Li Trabzonê dersên Kurdî

Ez difikirim ku bi rastî jî ramaneke baş e: Li Trabzonê dersên Kurdî. Li Denîzlî jî, li Antalya jî, li Konyayê jî, li Bûrsayê jî. Li her deverên ku zarokên Kurd ne di piranîyê de bin, di hefteyê de çend seet dersên Kurdî bi zimanê welêt yê duyem bên xwendin. Çima? Ji bo ku her du gelên Tirkîyê yên herî mezin, Tirk û Kurd hîn nêzîktirî hev bibin.

Niqaşa di derbarê perwerdeya zimên de dewam dike. Ji vê salê ve, dê û bav di sinifa pêncan de ji bo zarokên xwe kanin Kurdî wek dersa hilbijartî bipejirînin. Hek li dibistanekê herî kêm 10 zarok Kurdî wek dersa hilbijartî bipejirînin, li wê dibistanê dersa Kurdî mecbûr e ku dest pê bike. Wezareta Perwerdeya Netewî, ji ber ku dersa Kurdî di nav dersên hilbijartî de ya herî kêm e, şaş û mat maye. 25 hezar zarok ev ders hilbijartine; Wezaret li bende bû ku zêdetir zarok vê dersê hilbijêrin.

Li ser mijara dersa Kurdî ez bi dê û bavên zarokan re peyivîm. Ji van axaftinan min ev encam derxistin; dê û bav ji ber sê sedeman naxwazin zarokên wan vê dersê hilbijêrin. Yek: Nizanin ku derseke wisa heye. Du: Ji ber ku di sîstema perwerdeya Turkîye de reqabet heye, difikirin ku dersên wek matematîk an jî Îngilîzî hilbijêrin wê baştir be. Sê: Helwesta ku zimanê zikmakî wek dersa hilbijartî dipejirîne, ji kok ve boykot dikin.

Zimanê hevpar

Ev grûba dawîn, daxwaz dikin ku li hemû deverên ku nifûsa Kurdan hîn pirtir e, temama perwerdeyê bi Kurdî be. Daxwazeke herî muhîm ya tevgera sîyaseta Kurdan jî ev e. Hemû Kurd piştgirîya vê helwestê nakin. Hin ji wan difikirin ku li Tirkîyê Tirkî zimanê herî muhîm e, hek zarokên wan Tirkî baş hîn bibin û mezin bibin, jîyana wan wê baştir bibe.

Li gor min ev niqaşeke balkêş e. Kesên ku di perwerdeyê de Kurdî diparêzin; dibêjin ku ji bo parastina zimên ev yek pir girîng e. Û dibêjin ku bi vî awayî pirsgirêk wê bi tevayî çareser bibe, gava ku Kurdî bi awayekî azad û ji teref gelek kesan bi rastî bê bikaranîn, li herêmên Kurdan yên li Tirkîyê Kurdî wê bibe zimanê sereke û li van herêman jîyan wê bi Kurdî bimeşe. Hewcedarîya bi mamosteyan re wê zêdetir bibe, wergêr wê hewce bibin, li şaredarîyan kesên ku bi Kurdî zanin wê bixebitin û hwd.

Dibêjin ku di sîstemeke wisa de Tirkî jî wenda nabe. Dersa Tirkî jî wê hebe, her zarok wê Tirkî jî hîn bibe û bi du zimanan zanibin, li her deverê Tirkîyê kanin jîyana xwe bi dilê xwe bidomînin, di vê mijarê de bi tu pirsgirêkan re beramber nabin, gava ku mezin bûn ku derê Tirkîyê daxwaz bikin kanin li wir bijîn. Bi dersên Tirkî re, wê hejmara Kurdên ku li rêzefîlmên telewîzyonan temaşe dikin, rojnameyên Tirkî dixwînin û dikevin malperên înternetê wê zêdetir bibe.

Fêkî û sebze

Ev wêneyekî pir baldar e lê ez nizanim ku ew ê mumkun bibe an na. Ya ku ez zanim ev e; ji bo ku Kurdî bê parastin divê gavên hîn radîkal bên avêtin. Kurdîya ku li Tirkîyê tê axaftin bi tevayî nêvî nêvî Tirkî ye. Gava ku ez bi cîranên xwe yên li Diyarbekir re dipeyivim, hin caran ez Kurdîya hin peyvan ji wan dipirsim, ew jî dibêjin ku ev peyv di Kurdî û Tirkî de wek hev in. Navên fêkî, sebze, rojnamevan û gelek peyvên din yên bi Kurdî nizanin. Gava ku ziman wenda dibe çand jî wenda dibe û ev pêvajo hîn jî berdewam e.

Lê roleke ziman ya din jî heye. Erê, çandan li ser lingan dihêle lê di eynî demê de têkildarîya di nav însanan de jî pirtir dike. Di van rojan de, hun kanin li başûrê rojhilatê Tirkîyê vê yekê bibînin. Gel her tim li telewîzyonên Tirkî temaşe dikin û nûçeyan ji çapemenîya Tirkî dişopînin. Gava ku hun nûçeyên Tirkî guhdar bikin, rêzefîlmên Tirkî temaşe bikin û muzîkên Tirkî guhdar bikin, hun dikevin nav jîyan, ziman û çanda Tirkan. Tiştên li Tirkîyê diqewimin û pirsgirêka Kurdan ji teref Tirkan ve çawa tê fahmkirin jî dibînin.

Kurd Tirkan, ji qasî ku Tirk Kurdan fahm dikin zêdetir fahm dikin. Baş e, Tirkên Tirkîyê, qet çanda Kurdan nas nakin? Bi awayekî sîstematîk bi Kurdî re beramber dibin? An jî qet dibîhizin? Nûçe an bûyeran, li gor Kurdan dibînin? Li muzîkên Kurdî guhdar dikin? Ji bo hinan erê; lê ji bo gelekan na! Bi giştî qet nayê heşê wan jî. Ji bo gelek Tirkan, her tiştê ku Kurd e negatîf e û bi terorîzmê re têkildar e. Hin ji wan Kurdî wek ‘zimanê terorîstan’ bi nav dikin.

Nefreta kûr

Di serê vê salê de, gava ku min ji cîranên xwe re got ku ez çûme Şirnex, Mêrdîn û Diyarbekir; reaksîyona ku dîyar kirin, ez ê qet ji bîr nekim. Ji rûyên wan tenê hestek xwiya dikir: Nefreteke kûr. Ev nefreta xwe bi peyvan jî anîn ziman. Çima ez diçim herêma ku terorîst lê henin? Çima ez diçim herêmeke ku qet dar û ber lê şîn nabin? Bi rastî jî ev tişt gotin! Gelek Tirk, Kurdî wek zimanekî qebûl nakin, û Kurd hîn jî li Tirkîyê bi awayekî berfireh tên înkarkirin.

Berpirsîyarê vê rewşê dewlet e. Bi dehan sal hebûna Kurdan înkar kir, got ku Kurdî zaravayekî Tirkî ye (tevî ku ev her du ziman ne ji malbatekê nin jî), Kurd wek ‘Tirkên Çîyayî’ hatin binavkirin. Û anuha berpirsîyarîya çareserkirina vê pirsgirêkê jî li ser milên vê dewletê ye. Berpirsîyarîya dewletê ne tenê ew e ku, Tirk ziman û çanda Kurdan bi awayekî rast fahm bikin û bipejirînin, ya hîn girîngtir, divê her du gelan hîn nêzîktirî hev bike û pisgirêka Kurdan çareser bike.

Ji bo çi, ji dibistanên ku hema hema temama zarokan Tirk in neyê destpêkirin? Di her hefteyê de çend seet dersên Kurdî. Mecbûrî. Gava ku Tirk, Kurdî hîn bibin edebîyat, dîrok, muzîk û dansên Kurdan jî wê hîn bibin. Ew ders wê bi kêfxweşî derbas bibe! Ez zanim ku gelek malbatên Tirkan wê li dij derkevin, lê ji bo ku ev yek pêk bê divê ku ev bibe astengek? Bi ya min nabe. Dê û bav ne pêşeroja Tirkîyê nin. Werin, em zarokan ji bo asoyeke berfireh ya biratîyê perwerde bikin û mezin bikin!

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply