Nameya Tansû Çîller ya ji Tayyip Erdoxan re

Îro di dîroka Tirkîyê de doza çapemenî ya herî mezin dest pê dike. 44 rojnamevanên Kurd, wê bi sûcdarîya ‘endamtîya rêxistina derveyî qanûnê’ yanî endamtîya KCKê (Koma Civakên Kurdîstanê) bên dadkirin. Bi kurtasî; ne ev rojnamevan endamên rêxistinekê ne, ne jî di destê dadgehê de delîlên wisa henin; di îdianamê de gelek texmînên bêwate cî digirin. Ev rojnamevan, tenê ji bo ku di derbarê pirsgirêka Kurdan de dîtinên xwe nivîsandinin îro ew ê derkevin dadgehê.

Ev rojnamevan, di 24ê meha Çileyê Pêşîn ya sala din hatin girtin. 9 kes ne di hefsê de nin, 35 rojnamevan tevî ku di derheqê wan de tu sûcekî dîyar tuneye jî ji wê rojê ve di hefsê de nin. Hin rojnamevan ji bo ajansa nûçeyan ya Kurd DÎHA (Dîcle Haber Ajansı), hin ji bo Ozgur Gundem û rojnameya bi Kurdî derdikeve Azadîya Welat, hin jî di sazîyên belavkirina rojnameyan de dixebitîn.

Berga ‘Ozgur Ulke’ ya piştî roja bombekirinê. Manşet: “Ev agir wê we jî bişewitîne”

Tam di van rojan de, ez li ser nivîseke di derbarê çapemenîya Kurdan de dixebitim. Di navenda vê nivîsê de rojnameya ‘Ozgur Gundem’ heye. Ez li ser pêvajoya diroka rojnameyê disekinim. Di vê dîrokê de, 3yê Çileyê Pêşîn yê 1994an rojeke trajîk e; di vê rojê de ofîsa rojnameyê hat bombekirin. Yek ji xebatkarên rojnameyê hat kuştin, 21 kes birîndar bûn.

Ji serî de dewlet gûmanbar bû; şik hebû ku destê dewletê di vê bûyerê de heye û di nav wê mehê de ev şik îspat bû. Di belgeyeke Komîsyona Ewlekarîya Netewî de derket holê ku Serokwezîrê wê demê Tansû Çîller ferman daye ku ev rojname ji holê rabe. Ev belge, berî bombekirina rojnameyê bi 3 rojan hatibû nivîsandin.

Tiştên ku îro pêk tên ne ji yên wê rojê cuda nin. Serokwezîr Tayyip Erdoxan, pir bi eşkere daxwaza xwe ya bêdengkirina çalakvanên Kurd tîne ziman. Çend roj berê dîmenên video yên ku li ser rêya Şemzînanê lihevrasthatina BDPyî û PKKyîyan nîşan dikin ketin rojevê. Di vê videoyê de ev xwiya dikir; her du teref ji vê lihevrasthatinê kêfxweş in, hevdu hembêz dikin. Ji wê rojê ve ev hembêzkirin qet ji rojevê derneket. Erdoxan, ji parlamenteran re got ku, an li meclîsê cî bigirin an jî derkevin ser çîyan û rêst kişand.

Erdoxan, bi vê jî nehat ser, got ku hek di derbarê van parlamenteran de dadek vebe; meclîs wê karê xwe bike, lênepirsîna wan rake û rê ji dadkirina wan re veke. Gava ku Erdoxan ev axaftin kir, hîn dozger dadeke wisa venekiribû, lê li gor agahîyan dozger dest bi lêpirsînê kiriye.

Tansû Çîller: Serokwezîrê Tirkîyê (Hezîran 1993-Adar 1996)

Tansû Çîller jî, di salên 1990î de ev yek pêk anîbû. Ji bo ku dadek di aleyhê hemû parlamenterên partîya Kurdan ya wê demê DEPê (Partîya Demokrasîyê) de bê vekirin hewl dabû, bi vî awayî mafê lênepirsîna 7 parlamenterên DEPê hatibû rakirin. Ji van parlamenteran 4 kes (Leyla Zana, Orhan Doxan, Selîm Sadak û Hatîp Dîcle) bi salan di hefsê de man.

Dezgehên dewletê li hev dikin û Kurdan bêdeng dikin: Qanûnên li dij terorê, ji teref dadgehan bi nêteke xerab tên bikaranîn; mafên demokratîk tên binpêkirin; têgîna demokrasîyê ya esasî ‘cudatîya hêzan’ ji bo Kurdan derbas nabe. Wisa xwiya dike ku, ji salên 1990î û vir ve tu tişt nehatiye guhertin.

Di roja ewil ya dadgehê de pêşketineke cidî nayê hêvîkirin. Ez him bi parêzgeran him jî bi rojnamevanan re peyivîm. Gûmanbar, wê hewl bidin ku bi Kurdî parastina xwe bikin, heta yek ji wan wê parastina xwe bi zimanê xwe yê zikmakî Hemşînî bike. Dadger wê destûrê nede vê yekê û ew ê mîkrofonên gûmanbaran bigire. Katibê dadgehê wê wisa binivîsîne; ‘bi zimanekî ku nayê zanîn peyivîn’. Û gûmanbar wê neyên berdan, heta dadeke piştî çend hefte an mehan, van girtîyan wê cardin bişînin hefsê.

Ji vê dadê hêvîya edaletê tuneye, lewra ev ne dadeke hiqûqî ye, dadeke sîyasî ye. Ji bo biryareke rastîn û hiqûqî derkeve ku ev dad bi dawî bê û hemû rojnamevan serbest bibin, pirsgirêka ku ketîye vê dadê divê bi rêya sîyasetê çareser bibe. Ez nabînim ku ev pirsgirêk wê di demeke nêzîk de çareser bibe. Lewra serokwezîrê anuha yê li pê berjewendîyên xwe, ji bo ku qanûna esasî ya nuh derkeve ji dil bi partîyên din re naxebite, ji dêvla ku vî karî bike hewl dide ku parlamenterên Kurd bavêje hefsê.

1 reply

Trackbacks & Pingbacks

  1. […] defendant makes statement in Kurdish, judge stops them. You think they would have got it by now! http://km.e-riktest.nl/mother-ton…ayyip-erdogan/ __________________ COUNT DOWN TO A KURDISH STATE IN IRAQ THAT GOT ATTACHED TO IRAQ IN 1923 […]

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply