Gumanbarên KCKê yên ku nehatine bihîstin

Delal got ku, “ez dibînim, ez dibînim!” Bi dayik û xwişkên xwe re, ji bo ku baştir bavê xwe bibînin hilkişîyan ser trîbuna ku ji bo gel hatibû amadekirin. Jin û zarokên Kemal Sewen, ji bo wî hildikişîyan cîyê herî bilind ku wî baştir bibînin. Di dadgeha KCKê de gumanbarek jî ew bû. Xwişka Delal dipirse: “Gelo ew me dibîne?” Erê dibîne. Wek 140 kesên gumanbar û malbatên wan ew jî destên xwe kil dikin.

Kemal Sewen, bi gumanbarên herî navdar yên dadgeha KCKê Buşra Ersanli (hîn jî girtî ye) û Ragip Zaraqolû yê ku çalakvanê mavên mirovatî û weşanger re tê dadkirin. Lê bi îhtimaleke mezin berê haya we ji navê wî tunebû. Kemal Sewen jî wek Buşra Ersanli, mamosteyê Akademîya Sîyasetê ya BDPê bû.

Ji hêla çepê ber bi rastê: Zelal, Delal û Demet Sewen; keçên Kemal Sewenê gumanbarê Dada KCKê.

Min tevaya roja xwe ji bo temaşeya vê dadê veqetandibû. Di dema navbira dadê de an gava ku ez ji bo çend deqeyan ji salonê derdiketim, min firsend didît ku ez malbatên gumanbaran bibînim. Wek mînak; Hanîfeya ku jina gumanberekî ye. Li eywanê runiştibû û digirîya: Ji bo ku qarta wê ya zîyaretmedaran tunebû û nikanîbûye biçe piştgirîya mêrê xwe. Şehrihan û Emir: Bavê wan di salona dadgehê de dihat dadkirin, wan jî bavê xwe dîtibûn û destên xwe jê re kil kiribûn. Bi qarta xwe ya çapemenîyê ez cardin vegerîyam salona ku ji kesên din re girtî bû, min dît ku jinekê xwe daye ser dedektora metal û digirî; Qarta wê ya zîyaretmedaran tuneye lê ji bo piştgirîya lawê xwe bike li vir e.

Di dadgehên wisa yên ku gelek kes tê de tên dadkirin de, hin kesên navdar dibin balkêş, her kes li pê wan in û qala wan dikin, ez ji vê rewşê pir aciz dibim. Hemû niqaş li ser wateya ku ev kes bi KCKê re ne têkildar in dimeşe: Ev kes aştîyê dixwazin, demokratên rasteqînî ne, tu têkilîya wan bi şideta PKKê re tuneye, ew rewşenbîr in, divê mafê wan yê gotin û çalakîyên ramanî hebe û hwd. Erê ev hemû tişt rast in, lê ev argumen dibin sedem ku mijara vê dadgehê li derve bimîne.

Gava ku hun van kesên navdar bi van argumenan biparêzin, hun hebûna vê dadê mafdar dibînin, hun kesên din sûcdar qebûl dikin. Li gor van argumenan Wezîrê Karên Derve Dawûtoxlû wisa dibêje; “Ez bawer nakim ku Buşra Ersanli terorîst be”. Lê di rastîyê de hemû gumanbarên din jî ne terorîst in. Ev hemû kes jî, ji bo sîyaseta Kurdan ya aştîxwaz hewl didin, tev li tu çalakîyên derveyî qanûnan nebûne. Û hemû dozger û dadger jî bi vê yekê zanin: Di dest dadgehê de di aleyhê gumanbaran de tu delîleke berbiçav tuneye.

Divê bi qasî ku qala Buşra Ersanli û Ragip Zaraqolû tê kirin, ewqas jî qala Kemal Sewen û gumanbarên ku qet nayên naskirin jî bê kirin. Dada KCKê bi her awayî dadeke sîyasî ye û ji bo têkbirina tevgera sîyasî ya Kurdan tê domandin. Ev dad, tenê li rejîmên dîktator tê dîtin. Hemû tiştên ji bo gumanbaran yên di vê dadê de tên gotin, pûç û beradayî ne.

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply