Zarok mirin

Bi qasî ku min bihîstîye li Roboskî jîyan baş bû. Feqîrî hebû, jîyan zor bû lê baş bû. Ji bo ku ez vê yekê bi çavên xwe bibînim û bi dilê xwe bijîm, min dixwest ku sal û rojek berê li wir bûma. Lê berî sal û rojekê min jî wek her kesî nizanîbû ku bi navê Roboskî gundekî Qilabanê heye, haya min jî jê tunebû.

Sala din her tişt hat guhertin. Bomberana ku tevî 20 zarokan 34 gundî tê de hatin kuştin her tişt guherand. Bi salan e ku her kesê li wê herêmê karê qaçaxê dikin, gava ku ji qaçaxê vegerîyabûn “hatibû zenkirin ku ew gerîlayên PKKê ne”. 34 beden hatin perçekirin, piraya wan bedenan şewitîn-barê wan benzîn bû.

Kê fermana bombebaranê da?

Piştî bombebaranê tiştê ku min texmîn dikir pêk hat: Dewletê derveyî ku ser qetlîamê binixumîne tu tişt nekir. Li mesclisê li nav Komîsyona Mafên Mirovan komîsyoneke di asta duyem de hat avakirin. Çend caran dîyar kir ku rapora xwe bi dawî anîye lê ev rapor nehat weşandin, di dawîyê de biryar da ku ew ê di meha Çileyê Paşîn de biweşîne. Lê ji ber ku min encama vê raporê texmîn dikir, hewce nake ku ez xwe binepixînim. Dewlet îro jî berê jî qet tu caran li cînayetên xwe xwedî derneketiye, ji ber vê yekê her kesekî kanîbû ev yek texmîn bikira.

Ji ber vê yekê texmîna min a din jî qet ne zor bû: Hek rapor bê weşandin jî bersîvên ku gundî daxwaz dikin wê tê de tunebin. Çavkanîya îstîxbaratê çi bû, kê ev û çawa şîrove kir û li gor kîjan agahîyan biryara bombebarankirina gundîyên ku ji qaçaxê vedigerin hat dayîn? Kesên ku biryara bombebaranê dan, qey nizanîbûn ku wek her car di kontrola cendermeyan de derbas dibin? An jî zanîbûn? Kê fermana bombebaranê da? Alîkarîya ku ji bo kesên piştî bombebaranê nemiribûn çima ewqas derneg hat?

Poşmanîyeke ji dil

Piştî bombebaranê ez zû çûbûm Gundê Roboskî – hun dikanin nivîsên min yên wan rojan li vir bixwînin – paşê di biharê de ez ji bo du hefteyan çûbûm, di meha Çirîya Pêşîn de jî ez ji bo Cejna Qurbanê cardin çûbûm. Ez anuha ji bo bîranîna 34 jîyanên ku wendabûnin û bûyerên ku li vir pêk tên binivîsim cardin li vir im.

Rewş, di seranserê salê de qet baş nebû. Van însanan şanasa ku derdên xwe derman bikin bi dest nexistin. Dewletê birînên wan xedartir kir. Dewletê bersîva pirsên wan jî neda, bi gotinên xwe yên xedar birînên wan hîn kûrtir kir (hun dikanin ji vir bigîhêjin mînakekê), qet lêborîn jî nexwest û helwesta xwe ya xedar dewam kir. Tazmînata ku dewlet dibêje ku min daye jî, ji teref gundîyan nehat qebûlkirin. Li gor çandê xwestina lêborînê û dayina pereyan hek ramaneke ne xerab be jî, ev yek bi poşmanîyeke ji dil watedar dibe.

27/12/2012

Di seranserê salê de min dît ku ker kes di bin bandora vê bombebaranê da manin, ya ku herî pir tesîr li min kir û dilê min xemgîn kir ev yek bû. Di Çirîya Pêşîn de min firsend dîtibû ku bi ciwanekî 17 salî yê ku berê jî ez pê re peyivîbûm re hevdîtinekê pêk bînim. Di serî de me qala hin tiştên sivik kirin, paşê jî min jê pirsî ku dibistan çawa diçe? Got ku ji mecbûrî dev ji dibistanê berdaye. Got ku, ji ber van bûyerên ku qewimîne êdî nikanîbûye konsantre bibe, di hemû dersan de maye, mecbûr maye ku ji bo ku kanibe van dersan dubare bike pereyekî zêde bide midûrê dibistanê. Ewqas pere bi malbata wî re tunebû.

Di vê hefteyê de, min eynî serpêhatî ji ciwanekî din jî guhdar kir. Wî got ku, wî jî wek gelek hevalên xwe ji mecbûrî dev ji dibistanê berdaye. Ji van ciwanan qet yek jî nikanin li dersên xwe konsantre bibin, li dibistana dewletê ya ku diçinê qet nikanin qala bombebaranê û hevalên xwe yên ku wenda kirinin bikin. Hema hema hemûya van zarokan (hîn jî) di nav re diçin karê qaçaxê, lewra şerd e ku alîkarîya debara malbata xwe bikin. Gava ku ez li nav gund digerim, her cara ku ez wan dibînim, tê ber çavên min ku yên hatin kuştin jî wek wan zarok bûn. Ya ku dilê wan dişewitîne jî ev e, ez dizanim: ‘Dibe ku ez jî di nav wan mirîyan de bûma.’ Ciwanekî 16, 17, 18 salî çawa dikane serî bi vê rewşê re derxîne?

Meydaneke mezin ya ku bi çîyayan hatiye dorpêçkirin

‘Zarok mirin.’ Keçeke ku hîn nuh bûbû 18 salî, berê jî min ev dîtibû. Min cardin jî xwest ku ez pê re bipeyivim, piştî ku ji min re got ku ez bûme 18 salî, min jê pirsî ku wêneyên wê yên dawetê hene an na. Got ku ‘ez ê qet tu caran nezewicim’. ‘Hemû zarok mirin.’ Yekî ku di qetlîamê de hatibû kuştin birayê wê bû. Gava ku hatibû kuştin 13 salî bû.

Ji qetlîamê û vir ve êdî dawet çênabin. Gel tenê li ber meleyekî, bi awayekî ne fermî dizewice û dawet nayê çêkirin. Min vîdeoya dawetekê ya berî qetlîamê temaşe kiribû. Meydaneke mezin ya ku bi çîyayan hatiye dorpêçkirin bifikirin, paşê jî bifikirin ku gelek zêde kes wek xelekekê ketinin govendê. Bînin ber çavên xwe ku zilam bi kincên xwe yên herêmî û jin jî bi kincên xwe yên rengîn û birqok di vê dilanê de nin. Ev hemû êdî li paş maye. Min hewl da ku ez hîn bibim ku ew ê kengî dest bi dawetan bikin. Tu kesî bersîv neda. Min wisa pirsî; ‘qet di tu demê de?’ Tu kesî nizanîbû, lê tew nebe anuha qet tu kes pîrozbahîya dawetekê nafikire jî.

Hun di vî rismî de Mahmûtê piçûk yê ku di nivîsê de tê qalkirin dibînin. Gava ku bi rismê bavê xwe digire. Di eynî demê de cîranên ku merivên wan in li ser mezel di şînê de nin. Orjînala vî rismî ya Serpil Polat e. Di pêşangeha di derbarê vê qetlîamê ya li Diyarbekirê min jî rismê vî rismî kişandibû.

Eynen wek ku jin wê heta dawîyê kincên reş li xwe bikin. Wek ku serokê mixalefetê Kiliçdaroxlû, hevjîna wî û endamên beşa jinan ya partîyê di vê salê de hatibûn Roboskî û hin kincên rengîn û birqokî bi xwe re wek yadîgar anîbûn; ew kinc di dolaban de ne û ew ê qet neyên lixwekirin. Wek ku piştî ku jinên partîya mixalefetê ji gund veqetîyabûn gundî pir hêrs bûbûn: ‘Bi rastî jî ew difikirin ku em kincên porteqalî û yên bi çîçekên zer hatinin xemilandin li xwe dikin?’

Ez nizanim ku Roboskî wê rojekê bi ser xwe bê an na. Dewletê heta îro hemû bûyerên qesas-nedîyar ji bîr kiriye, anuha jî dest pê kiriye ku vê bûyerê jî ji bîr bike. Lê gel wê qet ji bîr neke. Qetlîamê jîyana wan bi tevayî heta dawîyê guherand. Lê hek pir piçûk bin jî hin dilxweşîyên gel hene. Pakîze 29 salî ye, di bombebaranê de mêrê xwe yê 32 salî wenda kiriye, zarokên wê henin; Ozqan (12), Esra (11), Sînem (10), Hulya (8) û Mahmût (6). Min ji Pakîze wisa pirsî; ‘tu çawa dikanî li ber vê êş û kederê bisekinî, tu difikirî ku tu yê rojekê bersîvên van tiştên ku hatine serê te bi dest xînî?’ Got ku; ‘ez ji bo vê yekê dua dikim. Ev yek hinekî dilê min xweş dike. Xweda mezin e’.

Nivîsa binê risim: Hun di vî rismî de Mahmûtê piçûk yê ku di nivîsê de tê qalkirin dibînin. Gava ku bi rismê bavê xwe digire. Di eynî demê de cîranên ku merivên wan in li ser mezel di şînê de nin. Orjînala vî rismî ya Serpil Polat e. Di pêşangeha di derbarê vê qetlîamê ya li Diyarbekirê min jî rismê vî rismî kişandibû.

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply