Grewa birçîbûnê ya li Tirkîyê: Însan wê belasebeb bimirin?
Çi dibe?
Ji 12ê Îlonê vir ve, her ku diçe hejmara mahkûmên ku li hefsên Tirkîyê dest bi grewa birçîbûnê dikin zêdetir dibe.Di 15ê Çirîya Pêşîn de gelek mahkûmên din jî bi hejmareke mezin dest bi grewa birçîbûnê kirin. Tam nayê zanîn ku çend kes in; ya ku tê zanîn, ev hejmar herî kêm 628 e.
Ev mahkûm kî nin?
Piraya van kesan mahkûmên sîyasî yên Kurd in. Gelek ji wan ji ber dada KCK girtî nin, lê di nav kesên ku dest bi grewa birçîbûnê kirinin de, mahkûmên ku ji zû de di hefsê de nin jî henin. Bi taybet divê qala Şaredarê Wan ê Bekir Kaya yê ku 2 roj berê tev li grewê bûye bê kirin. Tam salek berê, di vê rojê de Wan, bi erdhejeke mezin hilweşîyabû.
Armanca grewa birçîbûnê çi ye?
Du daxwazên esasî henin: 1- Divê serokê PKKê Ocalan, di çareserîya pirsgirêka sîyasî ya Kurdan de wek muxatab bê pejirandin. 2- Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî divê bê pejirandin.
Ji bo çi grewa birçîbûnê hat pejirandin? Bi rastî jî ji ber ku tu rêyên çareserîyê nemabûn ev rê hat pejirandin?
Ev rast e, lê kesên di grewa birçîbûnê de difikirin ku şerdên Tirkîyê, ew mecbûrî vê helwestê kirine. Piraya kesên ku girtî nin, tu sûc nekirinin, tenê sûcê wan ew e ku bi awayekî aştî ji bo doza Kurdan hewl danin. Di nav wan de, şaredar û xebatkarên şaredarîyê, xwendevan, endamên sendîqayan û akademîsyen derdikevin pêş. Lê van însanan ji bo ku şerdên xwe yên hefsê baştir bikin dest bi grewa birçîbûnê nekirinin. Di nav daxwazên wan de serbestmayina wan an jî bidawîanîna dadên di derbarê wan de vebûnin tunin.
Ji bo daxwazên wan yên din jî tu pêşketin xwiya nebû. Erê, li dibistanên dewletê Kurdî wek dersa hilbijartî ket rojeva perwerdeyê, lê daxwaza Kurdan ne ev bû û ev, ji parastin û pêşketina Kurdî re ne çareserîyek e. Li hêla din, tu nêteke hikûmetê ku mafên ziman yên di perwedreyê de berfirehtir bike xwiya nake. Di vê mijarê de mînaka herî baş, rewşa Zanîngeha Artûklû ya Mêrdîn e; hejmara xwendekarên li Fakulteya Zimanên Biyanî (hun Kurdî fahm bikin) ji 500î daxistin 250î (gotara min ya li ser vê mijarê hun kanin di malpera min de bixwînin). Armanca vê zanîngehê ew bû ku ji bo pêşerojê perwerdekirina mamosteyên dersa Kurdî bû. Li hêla din, derveyî BDPê hemû partîyên sîyasî yên di parlamentoyê de li dij perwerdeya bi Kurdî derdikevin. Ev mijar nayê niqaşkirin jî. Li hêla din, axaftina Kurdî li dibistanan hîn jî qedexe ye. Tenê xwendekarên ku dikevin dersên Kurdî yên ku di hefteyê de du seet in, di sinifan de kanin bi Kurdî bipeyivin.
Têkoşîna wan ya sîyasî, heta îro bi ketina wan ya hefsê bi dawî hat. Ne dîyar e ku ji îro pê ve wê çi bibe.
Wisa xwiya dike ku, di demeke kurt de bersîva daxwazên xwe wê nestînin, ne wisa?
Rast e.
Hin kesên ku tev li grewa birçîbûnê bûnin, di pêvajoya 12ê Îlonê de jî ketibûn grewê, li gor vê rewşê dema mirina însanan wê ne dûr be?
Bi qethî wisa ye. Hin ji wan anuha bi hin pirsgirêkên tendurustî re rûbirû nin. Mahkûmên ku di grewa birçîbûnê de nin, destûrê nadin ku parêzger û malbatên wan biçin wan li hefsê bibînin. Çûyina odeya hevdîtinê ji bo wan pir zor e. Heta ku pê bê divê qet tevnegerin, nelivin.
Reaksîyona hikûmetê çawa bû?
Qet tu reaksîyona hikûmetê tuneye.
Reaksîyona gelê Tirk?
Gelek Tirk ji vê mijarê ne haydar in jî. TV û rojname an qet qala vê mijarê nakin an jî pir kêm qal dikin. Qanalên telewîzyonan, tenê gava ku mîtîngek çêdibe, çalakîyeke bîranînê pêk tê, rûniştin an meşeke ji bo piştgirîya grewa birçîbûnê çêdibe (her roj çend heb pêk tên) wek nûçe qal dikin. Lê tenê gava ku şidet di van çalakîyan de pêk bê (bi tevayî gava ku polîs bombeyên gazê yên ku hêsiran dibarînin bi kar tîne), ji bo ku “Kurdên şidetxwaz” nîşan bikin, van çalkîyan derdixînin ekranên xwe… Kurd, tenê bi vî awayî di çapemenîya Tirkan de xwiya dibin û nûçeyên li ser grewa birçîbûnê jî ne îstîsna nin. Axir, çapemenî hewl dide ku gel ji rewşê ne haydar be an çewt haydar be, hin kes jî jixwe qet guh nade van bûyeran.
Wê gavê armanca grewa birçîbûnê çi ye? Tirk an ne haydar in an jî guh nadinê, tu reaksîyona hikûmetê tuneye û daxwaz ne di cî de nin. Însan wê belasebeb bimirin!
Fikirandineke wisa jî mumkun e. Lê rastîyek heye ku tevgera Kurd wisa nafikire. Di têkoşîna Kurdan ya van sî salên dawîn e gelek kes hatin kuştin. Di sernaserê salên 1980 û 1990î de Kurd hatin kuştin, di eynî demê de bi daxwazên ku qet nedihat hêvîkirin ku ew ê bi cî bên dest bi grewên birçîbûnê kirin. Anuha Kurd wek “Tirkên Çîyayî” nayên binavkirin, bûyerên qesas nedîyar yên salên 1990î bi dawî hatin, hebûna Kurdan hat pejirandin. Însanên ku bi sîleh an jî bi rêyên aştî şer dikirin û dimirin, ji bo ku Kurd bigîhêjin vê astê canê xwe feda kirin. Gava ku rojek bê û ev daxwazên tevgera Kurd yên îro, bên pejirandin; ev grewa birçîbûnê ya îro wê xizmeta vê destkevtinê kiribe.
Hefteya din, li Diyarbekir çalakîyeke rûniştinê hebû, di vê çalakîyê de min firsend dît ku bi parlamentera serbixwe Aysel Tûglûk re hevdîtinekê pêk bînim. Min jê pirsî ku; çima kesên ku di grewa birçîbûnê de nin, daxwazên ku wê di jîyana xwe ya ne pir dirêj de pêk nên dikin. Bersîva min wisa da: “Em daxwazên xwe li gor esasê ku hikûmet wê çi bipejirînê ava nakin. Daxwazên me pir eşkere nin û divê ev daxwaz bi cî bên.”
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!