Xwînxwarî

Naveroka kar nayê guhertin. Ya esas ev e; mafên însanan yên bi zayînê re tên henin. Gelek welatên cîhanê di vê mijarê de hevpar difikirin û bi peymanên navnetewî ev mijar derxistinin ser kaxizê jî. Mafê çarenûsî û mafê ku xwe bi zimanê zikmakî bîne ziman. Mafê jîyaneke serbilind. Mafê jîyanê.

Însan, li Tirkîyê mirina yên din dixwazin.

Grewên birçîbûnê yên ku Kurdan li hefsên gelek herêmên welêt dest pê kirinin di roja 67. de nin. Her ku tendurustîya kesên di grewa birçîbûnê de xerabtir dibe; li gelek bajaran ji bo mahkûmên li ber mirinê nin nexweşxane tên amade kirin (Ji bo ku nemirin wê bi zorê xwarinê bidin wan? Hin parlamenterên Kurd jî ji bo demeke nedîyar dest bi grewa birçîbûnê kirin. Hek hun bipirsin ku “helwesta piraya gelê Tirk li hember vê rewşê çi ye”, bersîv ev e; “pir bêwîjdan e.”

Hek ez bi kurtî bibêjim: “Hek dimirin jî bila bimirin, çi ji me re?” Ez hewl didim ku vê bêwîjdanîyê fahm bikim. Gava ku ez difikirim, dibînim ku fahmkirina wê ne pir zor e. Ev yek bi PKKê re têkildar e. Ji şerê ku di sala 1984an de dest pê kir û vir ve bi hezaran însan hatin kuştin. Di sal û nîva dawîn de şidet cardin pir zêde bû. Di vê paşîyê de 17 esker hatin kuştin. Sererast ne ji teref PKKê hatin kuştin, di qezeyeke ji ber şerdên hewayê yên xerab de hatin kuştin, lê bi awayekî xwezayî, hek ne ev pirsgirêk bûya ew helîkopter û ew esker wê ne li wir bûna.

Devera kor

Tirk, gava ku tabûtên ji başûrê rojhilat tên dibînin, bi awayekî ku bê fahmkirin xemgîn dibin û pir diqehirin. Lê ji bo ku dewlet vî şerî bi dawî nîne, ji bo ku zarokên ciwan dişînin vî şerê ku bi rêyên eskerî nayê çareserkirin naqehirin. Di mijara parastina ewlekarîya hemwelatîyan de, li hember berpirsîyarîya hikûmetê li devereke kor in. Tenê PKK sûcdar dikin. Pirsa ku artêşa di nav NATO de di asta duyem ya herî mezin de ye, di sî salan de çima çend hezar gerîlayên PKKê bi dawî ne anîye nayê heşê wan.

Li alîyê din, ev heftsed kesên ku di grewa birçîbûnê de nin, ne gerîlayên PKKê nin? Na, ne ew in. Piraya wan, şaredarekî ku hatiye hilbijartin, rojnamevan, endamê grûba mafê însên, xwendekarê zanîngehê an jî xebatkarekî sendîqayekê nin, ew girtîyên sîyasî nin, ji bo ku mafên xwe yên demokratîk parastinin hatinin girtin. Lê piraya Tirkan wan wisa nabîne. Hemû kesan wek “terorîst” an jî wek “alîkarê terorîzmê” bi nav dikin. Eynen wek ku sîstema hiqûqê dike. Ev însan, ji rûyê zagonên li dij terorê, yên ku pir berfireh tên şîrovekirin, berxwedana aştî wek çalakîya terorîst dinirxînin di hefsê de nin. Di nav Kurdekî ku bi şidet mafên Kurdan diparêze û Kurdekî ku bi awayekî aştî têkoşînê dide de tu cudatîyê nabînin. Di dawîn de, jîyana her du grûbên Kurdan jî, ji bo gelek Tirkan nayê tu wateyê. Ji bo wan çiqas Kurd bimirin ewqas baştir dibe. Bi bombaranên li ser çîyan anjî piştî grewa birçîbûnê yên di hefsan de… Tenê ji bo ku dewlet mafên însanan yên xwezayî nade.

Ev yek, tenê bi şideta PKKê dikane bê îzehkirin? Hek îro PKK agirbestê dîyar bike, Tirk wê dest pê bikin ku bi awayekî mirovî tevbigerin? Na. Ev ne bes e. Ramana civaka Tirk bi vî awayî hatiye dorpêçkirin.

Mirina bi bomberana hovîtî

Di van 90 salên dawîn de, dewletê ‘rastîyên’ cûmhûrîyetê di mejîyê gel de bi cî kir. Du hebên herî muhîm; her kes Tirk e û ev welat nayê perçekirin, yên ku ev ‘rastî’ rexne kirin wek xayîn hatin dîtin. Tevgera sîyasî ya Kurdên îro û berî PKKê di 1937-1938an de Kurdên Dêrsimê li hember dewletê serî hildabûn. Li hember asîmîlasyona bi darê zorê serî hildan û bi awayekî hovane hatin bomberankirin û kuştin.

Serhildana din, di 1984an de bi PKKê re dest pê kir. Ev serhildan bû sedem ku Kurd hîn zêde li nasnameya xwe xwedî derkevin û tevgereke sîyasî ya ji vê kokê derket holê. Erê, ev tevger bi saya PKKê derket holê, înkara vê yekê nedîtina rastîyan e û ji ber vê yekê jî ji teref Tirkan wek talûke hat pejirandin. PKKê xwest ku welat perçe bibe, lê di ser wan rojan re demeke dirêj derbas bû û îro ne partîya Kurdan ya sîyasî ne jî civaka Kurd veqetandinê daxwaz nake. Di nav dewleta Tirk de otonomî daxwaz dikin. Hiqûqa navnetewî jî bi wan re ye.

Tirk, her kesê ku rastîya fermî rexne dikin wek xayînê welêt dibînin, berpisîyarê vê yekê ne tenê sazîyên dewletê nin, çapemenî jî pir alîkarîya vê yekê dike û perçeyekî vê pirsgirêkê ye. Em vê yekê, di nûçeyên di derbarê grewa birçîbûnê de jî dibînin. Serokwezîr Erdogan û wezîrên wî di hemû qanalên telewîzyonan de, di derbarê kesên ku di grewa birçîbûnê de nin de çi ber tê devê wan dibêjin, vê çalakîyê piçûk dixin û wek çalakîyeke terorîst dîyar dikin. Li hêla din axaftin û gotinên parlamenterên BDPê nayên weşandin. Em, li başûrê rojhilat tenê şer û pevçûnên di nav Kurd û polîsan de û pijiqandina gazê kanin temaşe bikin.

Perwazên paceyan, def û beroş

Li herêmê alîkarî û piştgirîya grewa birçîbûnê pir berfireh e û ev alîkarî bi çalakîyên aştî ve tê dîyarkirin. Her êvar di seet heftan de li bajêr qiyamet diqewime. Gel di vê seetê de, li derabeyên paceyan yên hesin dixin, li def û beroşan dixin, li qorne û pîspîskan dixin, zarokên piçûk maytapan (lê dengên wan pir derdikevin) diteqînin, yên ku van hemûyan nikanibin bikin jî difîkînin, li hin kolanan însan êgir vêdixin. Perçeyekî çalakîyê jî vemirandina lampeyên malan e û hin mal li ser hev lampeyên xwe vêdixin û vedimirînin û dibin sedem ku ronîya li paş paceyan bibiriqin. Û ev hemû çalakî di nav pênc deqan de bi dawî nayê, nîv seetê, çil û pênc deqan dewam dike. Her şeveke din hîn zêde deng derdikeve.

Ez di nav vê qereperê de bi însanan re dipeyivim. Ez ji wan dipirsim ku, hek yekî ku bedena xwe daye ber birçîbûnê jîyana xwe wenda bike wê çi bibe, şidet wê hîn zêdetir bibe? Ciwan jî di nav de, bi pirayî bersîv wisa ye: “Na, em aştîyê dixwazin.” Lê di eynî demê de, di derbarê mijara mirinên ku nêzîk dibin de tirsek jî desthilatdar e. Jixwe, di derbarê vê mijarê de di çapemenîya Tirk de tenê peyvek jî cî nagire.

Wek gotina dawîn, her aktîwîstê Kurd li ser milê wî sîleh hebe jî tunebe jî wek reroîst tê dîtin û divê terorîst jî bimirin û heta ku mumkun be bi êş û keder bimirin. Ev rêya herî hêsan e, li paş vê nêrîna bi konfor hun dikanin xwe veşêrin. Hek hun bi awayekî baş têkevin nav mijarê, hun jî dikanin nêrîna fermî rexne bikin û ev jî tiştekî pit tirsdar e. Ji vê re xetimandina heş lazim e.

Divê mirin zêdetir be

Gava ku em vê helwesta Tirkan, bi ramanên Kurdan re beramber bikin, rewşeke balkêş derdikeve holê. Hejmareke pir zêde ye, lê ez bi gelek Kurdan re peyivîm. Ji wan yekî jî negot ku ez mirina Tirkan dixwazim. Yê got ku ez kuştina eskeran dixwazim jî derneket. Mirina tu kesî naxwazin, jixwe heta îro têra xwe mirin dîtinin, di rewşa şideta ku bi salan dewam kir de piraya însanên ku bi hezaran mirinin Kurd in. Ez li gundekî serê çîya bi jineke yextiyar re jî bipeyivim, bi ciwanekî li bajêr re jî bipeyivim, li vê herêmê peyva efsûnî “aştî” ye. Esker jî zarokên wan in, li vir ji her kesî ez vê dibîhisim. Ev însan her roj di nav şidetê de nin, jîyana wan ya rojane ji vê pirsgirêkê rasterast tesîrê dibîne (ji gelek Tirkan hîn zêdetir), bi gelek awayan zor û zilum dîtinin û dixwazin ku ev rewş bi dawî bê. Min qet nedît ku, Kurd ji mirina her du alîyan jî kêfxweş bûnin.

Di demeke nêzîk de ji min ev hat pirsîn; gava ku esker dimirin Kurd bi dizî kêfxweş dibin an na? Jina ku ev pirs ji min kir dixwaze ku mafên Kurdan biparêze lê ji bo ku bawer dikir ku Kurd bi mirina eskeran kêfxweş dibin, nikanîbû ev yek bipejiranda. Na, Kurd bi mirina eskeran re kêfxweş nabin. Min ev yek qet nedît. Ne di jîyana rastîn de ne jî di çapemenîya civakî de. Bi rastî jî ew ji şidetê bêzar bûnin.

Vê jinê ev pirs pirsê lê nexwest ku li mirêkê binêre. Û vê yekê ew kir sîmgeya herî baş ya civaka Tirk. Civaka ku, gava ku mahkûmekî Kurd yê di hefsê de, di grewa birçîbûnê de dimire qet li ber nakeve, lê di eynî demê de dixwaze ku artêşa Tirk hîn zêde bombeyan bavêje ser PKKê, vê yekê di her firsendê de bi dengekî hîn bilind dubare dike û bi vê yekê re xwe serbilind dibîne.

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply