Gavekê li pêş
We bihîstibû ku kovareke mehane ya ji hefteyekê carekê tê weşandin heye? Li Tirkîyê heye. Berpirsîyarê Ozgur Gundemê Huseyîn Aykol dîyar kir: Navê vê kovarê Netewê Demokratîk e. Gava ku tê weşandin, di derbarê wê de ji bo mehekê biryara qedexekirinê derdikeve. Lê ji bo wek hemû qedexekirinan, ji bo çareserîyê jî rêyek heye.
Aykol, sedemê qedexekirina Netewê Demokratîk wisa tîne ziman: “Di vê kovarê de em daxûyanîyên PKKê yên ji Çîyayê Qandîlê diweşînin. Em nikanin van daxûyanîyan di Ozgur Gundemê de biweşînin, lewra gava ku em biweşînin tavilê em tên qedexekirin û bi pirsgirêkên girîng re beramber dibin. Mehekê tê qedexekirin, piştî mehekê em dikanin weşana xwe bidomînin. Ji ber vê yekê em di vê kovara heftane de diweşînin. Di her sê hefteyên din de em rojnameyê bi navekî din diweşînin.”
Axir, kovarake ku di her hefteyê (hek neyê qedexekirin) de bi çar navên ji hev cuda tê weşandin heye: Netewê Demokratîk, Welatê demokratîk, Rêvebirîya Demokratîk û Modernîteya Demokratîk.
Civaka Kurd ya sîwîl, li dij dewletê hewl dide ku çareserîyekê pêde bike ku kanibe bibe xwedîyê statuyeke sîyasî. Statuya ku herî pir tê daxwazkirin xweserîya herêmî ye. Qanûna Esasî ya îro rê li ber vê daxwazê venake û vê daxwazê wek tehdîteke perçebûna Tirkîyê dibîne. Lê ev daxwaza xweserîya herêmî, li herêmê ji teref şarederîyên BDPê bi awayekî bi cî tê. Ji kovara ku Huseyîn Aykol nîşanî min kir, ez fahm dikim ku, bikaranîna hin mafan ji qanûn û sîstema dadgehî ya Tirkîyê pêşketîtir e.
Ya balkêş ev e ku, hin tiştên ku berê ji Kurdan re hatibûn qedexekirin, êdî serbest in. Rojnameyên wek Ozgur Gundem û Azadîya Welat yên bi Kurdî an di derbarê pirsgirêka Kurdan de tên weşandin, ji bo vê yekê mînakên herî baş in: Di demên borî de ev rojname dihatin qedexekirin û bi aweyekî veşirtî digîhaştin aboneyên xwe, lê anuha hek ne bi awayekî giştî be jî li tevaya Tirkîyê, bi çapemenîya sereke ya Tirkîyê re tên belavkirin, hemû abone jî her sibe kanin rojnameya xwe bi dest xînin. Di sîyaseta Kurdan de jî rewş wisa ye: Hek partîya Kurdan çareserîyek ji baraja %10 ya hilbijartinê pêde nekiriba nikanîbû tev li meclîsê bibe. Partîya Kurdan bi berendamên serbixwe ev pirsgirêk çareser kir.
Civaka Kurd ya sîwîl, her dem gavekê di pêşîya destûrên dewletê de ne, li hember êrîşên dewletê bi awayekî tund ber xwe dide. Hela em bibînin ku ev rewş, wê ji bo çapemenîya Kurdan bê çi wateyê? Û dahatûya xweserîya herêmî wê çawa pêk bê?
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!