Desthevgirtina dîrokî
Ji bo ku desthevgirtinek di qada dîrokê de cî bigire, divê du neyarên eşkere di nav xwe de peymanek çêkiribin: Wek Îzak Rabîn û Yaser Arafat, Nelson Mandela û F.W. de Klerk, Reagan û Gorbachov. Lê li Tirkîyê kar wisa nameşin. Li vir du muxalifên sîyasî, Serokwezîr Erdoxan û serokê partîya muxalif Qiliçdaroxlû, gava ku destên hev digirin û li ser pirsgirêka ku di dîroka welatê wan de ya herî mezin e seetekê dipeyivin, wek pêşketineke dîrokî tê nirxandin. Heta di rojnameyan de ev pêşketin wek “gaveke dîrokî” tê dîyarkirin. Li qusûrê nenêrin, di destpêka nivîsê de bi rastî jî min hewl da ku ez bi awayekî erênî lê binêrim, lê mixabin di rastîyê de ji bo ku ez wisa his bikim tu sedem xwiya nake.
Lihevkirina her du serokên partîyan ya li ser hebûna pirsgirêka Kurdan û çareserîya vê pirsgirêkê ya bi rêbazên demokratîk, di raya giştî de, wek pêşketineke erênî hat pejirandin. Ez tam berevajî vê pejirandinê difikirim. Bi ya min ev ji bo bedbînîyê sedemek e. Piştî ku Kurd li dor sed salan di bin zor û zulmê de hatiye perçiqandin û di wehşeta van sî salên dawîn de bi hezaran însan hatine kuştin, her du partîyên mezin hevdîtinek pêk anîne û ji bo çareserîyê peyivîne. Ma qey sîyaseta Tirkan gîhaştiye vê astê? Erê, hun kanin bibêjin ku ji dêvla ku dijwar be bila dereng be, lê ev hêvîyeke erênî derdixe holê? Na! Ev hevdîtina wan, tenê rewşa helwesta wan ya heta îro dîyar dike, ewqas e.
Hemû partîyên di meclîsê de
Sedema ku Erdoxan û Qiliçdaroxlû ev hevdîtin pêk anîn, plana CHP ya ku bi deh merhaleyan pirsgirêka Kurdan çareser dike bû. Merhaleyeke herî girîng ya vê planê, avakirina komîsyona meclîsê ya ji aqilmendan pêk tê bû. Pir xwezayî ye ku di vê yekê de tu tiştekî şaş tuneye. Şaşitî ev e ku ji bo çareserîyê lihevkirina hemû partîyan pêşnîyar kirine. Her kes pê zane ku partîya nijadperest MHP alîkarîya planeke wisa nake. MHP, pisgirêka Kurdan napejirîne, wek pirsgirêkeke terorê dibîne. Tevî vê yekê jî AKP û CHP dibêjin ku “em ê bi mehan zorê bidin MHPê ku ew jî razî bibe”. Bi mehan? Ji bo ku ev plan neçe serî ev ne bes e?
Hek Erdoxan û Qiliçdaroxlû, ji bo çareserîya vê pirsgirêkê ji dil bin, çima gava ku MHP dîyar kir ku ew ê tev li vê planê nebe, MHP ji vê pêvajoyê dernexistin? Çima Qiliçdaroxlû, ji bo ku MHPê jî tev li plana xwe bike, dev ji “Pirsgirêka Kurdan” berdide û dest bi “pirsgirêka terorê” dike? Ji bo çi firsendê dide wê partîya ku, ji ber helwesta xwe ya înkarê li derveyî qada sîyasetê maye, cardin pirsgirêkê wek terorê bi nav bike? Hek hun ji bo çareserîyê ji dil bin, hun çawa dikarin ji bo binavkirinê ewqas ne ji dil bin?
Rastîyên Netewperestî
Dibe ku MHPê ji bo ji rêya çareserîyê birevin dibînin. Lê hek CHP di vê mijarê de piştgirîya Qiliçdaroxlû neke? Li gor hêza Qiliçdaroxlû ya di nav partîyê de, dibe ku ev yek jî pêk bê. Pir eşkere ye ku, kadroyên CHPê yên Kemalîst naxwazin ku rê li ber reformên esasî yên ji bo çareserîya pirsgirêka Kurdan vekin, wek mînak; ew ê nexwazin ku Qanûna Esasî ji bo çareserîyê bê guhertin.
An Erdoxan? Wek serokê partîyê otorîteya wî nayê niqaşkirin, lê ji bo hemû welêt wek serokekî kane vê guhertinê pêk bîne? Gava hun li hewldanên wî yên ji bo jiholêrakirina hêza leşkerî binêrin, hun kanin vê pirsê bi erênî bibersivînin. Lê ev mijar pir cuda ye. Jiholêrakirina hêza leşkerî, di nav hilbijêrên Erdoxan de tê pejirandin, bi vê helwestê tenê hilbijêrên li dij partîya xwe aciz kir. Hilbijêrên AKPê ne tenê misulmanên dîndar û yên ji çîna navîn in; ev hilbijêr di eynî demê de netewperest in. Ev hilbijêr jî, wek her Tirkekî ji rêzê têra xwe netewperest in, yek ji esasê damezirandina dewleta Tirkan jî ev netewperestî ye, ev girse ji vê dirûşmê bawer dikin; “alek, netewek, zimanek”. Li Tirkîyê partîyeke ku ne netewperest be, pir zor e ku kanibe bi ser keve. MHP vê rewşê bi kar tîne lê AKP û CHP jî di eslê xwe de partîyên netewperest in. Erdoxan kane vê daxwaza hilbijêrên xwe red bike? An jî hilbijêrên xwe razî bike ku ev yek pêwîst e?
Gava ku bi partîyên meclîsê re nikanibin li hev bikin, dibe ku li derveyî meclîsê li rêya çareserîyê bigerin. Wek mînak; kanin li derveyî meclîsê komîsyonekê ava bikin û bi vî awayî li çareserîyê bigerin. 1- Pirsgirêka Kurdan tenê li meclîsê çareser dibe. 2- Ev pirsgirêk ne bi axaftina di derbarê Kurdan de, axaftina bi Kurdan re kane çareser bibe. Bi gotineke din, bi BDPê re.
BDPyîyan her tim gotin ku em piştgirîya vê planê dikin û ji hevdîtinan re vekirî ne. Madem wisa ye, çima hîn jî Erdoxan û Qiliçdaroxlû wisa didin xwiyakirin ku ew ê kanibin di nav xwe de vê pirsgirêkê çareser bikin? Çima tavilê bi serokê BDPê Selahatîn Demîrtaş re hevdîtinekê pêk nînin, bi destên hev nagirin û biryara xebata bi hev re nadin? Çima hîn jî vê nakin? Ji encamên vê lihevkirinê ewqas pir ditirsin? Gelo ditirsin ku piştî vê hevdîtinê ew ê bibînin ku divê bi PKKê re jî hevdîtinê pêk bînin? Ew jî zanin ku ev yek pêwîst e, qey ditirsin ku ew ê nikanibin vê rewşê bi gel bide pejirandin?
Sîwîl û Leşker
Li gel van pirsên ku tên heşê me, rastî jî li holê disekine. Rastîyên rojane. Ji bo bedbînîyê ev jî sedemeke din e. Operasyonên li dij KCKê û girtin dom dikin. Hîn hefteya din nod xwendekarên tibê hatin girtin û hema hema her roj rêvebirên BDPê ji malên wan digirin û davêjin hefsê. Di vê heftê de şaredarê Wana ku hîn birînên xwe yên zelzelê derman nekiribû hat girtin. Ji ber vê girtinê gelek xwepêşandan pêk hatin. Şerê di navbera PKK û artêşê de dom dike, taybetîyên vî şerî êdî di çapemanîyê de jî pir kêm cî digirin. Ji leşkeran jî û ji PKKê jî gelek kes tên kuştin. Di vê heftê de, di cenazeyê yekî PKKyî de xortek bi guleyên polîsan hat kuştin. Di hefteya berê de li gelek zanîngehan grûbên netewperest êrîşî xwendekarên Kurd kirin û ne kesên êrîşkar xwendekarên Kurd hatin girtin. Di vê nabênê de divê em Qilabanê jî ji bîr nekin. PKKê cardin dest bi revandina sîwîl û leşkeran kir; carinan yeko yeko carinan jî grûbekê direvînin… Di nav gelê Kurd de her ku diçe nefret û hêrs pirtir dibin
Gelo Erdoxan û Qiliçdaroxlû li ser van mijaran peyivîn? Em bi ray û ramanên Erdoxan yên li ser Qilabanê zanin. (read more here and here) Em zanin ku pir ji dil dada KCKê diparêze. Qiliçdaroxlû, qet tu caran li dij operasyonên KCKê, şideta nijadaperest ya ku xwendekarên Kurd beramber dibin û sîyaseta AKPê ya ku pirsgirêka Kurdan wek terorê dibîne, bi awayekî eşkere nepeyivîye. Ji ber vê yekê, di derbarê vê hevdîtinê de ez bi şik im û divê hun jî vê şika min belasebeb nebînin.
Hêvî dikim ku ez şaş bim. Dibe ku em rojekê lê vegerin û bibînin ku ev hevdîtin bûye destpêka çareserîya vê pirsgirêka girîng. Dibe ku em wê rojê Erdoxan wek Serokê Komarê jî bibînin. Wek berpirsîyarê dewletê yê herî mezin, ew ê bi destê yê ku anuha li Îmraliyê mahkûm e, her kes wî wek perçeyekî çareserîyê dibînin, neyarê dewletê yê sereke bigire? Ne mumkun e? Erê, anuha mumkun xwiya nake. Lê desthevgirtinên dîrokî, berî ku pêk bên her tim wisa nehatine dîtin?
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!