Huseyîn Aygun, PKK û otonomîya demokratîk

Revandina parlamenterê muxalîf Huseyîn Aygun ya ji teref PKKê bû sedem ku, ez dûr û dirêj li ser dahatûya başûrê rojhilatê Tirkîyê û di vê dahatûyê de rola PKKê bifikirim. Ji ber ku mijara pirtûka min a ku ez li ser dixebitim çareserîya pirsgirêka Kurdan e û otonomîya herêmî wê rojekê bibe perçeyekî vê çareserîyê, ez meraq dikim ku ev bûyera revandinê wê ji bo asta demokrasîya ku li Herêma Kurdan ya Otonom bê avakirin ji me re çi bibêje.

Huseyîn Aygun

Dîyar e ku revandina Aygun ne bûyerek e ku ji pêşketinên din cuda be. Li gor agahîyên Komeleya Mafên Mirovan di her du salên dawîn de bûyerên ku PKK hin kesan direvîne, bi awayekî eşkere zêdetir bûne: PKKê ji meha Tîrmehê vir ve 145 kes revandine, ev hejmar di salên 1990-2000an de 154 bû. Di demên berê de mamosteyên diçûn herêmê, ji ber ku wek perçeyekî asîmîlasyonê dihatin dîtin PKKê ew direvandin. Anuha pirtirîn esker û xebatkarên şîrketên ku bi dewletê re hevkarîyê dikin tên revandin. Wek mînak; di vê heftê de li Hekarî deh şoforên kamyonan yên di çêkirina balafirgehê de dixebitîn hatin revandin. Anuha jî cara yekem e ku yekî parlamenter li vê lîsteyê zêde bûye.

Mafên Mirovî

Li gor PKKê sedema revandina Huseyîn Aygun, helwestên wî yên li dij Kurdan û gazinên di derbarê wî de yên ji ‘civaka Kurdan’ dihatin bû. Aygun parlamenterê partîya Kemalîst û muxalîf e, lê ew bi xwe ne Kemalîstekî antî-demokratîk e û bi rastî ew bi çalakîyên xwe yên ji bo mafên mirovî tê naskirin. Ew parlamenterê Dêrsimê (Tûncelî) ye û li wir hat revandin, ew bi parastina mafên Kurdên Alewî tê naskirin. Ji ber ku Aygun, Ataturk ji qetlîama Dêrsimê ya 1938an berpirsîyar didît, di nav partîya xwe de pir hatibû rexnekirin. Ji bo vê mijarê li vê lînkê binêrin (Îngilîzî).

Ji ber ku Aygun, di civaka Kurd de dengekî cuda ye PKK wî napejirîne. Aygun, şideta PKKê rexne dike, zora PKKê ya di hilbijartina sala din de rexne kiribû, li gor wî PKKê ji bo ku di hilbijartina li Dêrsimê de gel dengên xwe bidin BDPê zor bi kar anîbû. Nifûsa Dêrsimê bi tevayî Alewî ye û CHP di nav Alewîyan de xwedîyê girseyeke pir mezin e.

Bi taybet bûyera Aygun û hemû revandina însanên din, ji bo ku PKK hêza xwe ya li başûrê rojhilat xwiya bike muhîm in. Di van rojan de partîyên muxalîf jî ji bo ku zorê bidin partîya desthilatdar AKPê vê tezê diparêzin. Her kes li ser vê dîtinê wek hev difikirin: PKK bi awayekî fermî hek li herêmê ne desthilatdar be jî, artêşa dewletê jî ne xwedîyê wê hêzê ye ku kanibe herêmê kontrol bike.

Şoreş

Îro, 15ê Tebaxê ye, ji bo PKKê rojeke taybet e. Di roja 15ê Tebaxa 1984an de li devera herî başûrê rojhilat , li Şemzînanê (Şemdînlî) çalakîya şerê çekdarî ya yekem pêk anîbû. Di van 28 salên derbasbûyî de PKK, ji çend xortên ku dixwestin şoreşê pêk bînin bû rêxistineke ku kanibe hemû herêmên Kurdan kontrol bike. PKK li van herêman xwedîyê alîkarî û piştgirîyeke pir xurt e û di pêdekirina endamên nuh de qet tu dijwarîyê nabîne, çapemenîya Kurd û sîyaseta herêmî û netewî bi xurtî kontrol dike, bi kurtasî di nav civaka Kurdan de xwe pir baş entegre kiriye.

Em anuha bifikirin ku rojekê wek perçeyekî çareserîya pirsgirêka Kurdan, herêma başûrê rojhilat wê bibe otonom. Gelek caran ji min re dibêjin ku, li vê herêma otonom demokrasî wê tunebe, PKK wê her tiştî kontrol bike û qet destûrê nade muxalefetê. Her kes ê ku di derbarê PKKê de tiştek xwendibe zane ku; derveyî xeta fermî ya PKKê û bi taybet jî muxalefeta li dij serokatîya Ocalan nikanin bi hêsanî bixebitin. Tê zanîn ku ne tenê kesên li derveyî PKKê, endamên wê jî, heta rêvebirên wê yên bi serok re ketine dijayetîyê jî bûnin qurbanê hin sûîkastan. Hêza ku di destê PKKê de ye, faktorek e ku nahêle BDP ji dil û can şidetê mahkûm bike û daxwaz bike ku PKK dev ji bikaranîna çekan berde. Kontrol tenê di destê PKKê de ye.

Ji bo pirtûka xwe min bi helbestvana Kurd Bejan Matûr re di derbarê pirsgirêka Kurdan de hevdîtinek çêkiribû, Matûr bawer dike ku ji bo çareserîyê şerdekî sereke jî entegrekirina PKKê ya bi civaka sîwîl re ye. PKK wê rojekê dev ji çekan berde lê ev nayê wê wateyê ku ew ê hêza xwe wenda bike. Serokên rêxistinê wê li Tirkîyeke ku hemû Kurd bûnin xwedîyê mafên xwe, bi awayekî ji xwe re cî bibînin. Ew ê têkevin meclîsê, di hikûmetên herêmî de cî bistînin an bibin serokên sazîyên sîwîl yên qanûnî? Û hek ev pêk bên, ew ê destûrê bidin ku muxalefeta ku yek ji hîmên civaka demokratîk e? Hejmara partîyên Kurdan wê ji yekê zêdetir be an Herêma Kurdan ya Otonom wê bibe ‘demokrasî’ya yek partîyî?

Artêşa Tirk

Piştî ku sala din grûbên Kurdan “otonomîya demokratîk’ îlan kirin, PKK hîn zêdetir hewl dide ku hêza xwe dîyar bike. Ji ber vê yekê hîn pirtir însan hatin revandin, ji ber vê yekê li ser rêyan kontrola nasnameyan pirtir kirin, ji ber vê yekê sabotajên li hember înşaatên dewletê pirtir kirin. Lê hek bi rastî jî armanc otonomîyeke ‘demokratîk’ be, ev armanc di van bûyerên ku di van rojan pêk tên de xwiya nake.

Ez vê mijarê bi her kesê ku ji bo pirtûka xwe wan dibînim re dipeyivim. Bi pirayî bersîvên dirêj didin. Qala pêşketinên ku wê di dema Kurd bibin xwedîyê mafên xwe de pêk bên dikin, an jî qala xebatên piralî û pirreng yên li bajarên ku ji teref BDPê tên îdarekirin dikin. Lê bersîva ku herî pir di heşê min de maye pir kurt e: “Pir xwezayî ye ku hêza herî pir ji bo azadîyê hewl daye, di dema bidestxistina azadîyê de desthilatdar be, hakimê civakê be. Gava ku Tirkîye hat damezirandin, artêşê û serfermandarê wê jî wisa nekiribû? Artêşa Tirk piştî sed salan, hîn di van rojên dawîn de dest pê kir ku hêza xwe teslîmî civakê bike. Hêvî dikim ku PKK hîn zû vê yekê pêk bîne û rê li demokrasîyê veke.”

Hun li ser vê mijarê çi difikirin? Texmîna we çi ye? Hun kanin li jêr ray û ramanên xwe binivîsînin.

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply