Azadîya li ser çîyan

Xortekî 21 salî. Û îro ez nikanim wî ji heşê xwe derxînim. Ji bo ku armanca xwe îzeh bike, notekê ji malbata xwe re dihêle û ji bo ku tev li PKKê bibe malbata xwe terk dike. Bi nivîseke xwaromoro û Tirkîyeke xerab ev not hatibû nivîsandin. Ev not li ku derê nivîsand? Li malê li ser nivînê xwe? Li çol û çeperan bi tena serê xwe? Gava ku li derve li ser kursîyekê rûniştibû? Gava ku nivîsand girîya? An di dilê wî de tenê hêrseke mezin hebû, an jî pir bi kelecanî bû? Di kîjan seetê de û çawa ji malê derket? Çi bi xwe re biribû? Difikirî ku li serê çîyan ew ê çi bibîne.

Gava ku hin Kurd tev li PKKê dibin û hin Kurd jî tev lê nabin, ez li ser van her du helwestan jî dûr û dirêj difikirim. Di her firsendê de, ez van her duyan ji însanan diprsim. Hek sohbeta me hinekî xweş bibe, ji bo kesên ku ez bi wan re dipeyivim rewşeke hestyar derdikeve holê. Hin caran ez jî pir hestyar dibim, gava ku mijar ber bi kesayetîyê diçe wekî din tu çare namîne.

Çûyina T.T yê 21 salî, min jî dilovan û hestyar dike. Qet şansa min çênebû ku ez pê re bipeyivim, lê nameya ku danîbû min xwend. T, di nameya xwe de qala zor û zehmetîyên ku di temenê xwe yê piçûk de dîtibûn dike. Qala zor û zehmetîyên ku di hefsa Pozanti de beramber bûne dike… T, yek ji wan zarokên ku di hefsa Pozanti de bû.

Di serê vê salê de, nûçeya di derbarê ku mahkûmên zarok bi yên mezin re di eynî qoxûşê de dimînin, di çapemenîyê de pir deng veda. Ev zarokên Kurd yên gava ku li Başûrê Rojhilat kevir diavêtin polîsan hatibûn girtin, ji ber ‘sûcên terorê’ dihatin dadkirin. T.T. di salên 2008-09an de li hefsa Pozanti bû û îro jî li ser çîyan e.

Îşkence

Derketina Kurdan ya ser çîyan, ne tenê ceribandineke jîyanê ye. Hemû zarokên ku di hefsa Pozanti de bûn tev li PKKê nebûn. Hemû kesên ku zor û zilum û îşkence dîtinin, an merivên wan beramber bûnin ranahêlin sîlehên xwe û dev ji jîyana xwe bernadin. Divê em bipirsin ku ev kesên ku diçin, ji çîyan çi hêvî dikin, bi kîjan hêvîyan derdikevin ser çîyan. Bersîvên wek “hek ez biçim ez ê ji bo gelê xwe şer bikim” pirsên di heşê min de çareser nakin. Gava ku wisa bersîva min didin, ez jî vê pirsê ji wan dikim: “Madem ku tenê ev sedem heye tu çima anuha ne li wir î, tu çima ne li ser çîyan î?” Hevalekî wisa bersîva min da; “ji ber ku ez ditirsim”. Min jê pirsî; “tu ji mirinê ditirsî?”, got ku “Na, ez ditirsim ku ez ê kesên din bikujim”.

Berî demekê ez bi xortekî re bi seetan li ser vê mijarê peyivîm. Alîgirekî fanatîk yê PKKê bû. Min nikanîbû ku hevpeyvînê ji teorî û propagandaya PKKê dûr bixînim. Piştî demekê min fahm kir ku, hin hevalên wî yên ku tev li PKKê bûnin, di şer de hatinin kuştin. Min hewl da ku cudatîya di nav xwe û hevalên xwe de bibêje. Çima ew derketibûn ser çîyan û ew derneketibû?

Vê hewldana min ew şaş kir. Paşê got ku, min xwest ku berî ez derkevim ser çîyan, ez pir bixwînim, teorîya vê tevgerê fahm bikim, nasnameya xwe ya di nav vê têkoşînê de fahm bikim û hwd. “Ez ditirsim ku biçim ser çîyan. Bi rastî jî tirsa min a herî mezin ev e. Lê hek ez bibînim ku ez nikanim bibim gerîlayekî şervan?”

Hîn azad

Jîyana li ser çîyan zêde îdealîze kiribû. Jê bawer bû ku li wir ew ê hîn azad be: “Jîyaneke xweş ya di rêvebirîya hevkarî û armancên sosyalîst de.” Wek ku, di pêvajoya axaftina xwe de, negotibe ku; ramana kesayetî li wir maqûl nayê dîtin, bê şerd û şûrd ji serokatîyê re teslîmîyet hewce dike, ew ê tev li rêxistineke çekdar bibe, û hwd ji bîr kiribû xwiya dikir. Jîyana li ser çîyan, li ser mirin û kuştinê ye, ev rastî jî ji bîr kiribû.

Ciwanên Kurd yên ku derdikevin ser çîyan, pir xwezayî ye ku ji bo rêwîtîyeke kesayetî dernakevin rê. Ez ne bawer im ku T.T jî wisa kiribe. Li gor min wî trawmayeke giran derbas kiriye, nizane ku ew ê çawa ji êş û elemên xwe xelas bibe û nizane ku ew ê çi bike. Lê ev hevoka ku di nameya xwe de nivîsandibû her di heşê min de cî girtibû: “ Êdî ez diçim çîyayên azad.” Ew jî difikire ku tevlêbûna PKKê wê wî azad bike. Dibe ku ji hêlekê jî ew mafdar be, ez nizanim. Lê ez vê yekê pir meraq dikim: Gelo haya wî jê hebû ku êş û elema xwe jî bi xwe re dibe? Haya wî jê hebû ku ew ê jî di demeke nêzîk de bê kuştin? Azadîya ku zêde jê ne haydar bû ev bû?

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply