MÎT, cînayetên Parîsê û qetlîama Roboskî

Click here for the English version.
Türkçe yazı için buraya tıklayınız.

Di vê mehê de di nav du rojan de, di rojên 12 û 13ê Çileyê Paşînde, di derbarê cinayeta sê jinên Kurd ya li Parîsê (9ê Çileyê Paşîna 2013an) û qetlîama Roboskî (28an Berfenbar 2013an) de hin agahî hatin dîyarkirin. Agahîya herî muhîm ew bû ku tilîka MÎTê di van cinayetan de heye, di kuştina 37 kesan de bi awayekî çalak rol sitendiye.  Continue reading “MÎT, cînayetên Parîsê û qetlîama Roboskî”

Ciwanên Roboskî

For the English version, click here.
Türkçe yazı için buraya tıklayınız.

Kesên ku îsal beşdarî bîranîna Roboskî bûn ji sala berê pirtir bûn. Îsal rêya Hekarî wek sala din nehat girtin, ji ber vê yekê girseyeke mezin tev li bîranînê bû. Roja ku qetlîam di sala 2011an de bûbû jî wek ya îsal Şemî bû, ev jî bû alîkar ku pirtir kes bên Roboskî. Derveyî van her tişt wek berê bû –di salên pêş de jî wê wisa be. Hek bi lêkolîneke bi rêk û pêk rastîyên vê qetlîamê derkevin holê, wê gavê dibe ku êş û kedera malbatên kuştîyan siviktir bibin. Continue reading “Ciwanên Roboskî”

Hek ne yên azadî pêk anîbin be wê kî bin?

3 Berfanbar 2013
Türkçe yazı için buraya tıklayınız.
For the English version, click here.

Prof. Aktayê ku endamê AKPê ye wisa peyivî: “Tiştekî wek nijadê Tirk tuneye.” Hin xwendekarên zanîngehê yên ku ev axaftin guhdar dikirin, pir hêrs bûn û ji salonê derketin. Aktay, piştî ku pirsgirêkên têgîna Tirkbûnê anîbû ziman ev tişt gotibû: “Tê gotin ku Tirk ji Asyaya Navîn hatine. Ev rast e? Hek em lêkolîn bikin, gelo çend bav û kalên me yên mezin ji wir hatine? Bi ya min nijadekî Tirk tuneye.”

Continue reading “Hek ne yên azadî pêk anîbin be wê kî bin?”

Mexdûrîyeta şexsî

Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş, di hevpeyvîna xwe ya di IMC-TV de got ku “Malbatên Roboskî ji bo ku bi Serokwezîr re hevdîtin çêkirine kêfxweş in. Wan derfet dîtin ku ray û ramanên xwe ji otorîteya sîyasî ya sereke re bibêjin.”

‘Malbatên Roboskî’, xwedîyên 34 kesên ku di vê qetlîamê de hatibûn kuştin in, hejmara endamên van malbatan ji sedî zêdetir e û hemû bi hev re tevdigerin, helwesteke hevpar dîyar dikin. Ne mimkun e ku hemû endamên van malbatan bi hevdîtina bi Serokwezîr re kêfxweş bibin. Lê di rewşa sîyasî ya aniha de, hewce dike ku her kes ji vê hevdîtinê kêfxweş bibe, Demîrtaş wisa dibêje. Continue reading “Mexdûrîyeta şexsî”

Êş û derdên gelê Kurd

Yekî ku bihîst ku ez ê biçim ‘goristana şehîdan’ ya PKKê, wisa got; ‘ev ê cardin bibe şowa PKKê’. Ev yek wek şowekê nirxand, goristana şehîdan ya tevgereke sîyasî ya ku bi çek an bê çek gelek şehîd daye qet muhîm nedît. Ji vê hêlê ve PKK, ji Artêşa Tirk ya ku ji bo kesên xwe yên ku wenda kiriye û ji bo wan di şînê de ye an ji berxwedana Gezî ya ku Tirkîye hejand ne cuda ye. Lê li goristanan, yên tevgerên sîyasî û çekdar jî tê de, êş û keder jî hene. Êşeke ku di rêya demokrasîyê de pir zêde derdikeve holê û normal tê dîtin. Continue reading “Êş û derdên gelê Kurd”

Binpêkirina pêvajoya aşitiyê

Ji bo pêvajoya aşitîyê ya di nav PKK û hihûmetê de, di van mehên li pêş me de tu hewldanên muhîm xwîya nakin. Ev bi tevayî bi hilbijartinên herêmî (di Bihara 2014an de) û ya serokkomarîyê (di Payîza 2014an de) ve têkildar e. Kurd, ji bo vê aştî û mafên qanûna esasî bi hêvî ne, lê Kurd difikirin ku ev lîstikeke sîyasî be û ji ber vê yekê xemgîn û bêhêvî ne. Pêvajoyên wek yên Efrîkeya Başûr yên bi lez û bez, dilên Kurdan xweş dike, lê ew jî mînakeke bijarte (îstîsna) ye. Lê pêvajoyeke aştîyê, tenê ji gavên sîyasî pêk nayê. Ji bo ku ev pêvajo bi ser keve, hewldaneke cidî hewce dike. Hikûmet jî, tam berevajî vê pêvajoyê tevdigere. Continue reading “Binpêkirina pêvajoya aşitiyê”

Kela berxwedanê

Bajarê Başûrê Rojhilatê Tirkîyê yê herî mezin Diyarbekir ku piraya nifûsa wê Kurd e, li gor Stenbol, Enqere û Îzmîrê bi awayekî balkêş pir sehal e, li van bajaran polîs bi tundî êrîşî gelê ku mafê xwe yê civîn û xwepêşandanê bi kar tîne kir. Kurd, ji bo çi tev li protestoyên li dij hikûmetê nabin? Ew jî azadîya xwe dixwazin, ne wisa, wê gavê Kurd çima bi Tirkan re serî hilnadin? Continue reading “Kela berxwedanê”

Piştî pênc sed rojan

Di serî de ez rewşa wir tarîf bikim. Ez jî di nav de em 35 kes, li dereke çîyayî li kêleka rê rûdinin. Li hêla me ya çepê, tam li cîyê ku rê ber bi rastê dizîvire erebeyeke zirxî, banteke sor û spî, têla bi dirî, tabelaya ‘herêma qedexe ya eskerî’ û barîkata ji bîst personelên eskerî pêk dihat hebûn. Li jorê vê derê li serê çîya herî kêm sed însanên ku 500 roj berê merivên wan bi bombebarana dewletê hatibûn kuştin, hewl didan ku di ser barîkatê re derbasî qada bîranîna merivên xwe bibin. Continue reading “Piştî pênc sed rojan”

Ber bi Xabûreke nuh

Piştî ku PKKê dîyar kir ku ew ê di 8ê Gulanê de ji Tirkîyê vekişe, pirsa herî xerîb ku ji min hat pirsîn ev bû; kesên ku li Başûrê Rojhilat dijîn his dikin ku serkevtinek bi dest xistine? Ji bo ku hebûna hiseke wisa bê fahmkirin, divê pir an hindik şer û Kurd bên naskirin. Di vê pirsê de tê qestkirin ku şer bi dawî hatiye û divê “terefekî serkevtî” hebe.

Continue reading “Ber bi Xabûreke nuh”

Li gor gelê Diyarbekir rêya aştîyê

Zilamekî yextiyar wisa dibêje: ‘Divê PKK ji Tirkîyê derkeve.’ ‘Çima? Lewra ew zarokên me ne.’ Temaşevanên civîna Mirovên Aqilmend herî pir vê axaftinê diecibînin û li çepikan dixin. Li salona ku li gor 375 kesan bû, herî kêm 500 kes beşdar bûn. ‘Mirovên Aqilmend’ yên ku li gor armancên hikûmetê hatin hilbijartin, ji bo ku pêvajota aştiyê bînin ziman nehatin, ji bo ku li gel guhdar bikin hatin.

Continue reading “Li gor gelê Diyarbekir rêya aştîyê”