‘Dema devjêberdana sîlehan’
Serokwezîr Erdoxan di hefteya borî de dîyar kir ku, “hek PKK dev ji sîlehan berde, operasyonên eskerî wê bisekinin”. Di vê havînê de, şerê di nav PKK û hêzên eskerî de pir dijwar derbas bû. Gava ku ez li naveroka gotina Erdoxan dinêrim; ez dibînim ku Serokwezîr, dixwaze bide xwiyakirin ku PKK di vî şer û şidetê de betilî ye û merhametê daxwaz dike. Erdoxan dixwaze gel zanibe ku hek PKK dev ji sîlehan bernede, ew ê derbeyeke dawîn lê xîne û wê PKKê têk bibe. Lê li hêla din, Erdoxan jî zane ku, PKK wê anuha dev ji sîlehan bernede. PKKê, qet bersîva van gotinan jî neda. Şer dewam dike. Hejmara kesên ku tên kuştin her ku diçe zêdetir dibe.
Roja duşemê ez beşdarî civîna çapemenî ya ku hevserokên BDPê Gultan Kişanak û Selahatîn Demîrtaş ji bo rojnamevanên biyanî li dar xistibûn bûm. Wan jî qala bidawîanîna şidetê kirin. Berî vê civînê, min ji Twitterê pirsên kesên ku min dişopînin û dixwazin ji hevserokên BDPê bipirsin, sitendibûn. Di civîna çapemenî de min bersîvên hemû pirsên xwe sitendin.
Gultan Kişanak wisa dibêje: “PKK dev ji sîlehan berde jî, ev pirsgirêk çareser nabe. Ma qey hatiye dîtin ku, rêxistineke xwedî armancên sîyasî bêyî ku tu mafî bi dest xîne dev ji sîlehan berdaye? Tiştekî wisa tuneye. Pir xwezayî ye ku divê ev xwîna ku tê herikandin bê sekinandin û hewce ye ku rêya li ber aştîyê bê vekirin. Lê ji bo vê yekê, îradeyeke sîyasî lazim e.” Kişanak da xwiya kirin ku ev îrade bi Hikûmeta AKPê re tuneye. Qala hin pêşnîyarên ji bo çareserîyê yên ku hikûmet li wan xwedî dernakeve kir.
AKP, gelek caran hewl dide ku BDP û PKKê wek du rêxistinên paralel û wek hev dîyar bike. Selahatîn Demîrtaş, dibêje ku “AKP hewl dide ku stratejîyeke ku BDPê ji çavan wenda bike bimeşîne”. Kişanak jî wisa dibêje: “BDP û PKK du rêxistinên ji hev cuda nin, lê pirsgirêka ku ew derxistinin holê yek e. Hun nikanin rewşa me, wek ya IRA û Sinn Fein ya li Îrlandayê beramber bikin.”
Gotinên xwe wisa didomîne: “Pêdivîya me ew e ku BDP û AKP li ser maseyeke girover civînekê pêk bînin. Em hewl bidin ku li hev bikin û vî şerî bi hev re bi dawî bînin.” Kişanak, banga agirbestê dike: “Tê dîtin ku artêş jî naxwaze dev ji teqîna sîlehan berde. Lê divê em bi hev re dev ji teqîna sîlehan berdin.”
‘Bûyera Hembêzkirinê’ li dadgehê ye
Meclîsa Tirkîyê di yekê meha Cotmehê de tê vekirin. Mijareke ku tansîyona meclîsê bilind bike jî, tehdîda Erdoxan ya ku lênepirsîna Kişanak û hin parlamenterên BDPê yên din ji holê bê rakirin e. Çend hefte berê, li derdora Hekarî rêya parlamenterên BDPê ji teref gerîlayên PKKê hat birîn. Kişanak û parlamenterên BDPê bi gerîlayên PKKê re peyivîn û hev hembêz kirin. Erdoxan, li ser vê bûyerê got ku, “hek dozger di derbarê vê bûyerê de dozekê veke, em ê jî bi berpisîyarî li vê dozê xwedî derkevin û di meclîsê de lênepirsîna parlamenterên BDP ji holê rakin ku ew bên dadgirin.”
Yek ji kesên ku min di Twîtter de dişopîne (bênav), ji min pirsî ku “hek ku parlamenterên BDPê ji meclîsê bên avêtin, tu planeka wan ya B heye an na?” Kişanak dibêje “na” û wisa dewam dike: “Hek ev yek pêk bê em nizanin ku em ê çi bikin. Lê em ê bêdeng nemînin, em ê vê helwestê bi awayekî neyartî bipejirînin û ev helwest wê xisareke mezin bide pêvajoya avakirina qanûna esasî ya nuh.” Li hêla din Kişanak vê yekê jî tîne ziman: “BDP dixwaze û hewl dide ku lênepirsîna hemû parlamenteran ji holê bê rakirin. Di derbarê parlamenterên partîyên din de sûcdarîyên dizî û keleşîyê henin. Lênepirsîn bila rabe? Ev ji bo me ne pirsgirêk e lê divê ji bo hemû parlamenteran rabe.”
Qanûna Esasî ya ku tê de ‘lê’ tunebe
Di Twîterê de @ArjDnn, qala baraja ji sedî deh ya hilbijartinê û parlamenterên BDPê yên di hefsê de dike û wisa dibêje: “Ez meraq dikim ku, BDP çima di nav sazîyeke sîyasî ya ku her dem di aleyhê wan de karan dike dimînin.” Pirsa @evrana jî li ser vê mijarê bû: “BDP, di vê sala meclîsê de çi hêvî dike?”
Ev pirs bi awayekî sererast nehat pirsîn lê di pêvajoya civîna çapemenî de bersîv dîyar bûbû: Tenê piştî pêvajoyeke sîyasî çareserî kane mumkun dibe. Kişanak, di derbarê pêvajoya Qanûna Esasî ya nuh û maf û azadîyên esasî de wisa peyivî: “Em anuha dibînin ku, hin maf û azadîyên esasî wê bên nivîsandin, lê pişt re jî gotinên ku bi ‘lê’ dest pê dikin wê bên. Bi gotineke din, maf û azadîyên me wê bên sînorkirin. Em Qanûna Esasî ya ku tê de ‘lê’ tunebin daxwaz dikin.”
Heta anuha li ser 6 madeyan lihevkirin pêk hatiye, 32 made hîn çareser nebûnin. Kişanak wisa dibêje: “Li alîyekî BDP heye, li alîyê din jî her sê partîyên din henin. Hek wisa dewam bike, ev qanûna esasî ya nuh wê ji daxwaz û hêvîyên civaka demokratîk û piralî re nebe çareserî. Lê em hîn jî dixwazin vê pêvajoyê ji bo çareserîya pirsgirêkan wek firsendekê bibînin. Tevî ku em tim li derve tên hiştin jî, me piştgirîya qanûna esasî ya nuh kir û em ê vê piştgirîyê bidomînin.”
Zimanekî duyem
Pirseke balkêş jî ji @_k4k_ hat. Bi kurtasî wisa digot: “Kurdekî ji rêzê, otonomî daxwaz dike an dixwaze wek hevwelatîyekî hevpar bijî?”
Ev pirs jî rasterast nehat pirsîn lê bersîva vê pirsê bi awayekî qethî hat: “Rêvebirîya Tirkîyê ya ji Anqerê bi awayekî navendî ve êdî ne mumkun e. Ji bo welatekî mezin û di nav herêmên wê de cudatîyên mezin henin de, ev cure rêvebirî têrê nake, pirsgirêkan çareser nake. Ev pirsgirêk bi rêvebirîyeke ku desthilatdarîyên herêmî xurt bike çareser dibin.”
Gultan Kişanak di derbarê bikaranîna zimanê zikmakî de mînakeke wisa da: “Em naxwazin ku li Tirkîyê Kurdî bibe zimanê fermî yê duyem. Lê hek rêveberî ji Anqerê ber bi herêman ve bê belavkirin, hikûmeta herêmî kane ji bo zimanê duyem biryarekê bide. Li gor herêmên li Tirkîyê, dibe ku ev zimanê duyem Kurdî be an jî zimanekî din be. Rêvebirîya demokratîk, kane bi vî awayî wekhevîyê pêk bîne.”
Di asansorê de
Pirsa yekem ya di ser Twîterê de gîhaşt min, ya @Hevallo yê ku li Londonê dijî bû. Dipirsî ku Kurdên li Ewropa dijîn çawa kanin alîkarîya doza Kurdên li Tirkîyê bikin. Mixabin, atmosfera civîna çapemenîyê, ji bo vê pirsê ne maqûl bû.
Lê gava ku di asansorê de ez li Gultan Kişanak rast hatim, min hewl da ku bersîva vê pirsê jê bigirim. Kişanak wisa bersîva vê pirsê da: “Kurdên li Ewropa qasidên me yên xwezayî nin. Divê bi grûb û sîyasetmedarên civakê re têkilîyan pêk bînin û di derbarê çareserîya pirsgirêkan de tevbigerin. Ev yek, wê ji bo çareserîya li Tirkîyê bibe alîkar.”
Di pêvajoya civîna çapemenî de, hin mijarên balkêş yên din jî hatin peyivîn. Ji rewşa Kurdên li Sûrî û heta otonomîyên cîhêreng, gelek mijarên balkêş hatin peyivîn. Lê ev hemû mijar, ji çapa nivîsa vê blogê pir firehtir in. Ez ê van agahîyan, di pirtûka ku ez anuha amade dikim de bi kar bînim.
Ji bo pirsan ez spasdarîya kesên ku min di Twîter de dişopînin de dikim. Bi kêfxweşî min bersîvên pirsên wan sitendin.
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!