekê şidetê gûr dike, li hêla din jî “hevdîtinên aştîyê” didomîne, ev yek jî wê bibe sedem ku encameke hîn trajîk derkeve holê. Gava ku hîn zêde gerîlayên PKKê bên kuştin, cesedên wan yên perçe bûyî bên bajarên Kurdan, hêrs û kîna ciwanên Kurd wê hîn zêdetir bibe. Yên ku tên kuştin xwişk û birayên wan in, hevalên wan yên dibistanê nin, cîranên wan in, hevalên wan yên zaroktî nin. Îsanên vê civakê pir bi hev re girêdayî nin, hesta wan a yekîtîyê pir xurt e. Gundîyekî ku di şer de hatiye kuştin, zarokê her kesî ye, xwişk û birayê her kesî ye. Li Geverê (Yuksekova), sîyasetmedarekî çend meh berê ji min re wisa gotibû; “ji çend rojan carekê cesedekî PKKyî tê rakirin, hela carekê bifikire.”
PKKê di sala 1984an de dest bi şerê çekdarî kir. Her Kurdê ku piştî vê salê hatiye dinyayê tenê demên şidetê tîne bîra xwe, di wan bîst salên pêşîn de di nav wê şideta ku li hember Kurdan hat bikaranîn de jîyana xwe domand, bi çavên xwe ev şidet dît û bi guhên xwe ev şidet guhdar kir. Ev xort û keçikên ciwan yên bi vê hêrs û kînê mezin bûn, serokên Kurdan yên pêşerojê nin. Ew ê wek qirnê ku anuha rêvebirîya tevgera sîyasî ya Kurdan dikin, guh nedin metodên aştî an lihevkirinê. Bi gotineke din; hek hikûmet di demeke kurt de dest bi demokrasîyeke cidî û hevdîtinên aştîyê neke û hewl bide ku PKKê bi şidetê bieciqîne, ew ê pir dereng be.
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!