Mexdûrîyeta şexsî
Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, di hevpeyvîna xwe ya di IMC-TV de got ku “Malbatên Roboskî ji bo ku bi Serokwezîr re hevdîtin çêkirine kêfxweş in. Wan derfet dîtin ku ray û ramanên xwe ji otorîteya sîyasî ya sereke re bibêjin.”
‘Malbatên Roboskî’, xwedîyên 34 kesên ku di vê qetlîamê de hatibûn kuştin in, hejmara endamên van malbatan ji sedî zêdetir e û hemû bi hev re tevdigerin, helwesteke hevpar dîyar dikin. Ne mimkun e ku hemû endamên van malbatan bi hevdîtina bi Serokwezîr re kêfxweş bibin. Lê di rewşa sîyasî ya aniha de, hewce dike ku her kes ji vê hevdîtinê kêfxweş bibe, Demîrtaş wisa dibêje.
Ez aniha li ser Kurdan pirtûkekê dinivîsim, li ser qetlîama Roboskî ray û ramanên min yên cuda hene. Mijareke vê pirtûka min nasnameya Kurdan ya Li Tirkîyê ye. Gava ku hun ji gelê Roboskî an jî ji Kurdekî din sedema qetlîamê bipirsin, bersîv ev e: ‘Ji bo ku em Kurd in.’ Gava ku em bînin bîra xwe ku, di dîroka Cimhûrîyetê de Kurd her dem hatinin perçiqandin, înkarkirin, kuştin û her cure zor û zilum dîtine, ev yek pir maqûl e. Rast e ku jîyana Kurdan li vî welatî wek tiştekî hêja nayê qebûlkirin.
Tenê di 30 salên dawîn de, rewşa Kurdên ku di binê zor û zilmê de hat dîtin. Berî van sî salan, tenê Kurdên payebilind hewl didan ku rewşa Kurdan ya sîyasî û çandî baştir bikin. Tevgera çekdar ya PKKê ya berî 29 salan di vê rojê de dest pê kir, têkoşîna Kurdan derbasî qada tevgera gel kir. Kurdên ku herî perwerde nedîtine jî, êdî mafên xwe yên netewî daxwaz dikin
Piraya Kurdan, êdî xwe bi nasnameya netewî dîyar dikin. Kurd, ji bo ‘nasnameya sîyasî’ mînakeke herî hêja ye. Nasnameyeke wisa, ji ber neheqîyên neyarekî derve derdikeve holê (hun dikarin ji vir hîn pirtir bixwînin). Gava ku mexdûrîyetên şexsî wek daxwazên sîyasî tên binavkirin, nasnameyeke netewî û sîyasî derdikeve holê. Hemû tevgerên civakî yên ku daxwazên wisa dikin (û pir xwezayî ye ku tevgera Kurd ya sîyasî jî) ji van daxwazên sîyasî îstifade dikin û bi alîgirên xwe jî didin qebûlkirin.
Rojeva sîyasî
Hek PKK tunebûya, tevgera sîyasî ya Kurdan ji vî gelê ku di binê zor û zilmê de ye derneketibûya, Kurd ewqas sîyasî nebûbûya, pirsgirêka Kurdan di rojeva Tirkîyê ya sîyasî de ewqas cî nedigirt. Ez bawer dikim ku, tevgera Kurd ya sîyasî û serokekî wê yê herî muhîm Sellahatîn Demîrbaş ji ber qetlîama Roboskî pir xemgîn in. Ya ku min xwemgîn dike hestên hevpar û şopandina sîyasetê ye. Ji bo ku însan bi êş û derdên xwe yên şexsî, bûyerên ku pêk tên rûbirû bibin, stratejîyên xwe yên şexsî pêş bixin, divê ji kîjan qadê veqete, çawa tevbigere?
Hîkmet Alma, birayê Nadîr Alma ye, birayê wî yî 25 salî bi bombeyan hat kuştin. Gava ku hat dîyarkirin ku di 26ê Tîrmehê de malbatên Roboskî wê bi Serokwezîr Erdoxan re hevdîtenekê çêbikin, di Twîtterê de wisa nivîsî: “Em malbatên Roboskî, bi qasî ku bi berpirsîyarê qetlîamê û her dem li her deverê bi axaftinên xwe careke din me qetil dike Serokwezîr Erdoxan re hevdîtenekê çêbikin û xwarinekê bixwin bêrûmet nebûnin.”
Piştî hevdîtinê (6 malbat tev li vê hevdîtinê bû û hevdîtin du seetan dom kir) ez bi keçeke ku tev li vê hevdîtinê bûbû re peyivîm, ji min re got ku “malbata min di serî de nexwest ku tev li vê hevdîtinê bibe, sedema wê ev bû; ji roja ku qetlîam pêk hat û vir ve me her xwest ku em hevdîtinekê çêbikin, lê qet tu bersîv nedan me. Ji ber vê yekê di serî de me ev dxwaza hevdîtinê qebûl nekir. Me got ku em li ser maseyekê nayên cem hev. Lê paşê ji ber ku kesên ku me nikanîbû daxwaza wan red bikin ji me rica kirin û em razî kirin, me biryar da ku em tev li vê hevdîtinê bibin.”
Îmze
Demîrtaşê ku ew malbat razî kir, hek daxwaza Erdoxan berî şeş mehan hatibûya wê eynî tişt bikira, wisa tevbigerîya? Ez qet zen nakim, lewra ez di civîna bîranînê de bûm û Demîrtaş li ser qetlîamê gotibû ku ‘di vê qetlîamê de îmzeya Erdoxan heye.’ Di wan rojan de qet xeyal jî nedikir ku van malbatan ji bo hevdîtina bi Erdoxan re razî bike. Aniha, di pêvajoya aştiyê de, êdî îmzeya Erdoxan di qetlîamê de tuneye, Erdoxan êdî ‘otorîteyê sîyasî yê sereke’ ye.
Demîrtaş, tevî ku malbatan nedixwestin, ew razî kirin ku bi Erdoxan re tev li hevdîtinê bibin, Demîrtaş bi vê helwesta xwe, mafên şexsî yên van malbatan binpê nekiriye? Em vî rismî hîn mezintir bikin: Hek ev qetlîam, di serî de ji teref tevgera sîyasî wek qetlîameke sîyasî nehatibûya dîyarkirin, endamên van malbatan wê bixwestibûna ku tev li vê hevdîtina bi Erdoxan re bibin? Hek ne mimkun be jî pir zor e ku em bersîva vê yekê bidin. Lê hek ‘malbat’ wek grûbeke hevpar nehatibûya dîtin, wek ku hest, ray û ramanê wan ne wek hev in bihatibûna dîtin, min ê ev helwest fahm bikira û rast bidîta.
Selahattîn Demîrtaş, çima di hevpeyvîna IMC-TV de negot ku hin malbat li dij vê hevdîtinê derket? Çima negot ku hin malbat ji ber qetlîam û bûyerên piştî qetlîamê nexwestin ku bi Erdoxan re tev li hevdîtinê bibin? Çima negot ku hemû endamên van malbatan, li ser vê mijarê wek hev nafikirin û ev yek jî pir xwezayî ye û tê fahmkirin? Li gor min, ev yek di vê rewşa sîyasî de maqûl û rast nayê dîtin, ji ber vê yekê ev rastî negot.
Ez hêvî dikim ku tew nebe ji bo hin malbatan ev hevdîtin bi kêr bê. Ne tenê ji bo ku Serokwezîr berpirsîyarê vê qetlîamê ye, ji bo ku lîstikên sîyasî yên di vê mijarê de bên fahmkirin (hun dikanin gotareke ku bi Îngilîzî hatiye nivîsin ji vir bixwînin) û li rûyê Serokwezîr ray û ramanên xwe bînin ziman, ez hêvî dikim ku ev hevdîtin kêrhatî be.
Edaleta eskerî
Lê mixabin, li gor daxwazên malbatan, hemû malbat hevpar difikirin ku di vê hevdîtinê de qet tu encam nehatiye bidestxistin. Pir eşkere ye ku Erdoxan qet dîyar nekiriye ku kê biryara vê qetlîamê daye, kê bi cî anîye û çima ev qetlîam pêk hatiye û ji bo vê qetlîamê qet lêborîn jî nexwestiye. Pir eşkere ye ku, Erdoxan ji malbatan xwestiye ku ‘sebir bikin’ û ‘ji edaletê bawer bikin’ û bi vî awayî malbat piçûk xistiye (ji ber ku dada vê qetlîamê sipartin dadgeha eskerî, kampanyayeke îmzayê hat destpêkirin, lewra însan difikirîn ku esker nikanin eskeran bi awayekî edaletî dad bikin. Lê wisa xwiya dike ku ev kapmanya jî belasebeb e. Hek Erdoxan bixwesta dikanîbû vê qanûna ku dadê dewrî dadgeha eskerî dike biguhere, lê nekir.)
Dibe ku Erdoxan piştî vê hevdîtina bi şeş malbatan re lêborîneke fermî bixwaze, li ser vê mijarê gelek tişt tên gotin. Ev lêborîn wê bibe sedemê nûçeyeke muhîm, dibe ku êş û derdên hin malbatan kêmtir bibe, lê li gor min hek li ser vê qetlîamê dadeke baş neyê vekirin, ev lêborîn nabe sedemê wateyeke sîyasî. Ev jî bi guhertineke esasî mimkun dibe. Wek ku li Îrlandayê dadgeha Yekşema Xwînî piştî ku Peymana Înîya Pîroz hat îmzekirin vebû. Wek ku li Afrîqaya Başûr Serhildana Soweto, piştî lihevkirinê di salên 90î de ket rojeva dadgehê. Ez dixwazim bînim bîranîn ku Yekşema Xwînî piştî pêkhatina bûyerê bi 26 salan ket rojeva dadgehê. Ji bo ku Soweto bê dadkirin 20 sal derbas bûn. Ji bo her kesî, bi taybet jî ji bo Roboskî, ji bo ku Tirkîye paşeroja xwe ya bi şidet li pê xwe bihêle, ez hêvî dikim ku bi dehan sal derbas nebin.
Ez pir meraq dikim, gava ku li Tirkîyê roja ku jîyana Kurdan ne ewqas erzan e dest pê bike, wê çi bebe. Bi taybet jî di rojên ku Kurd tunebin, îşaretên wan yên serkevtinê li hewa xwiya nekin û daxwazên wan yên edaletê tunebin. Gava ku di rojên ku serokên wan yên sîyasî û her kes wan wek hebûnên sîyasî nebînin de, rewş wê çawa be?
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!