Ji bo welatekî dost dilşad bike

Li Holandayê hevalekî wisa pirsî; ‘Ji bo ku ez li ber kevim sedemek heye?’ û got ku, ‘hebûna PKKê ya ewqas nêzîk min ditirsîne.’ Li bajarê Holanda Zeelandê 55 kes bi endamtîya PKKê hatibûn sûcdar kirin û girtin, qala van girtîyan dikir. Li gor rapora polîsan ev kes tev li ‘civîneke dizî’ bûbûn. Ji bo kesekî ku Kurdên li Ewropa û PKKê nas nake ev yek hinekî dibe sedemê tirsê.

Ev ne civîna Kurdan a yekem e ku ji teref polîsê Holandayê hatibû birîn. Di meha Hezîrana îsal de, heft Kurdên ku ji Almanya hatibûn li Zevenaarê bi sûcdarîya endamtîya PKKê hatibûn girtin. Piştî lêpirsînan serbest hatin berdan. Tenê yek ji wan serbest bernedan, ew jî ne ji bo ku endamê PKKê bû, ji bo ku belgeyên wî ne serast bûn.

Bi îhtimaleke mezin vê care jî ji pêvajoya hiqûqî wê encamek dernekeve. Ji 55 kesên ku hatibûn girtin 37 kes piştî lêpirsînan serbest hatin berdan, 9 kes ji bo ku di belgeyên wan de pirsgirêk hebûn şandin beşa polîsê bîyanîyan, ev 9 kes hîn jî girtî nin. Lê îhtimala ku di derbarê wan de dadeke cidî bê vekirin pir kêm e. Sîleh pêde nebû, perwerdeyeke eskerî li hole tuneye, vê care qala belgeyên propagandayê jî nayê kirin. Tu tiştekî ku têkildarîya wan ya bi PKKê re îspat bike li hole tuneye, pir zor e ku têkilîyeke wisa tesbît bikin.

Hek em li dîrokê binêrin

Bi qasî ku tê xwiyakirin li hole civîna grûbeke Kurd heye. Heyşt grûbên Kurdan di nav FedKomê de cî digirin, li gor daxwiyanîya çapemenî ya FedKomê di vê civînê de tu tiştekî dizî tunebû û berê raya giştî ji vê civînê hatibû agahdarkirin. FedKom ne sazîyeke dizî ye jî, hun dikanin li sîteyên webê yên wan binêrin (hek hun li Tirkîyê bin, dive hun kanibin dîwarê sansurê derbas bikin). Li wir jî hunê bibînin ku ev yekîtî endamê Konfederasyona Grûbên Kurd yên li Ewropa (Kon Kurd) ye, Kon Kurd li Ewropa rêxstineke Kurdan ya herî mezin e. Hun dikanin li sîteya Kon Kurdê jî binêrin û ev site li Tirkîyê qedexe ye.

Kurdên li Ewropa bi alên PKKê re

Ev rêxistinên ku navên wan derbas dibin bi PKKê re qet tu têkilîyên wan tuneye? Na. Ji bo ku hun li Holandayê bibin federasyona Kurdan ya herî mezin an jî hun bibin perçeyekî Kon Kurdê, dive hun piştgirîya PKKê bikin. Em dikanin li dîrokê binêrin û sedemên vê yekê fahm bikin. Li salên damezirandina PKKê, li 1978an, li dema piştî êrîşa yekem pêk hat, li 1984an.

Di van salan de Kurdan (di serî de çep û gelek kesên ji Tirkîyê) welatê xwe terk dikirin. Piştî derbeya eskerî ya 1980yî li welêt her cure mafên mirovî binpê dibûn. Grûbeke ku dihat girtin, di hefsan de îşkence didît û dihat îdamkirin jî Kurd bû. Di rewşeke wisa de PKK derket hole û dest bi êrîşên xwe kir. PKKê ne tenê li Tirkîyê dest bi şere çekdarî kir, di eynî demê de hewl da ku li Tirkîyê û dîasporaya ku li Ewropa her ku diçû mezintir dibû ji xwe re alîkarî û piştgirîyekê bi dest xîne.

Zordestîya zor û zilmê

Nûnerên PKKê çûn Ewropa, li wir him girseyeke ku piştgirîya wan bike ava kirin, him jî beşdarîya gerîla bi dest xistin. Ev grûbên ku anuha li Ewropa tên dîtin, di wan rojan de ava bûn. Di wan rojan de, li bajarekî Ewropa, hek PKKê alîkarîya we bikira we dikanîbû rêxistinên xwe bi awayekî serkevtî ava bikira. Hek ne alîkarîya PKKê bûya, wek mînak, we nikanîbû fînansman bi dest xista. Grûbên Kurd yên ku li Ewropa kelecanî çêkirin, piştî demeke kurt di sîyê de man, an jî rêvebirîya van grûban ket destê PKKê.

Lê ev nayê wê wateyê ku, însan ji tirsan an ji ber tahdeyîyan ji têkilîyên bi PKKê re revîyan. Piştgirî bi rastî jî li wir bû. Kurdên li dîasporayê sererast bi zordestîyê re beramber dibû. PKKê ji bo ku Kurdên diaspora di derbarê dîroka Kurdan û zordestîya ku Kurd li Tirkîyê dibînin de agahdar bike pir zêde hewl da. Piştî serhildana Dêrsimê ya 1937an rêxistina yekem ya ji bo doza Kurdan dest bi şerê çekdarî kir PKK ye. Ji bo xurtbûna piştgirîya PKKê bê fahmkirin hewcedarî bi hêza xeyalê tuneye.

Bi vî awayî em dibînin ku PKK û civaka Kurd ya sîwîl ya li Ewropa di eynî demê de û di eynî şerd û mercan de xurt bûnin. Ev her du hêz di vê pêvajoyê de bi hev re mezin bûn, li Tirkîye û Ewropa bûn hêmanên herî muhîm. Di vê demê de li Ewropa çi dibû? Aktîwîstîya çep pir çalak bû û bi tevayî ji bo gelên bindest piştgirîyeke xurt hebû. PKK, wek anuha bi navê rêxistina terorist di listeya terorê de cî nedigirt û hîn nehatibû qedexekirin. Ewropa, bi xweşbînî li Kurdan û têkoşîna wan dinêrî

Hikûmetên ku pişt re hatin, tew nebe li Holandayê helwesteke ku rê li ber xebatên PKKê û rêxistinên din bigire nesitend. Ne di salên heyştêyî de, ne jî di salên nodî de.

Mafê civînê

Hikûmeta Holanda, di sala 1995an de destûr da ku li Laheyê ‘Meclîsa Kurdan ya li Sirgûnê’ bê avakirin. Tirkîye dîn û har bû û got ku (bi awayekî mafdar) ev meclîs ji teref PKKê hatiye avakirin. Li hember vê helwesta Tirkîyê, Serokwezîrê Holanda Kok qala azadîya civîn û rêxistinbûnê ya ku hîmekî muhîm yê qanûna esasî ye kir û wisa got; ‘hek em ji bo dewleteke dost memnûn bikin, qanûna xwe ya esasî binpê bikin, ev dibe despêka bidawîhatinê.’

Cudatîya herî mûhîm ya di nav îro û wan salan de ew e ku, di sala 2002an de Yekîtîya Ewropa PKK xist nav lîsteya rêxistinên terorê. Ev yek bû sedem ku helwesta li hember civaka Kurd bê guhertin. Bi derbekê ev grûbên ku mafên wan yên azadîya civîn û rêxistinîbûnê hebûn, ji vî mafî bêpar bûn; bûn piştgirên PKKê yên ku alîkarîya aborî dikin û hewl didin ku însanan pêde bikin û bişînin ser çîyan.

Nayê înkarkirin ku li Ewropa grûbên Kurd ji bo PKKê pere berhev dikin û tew nebe çavkanîya hin gerîlayan Ewropa ye. Kurd, him ji dil û can alîkarîya van sazîyan dikin, him jî ji ber zorê alîkarîya van sazîyan dikin. Tê texmînkirin ku her sal bi milyonan Euro bi vî awayî tê berhevkirin. Ev pere, ne tenê ji bo piştgirîya têkoşîna hêza çekdar tê bikaranîn, di eynî demê de ji bo sazîyên medya û yên din li ser lingan bimînin jî tê bikaranîn. Lê pir zor e ku rêbazên berhevkrina vî pereyî bên tesbîtkirin. Li hêla din, ev grub ji muzîkê heta dansên gelêrî, ji çalakîyên ji bo azadîya Ocalan heta niqaşê di derbarê mijarên civakî de, di gelek mijaran de dixebitin.

Zemîna şematok

Li Tirkîyê qanûnên terorê tevgera Kurd ya sîyasî felç dike. Têkildarîya bi sîyasetê re, bi aktîwîzma qanûnî û rojnamevanîyê re, bû sedem ku bi hezaran Kurdên aştîxwaz têkevin hefsê. Girseya PKK û tevgera Kurd ya sîyasî yek e û bêyî PKKê ya din nikane hebûna xwe bidomîne. Lê, Tirkîye naxwaze bibîne û bipejirîne ku aktîwîzma aştîxwaz ji bikaranîna sîlehan cuda ye. Ji ber ku van rêbazan ji hev cuda nake, Tirkîye dîyar dike ku ji demokrasîyê pir dûr e.

Ewropa (û di vê rewşê de bi taybet Holanda jî) PKKê dixe lîsteya rêxistinên terorê û grûbên Kurd yên aktîwîzmeke aştî li dar dixin krîmînalîze dikin, bi van helwestên xwe li ser zemîneke şematok nirxên xwe yên demokratîk wenda dike û dimeşe. Mafê însanan yê civîn û rêxistinîbûnê heye. Hek armanca wan û PKKê wek hev be jî, heta ku bi gotinê armancên xwe bînin ziman, wek ku min berê jî gotibû, hek dozger di derbarê fînansmana PKKê an jî gerîlayên nuh berhev dikin de delîlan bi dest nexîne, nikane di aleyhê van grûban de doze veke. Ev nirxên demokratîk wek ku di salên heyştê û nodî de divê qethîyen neyên guhertin. Li gor van nirxên demokratîk, gotina Serokwezîrê Holanda hîn jî derbas dibe: ‘hek em ji bo ku dewleteke dost memnûn bikin, qanûna xwe ya esasî binpê bikin, ev dibe despêka bidawîhatinê.’

Hek wisa be, dive hun li ber kevin? Ji bo vê û ya ku hunê li ber kevin, hun bi kêfa xwe nin.

Ez ji bo alîkarîya hêja ya Wladimir van Wilgenburg pir spas dikim.

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply