Ber bi Xabûreke nuh

Piştî ku PKKê dîyar kir ku ew ê di 8ê Gulanê de ji Tirkîyê vekişe, pirsa herî xerîb ku ji min hat pirsîn ev bû; kesên ku li Başûrê Rojhilat dijîn his dikin ku serkevtinek bi dest xistine? Ji bo ku hebûna hiseke wisa bê fahmkirin, divê pir an hindik şer û Kurd bên naskirin. Di vê pirsê de tê qestkirin ku şer bi dawî hatiye û divê “terefekî serkevtî” hebe.


Fermandarê PKKê Mûrat Karayilan, di civîna çapemenî ya li Qandilê de (25 Nîsan 2013), dema vekişînê dîyar dike.

Lê pirsgirêk çareser nebû, tenê şidet sekinî. Lê bidawîhatina şidetê ne armanca dawîn e. Hek wisa bûya, jixwe PKKê di serî de dest bi şerê çekdar nedikir. Şer ji ber sedemekê dest pê kir û ev sedem hîn ji holê ranebûye. Daxwazên Kurdan hîn bi cî nehatine. PKK, anuha ji bo ku rê li çareserîya sîyasî veke, vatinîyên xwe bi cî tîne û bi vî awayî zorê dide Hikûmeta AKPê ku vatinî û berpirsîyarîyên xwe bi cî bîne.

Tew ne be, hun dikanin daxûyanîya PKKê, ji bo şîrovekirina tiştên ku diqewimin bi kar bînin. Hemûya vê pêvajoyê ne zelal e, tu kes nizane ku li paş perdê çi heye û di nav Erdoxan û Ocalan de lihevkirineke çawa heye. Senaryoyeke din jî wisa ye; Erdoxan û Ocalan ji bo berjewendîyên xwe dest bi vî karî kirine: Erdoxan ji bo ku bibe serokê komarê, Ocalan jî ji bo azadîya xwe.

Planeke Osmanî

Min senaryoyeke sêyemîn jî bihîst. Erdoxan, ji bo ku bibe serokê komarê dest bi vî karî nekiriye. Erdoxan, tiştekî ji vê wêdetir difikire. Erdoxan, ji ber ku tu mixalefeteke cidî li hember wî tuneye, ewqas azad e. Erdoxan difikire ku; pirsgirêka Kurd, hek bi tevayî (an perçeyî) bê çareserkirin, hêza BDPê ya mezin wê kêmtir bibe û rayên Kurdan wê ber bi AKP biçin. Erdoxan wê bi vî awayî hêza xwe li seranserê Tirkîyê firehtir bike, lê divê hêla vê mijarê ya navnetewî jî neyê ji bîrkirin.

Tu kes nizane ku pêvajoya Sûrî wê çawa bi dawî bê, lê hek Kurdên Sûrî otonomîyekê bi dest xînin, ji bo ewlekarîya xwe ew ê motajî Tirkîyê bibin. Erdoxan, xwe amade dike ku bi Herêma Otonom ya Kurdîstanê re peymanên neftê yên mezin çêbike û bi vî awayî ji hêla aborî ve başûrê Kurdîstanê motajî xwe bike. Lê ji hêla eskerî ve, serxwebûna Kurdîstanê ne xeyal e û ji ber nefta Kurdîstanê gengeşîya di navbera hikûmeta Bexdê û payîtextê Kurdîstana Iraqê Hewlêrê de pirtir dibe. Erdoxan ê ku li Tirkîyê zilamê herî xurt e, dixwaze vê palana Osmanî bi cî bîne?

Keça we, lawê we

Sîyaseta li ser texmînan her dem balkêş e. Lê ji bo însanên Başûrê Rojhilat yên ku ji malbatên wan hin kes derketine serê çîyan, girîngîya rewşê cuda ye. Yên ku wê ji Tirkîyê vekişin keç û lawên wan in. Artêş, bi rastî jî wê wan rehet berde? Di sala 1999an de jî PKK ji Tirkîyê vekişîya, artêşê di vê vekişînê de bi sedan keç û lawên Kurdan kuştin.

Endamên PKKê yên di şer de hatine kuştin.

Ji ber ku vê carê di nav PKK û Hikûmetê de peymanek heye, îhtimala dubarebûna vê yekê pir kêm e; lê hek kesên vedikişin keç û lawên we bûna, we yê bi tevayî ji vê vekişînê bawer bikira? Na. Hun ê bitirsîyana û ji bo ku zarokên we bi silametî ji vê rêwîtîyê derketina dua bikira. Û xemgînîya we heta ku vekişîn bi ewlekarî bi dawî nehata nediqedîya. We yê bixwesta ku zarokên we li mala xwe vegerin. Û di dema dirêj de, di heşê Erdoxan de çi senaryoya jeopolîtîk hebe jî, divê her kes jê haydar be ku şervanên PKKê wê çawa vegerin Tirkîyê.

Rûmeta însên

Ji bo ku şervanên PKKê bi tûmî dev ji sîlehên xwe berdin, divê gavên ku PKK pê razî bibe bên avêtin. Ji bo ku gerîla vegerin malên xwe, ew û rêxistiên wan tev li civakê bibin, divê efûyeke giştî hebe.

Pîrozbahîyên li derîyê Xabûrê. 19 Çirîya Pêşîn 2009.

Piştî ku ev bi cî bên, Kurd dikanin xwe serkevtî his bikin? Ev pirs, ‘Bûyera Xabûrê’ ya sala 2009an tîne bîra min. Erdoxan, dest bi ‘Açilima Kurd’ kiribû, ji bo alîkarîya vê yekê grûbeke sembolîk ya gerîlayên PKKê û hin penaberên kampa Maxmûrê ya li bakurê Iraqê wê bihatina Tirkîyê. Hatina wan ya Derîyê Xabûrê, bû wek çalakîyeke piştgirîya PKKê; alên PKKê, posterên Ocalan hatin vekirin. Tirkan qet ji vê rewşê hez nekir û ev rewş protesto kir; Erdoxan, bi awayekî maqûl rêvebirîya vê rewşê nekir û ev bûyer bû sedemê têkçûna ‘Açilima Kurd’.

Ji ber vê yekê, Tirkîye wê ber bi armanca ‘Xabûreke nuh’ bixebite. Hek gerîlayên PKKê li welatê xwe vegerin, pirsgirêka Kurd wê bi dawî bê. Xabûreke nuh wê Kurdan dilşad bike, lê di eynî demê de hek ev pêvajo baş bê îdarekirin, Tirk jî wê jê aciz nebin. Ew ê jî vê rewşê wek nîşaneya destpêka aştî û demokratîkbûna Tirkîyê fahm bikin. Pirsgirêka Kurd, li ser serkevtin an têkçûnê ava nebûye. Hek aştîyeke rastîn pêk bê, wê tu kes têk neçûbe, tenê sîstema Kemalîst ya antîdemokratîk wê bi dawî bê. Li hêla din, bi qasî ku ez wan nas dikim, Kurd însanên bi rûmet û diltenik in. Ew ê derveyî serkevtina li hember sîstemê, rûmeta xwe ya mirovatî pîroz bikin.

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Discover more from Fréderike Geerdink

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading