Roja dayikan
Esra dixwaze min bibe dukaneke li taxê. Ez bi sedema wê nizanim, lê ew bi destê min digire û min lê paş xwe kaş dike. Gava ku em gîhaştin dukanê, ez dixwazim ji wê û birayê wê re defterekê bisitînim, ez zanim ku her tim dixwazin binivîsînin. Lê ew naxwaze. Di heşê wê de gerdaneya rengîn heye. Ez li hember derdikevim; ez ne bawer im ku dayika wê, wê bi vê qayil bibe. Gava ku em ji dukanê derdikevin, di guhê min de dike pistepist: “Lê ew ji bo roja dayikan bû…” Bi vî awayî em vedigerin diçin gerdaneyê distînin.
Ez di van rojan de li Roboskîyê me. Roboskî gundê Qilabanê ye, di dawîya meha Çileyê Paşîn de 34 hemwelatîyê vî gundî ji teref artêşa Tirk hatibû bombebarankirin. Ez bi malabateke ku li çar-pênc malan rûdinin re dimînim. Ez li odeya mala dayika Esra ya ku di temenê 28 salî de jinebî maye dimînim. Ew, anuha bi pênc zarokên xwe yên ku temenên wan pênc-deh salî ne re dijî. Rewşa xwe bi awayekî hêsan tîne ziman: “Berê jî xerab bû, lê anuha pir xerabtir e.”
Mêrê wê yê ku hat kuştin, bi karên cuda hewl dida ku debara xwe bike; pez xwedî dikir, li avahîyan dixebitî, hin caran ji bo qaçaxa çay, şekir û mazotê diçû Iraqê ku pênc-şeş kîlometre dûrî wan bû. Ji ber ku mêrê wê êdî najî, tiştekî ku pê debara xwe bike tuneye. Wek hemû malbatên ku xizmên wan hatine kuştin, wê jî tazmînata ku dewletê daye red kiriye. Malbat alîkarîya wê dike, jo bo ku tîyê wê alîkarîya terorîstan kiriye ji bo çar salan di hefsê de ye, lewra ev alîkarîya malbatê têra wan nake.
Feqîrîya wan pir bi berbiçav e. Li malê av tune. Şanseke mezin e ku ji kanîya nêzîkî wan, aveke paqij diherike. Li malê, derveyî xalîçe û dîwanê, telewîzyoneke ku bi bawerîya min naxebite û hin tiştên xwarinê tu tişt tuneye. Livîn tuneye, gava ku zarok diwestin an xewa wan tên radihêlin balîvekê û li ser xalîçê radikevin. Seeta elektrîkê şewitîye û naxebite. Li binê telewîzyonê wêneyekî bavê Esrayê heye, ev wêne ji bo ku toz negire hatiye nuxumandin…
Dema ku min ev nivîs dinivîsand, Esra yadîgara ku ji dayika xwe re sitendibû bi kaxizeke spî radipêçand û noteke pir xweş li ser dinivîsî. Lê yadîgara ku radipêçand ne gerdane ye. Gava ku em ji dukanê vedigerîyan malê, Esra ramana xwe guherand. Paş ve revîya û bi kêreke qeşartinê û cotek gore vegerîya. Divê ku yadîgara dayika wê kêrhatî bûya. Ez hêvî dikim ku, sibê ev yadîgar rûyê dayika Esra yê xemgîn hinekî bikenîne.
!–:–
Leave a Reply
Want to join the discussion?Feel free to contribute!