Ji rojê bipirsin

“Hun dipirsin ku Roj çima sibehan hiltê?” Ji rêzikên ku min dixwendin nikanîbû bawer bikira. Rojnamevanên Tirk, posterên Ocalan yên ku li kuçe û kolanan hatibûn dardakirin, bêyî ku sedema vê yekê ji gel bipirsin, wek nûçe weşandibûn. Min ev rewş di tweetekê de rexne kiribû, rojnamevanekî Tirk bi vê pirsê bersîv da.
Ev bersîv, li gor min ji bo xeta çapemanîya Tirk ya çewt mînakek bû.

Vî rojnamevanî, pişt re gotina xwe wisa parast; Kurdên Sûrî piştgirîya PYD ya ku bi PKKê re têkildar e dikin. Tenê ev gotin bi xwe jî derveyî têgîna rojnamevanîyê ye. Hemû Kurdên Sûrî piştgirîya PKKê bikin jî, divê rojnamevanek sedema bûyera ku wê bike nûçe bipirse, ev yek di rojnamevanîyê de xalekî muhîm e.

Pir eşkereye ku çima çamepanîya Tirk pirsên wisa napirsin. Ev hevldan wê kêrî tu tiştî neyê, lewra ji serî de ew jî zanin ku derveyî bersîvên li dij PYD û PKKê ne mumkun e ku bên weşandin. Çapemenîya Tirk, agahî û axaftinên di derbarê têkilîya nasnameya Kurd ya bi PYD û PKKê re naweşîne. Hek biweşînin dibe ku ew bi “propagandaya rêxistina terorê” bên gunehbarkirin û têkevin hefsê.

Hekarî

Vê diyalogê, rêwîtîya min ya dawîn ya li herêma Kurdan anî bîra min. Hefteya din ez ji cîyê herî dûr ê başûrê rojhilat Hekarî vegerîyam. Yekî ku ez li wir pê re peyivîbûm, zilamekî bavê heft zarokan û çil salî bû. Mirovekî dengxweş û dilsoz bû. Destûr dabû ku keça wî di 21 salîya xwe de bizewice. Ew difikirî ku keça wî pir bi hêsanî di bin tesîrê de dimîne. “Berî ku bizewice dev ji dibistana xwe berda, ez qet bi vê yekê kêfxweş nebûm. Li hêla din min zanîbû ku hek li dibistanê bimîne wê çi bela bê serê wê. Lê hek hevalên wê ji bo ku derkeve çîyayan ew razî bikira? Ez ji vê yekê ditirsîyam. Ji ber vê yekê min got temam, wê gavê here bizewice.”

Gazin dikir ku piraya Tirkan, her kesên ku li vir dijîn wek ‘piştgirên terorê’ dinirxînin, ji vê nirxandinê aciz bû: “Ez dixwazim bi rojnameyeke mezin ya Tirk re bipeyivim û jê re qala gelê vir yê dilsoz û dilovan bikim. Min çend caran ji wan re nivîsand lê min tu bersîv nesitend.” Wisa his dikir ku, tenê ji bo ku Kurd e û ji Hekarîyê ye wek terorîst tê dîtin.

Roj

Tevî ku ev bav ji derketina keça xwe ya çîyayan pir ditirsîya jî bi awayekî giştî ne li dij PKKê bû. Bi awayekî nematmayî Rêxistin, li başûrê rojhilat û bajarên Tirkîyê yên ku Kurd lê pir in piştgirîyeke pir berfireh û xurt dibîne. Hekarî û bajarê cîran Şirnex wek kelehên PKKê tên binavkirin. Ji bo çapemenî û piraya Tirkan ev yek dibe sedem ku bi însanên wan deran re nepeyivin. Ne tenê ji bo talûkeya ku ew ê têkevin hefsê; difikirin ku bi tiştekî ku her tiştî dîyar dike zanin: Jixwe ew piştgirên terorê ne.

Tirkîye ketîye xeteke wisa xerab û bi talûke ku, hemû Kurdên ku him piştgirîya PKKê dikin û him jî aştîyê daxwaz dikin û şidetê naparêzin (bi qasî ku min dît piraya Kurdan wisa ne, peyveke wek ‘sempatîzanên PKKê yên aştîxwaz’ mumkun e; dibe ku xeyal û piştgirîya însanan pir gîrîft be), wek terorîst gunehbar dike. Bi vê gunehbarî û wek encama wê ev helwesta “ez bi piştgirên terorê re napeyivim” ev encam derdikevin holê; fahmkirineke şaş, têgîneke bedbînî û domdarîya şidetê.

Lê di eslê xwe de ji bo ku aştî pêk bê, divê di her ast û qadê de dîyalog hebe. Ne tenê di nav serokên hêzên têkildar de, bi taybet bi gel re dîyalog hewce ye. Çapemenîya Tirk, divê ji bo ku ev dîyalog pêk bê û alîkarîya fahmkirina terefan bike bi berpirsîyarî tevbigere. Di vê berpirsîyarîyê de ev pirsa ku ji Kurdan tê kirin tuneye; “Roj çima sibehan hiltê?”. Divê çapemenî jixwe bipirse; “Gelo çima Kurd him piştgirîya PKKê dikin û him jî aştîxwaz in?”

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply