Havîna reş

Hikûmeta Tirkan, ji gel sehalbûnê daxwaz dike. Lê di nava havîneke reş de sehalbûn wê çawa pêk bê? Şidet û kuştina ku her havîn pêk dihat, di vê havînê û seranserê Meha Remezanê û Cejna Remezanê de bi awayekî xedartir dewam kir. Bombeya ku êvara duşemê li Entabê pêk hat, asta xedarîya vê havîna reş ya herî bilind bû: Neh hemwelatîyên ku di nav wan de çar zarok jî hebûn, jîyana xwe wenda kirin û heftê kes jî birîndar bûn.

Heta îro jî berpirsîyarên vê êrîşê dîyar nebûye. Wek ku Ahmet Altan di Rojnameya Tarafê de nivîsandiye: “PKK, dibêje ku wê ev çalakî pêk neanîye. Hek ev rast be du îhtimal dimînin: Muxaberata Sûrî û Dewleta Tirkîyê ya Kûr. Ji van her duyan yekî ev çalakî pêk anîye. Dibe ku her duyan bi hev re jî kiribin. An jî her sêyan bi hev re pêk anîbin.”

Derdorên Hikûmetê, bi lez û bez ji bo vê çalakîyê PKK sûcdar kir. Anuha jî, ji vê yekê ne ewqas bawer in. Dibe ku Sûrî be jî. An jî dewleteke herêmê ya din be. Lê xisar û bandora biryara destpêkê hîn jî didome: Avahîyên BDPya ku alîgirê Kurdan e (du avahîyên li Entabê, avahîyeke li Îzmîtê ya nêzîkî Stenbolê) ketin ber êrîşên girseyên pir bi hêrs. Dibe ku, AKP ji ber vê rewşê bi awayekî eşkere balê werdigerîne ser sînorê Sûrî?

Daxwazên azadîyê

Dibe ku em mesajên BDPyîyan jî bi vê wateyê binirxînin. Piştî vê bûyerê ev çalakî rexne kirin, lê piştî çend rojan hîn pirtir li dij derketin. Hevserokê BDPê Gultan Kişanak wisa got: “Hek PKK ev çalakî li dar xistibe, xisareke pir merzin daye Tevgera Azadîya Kurdan.” Parlamenterê BDPê Sirri Sureyya Onder, piştî çend rojên vê bombeya Entabê wisa got: “Rêya ku bi bombeyan vedibe nagîhêje demokrasîyê”. Ev hemû hewldanên BDPê, ji bo sehalkirina civakê bûn?

Piraya Tirkan baş jê bawer dikin ku, ev bûyer ji teref PKKê pêk hatiye, hikûmetê jî tevî ku jê pir bawer nedikir jî, ev yek pejirand. Hek raya giştî bifikirîya ku destê îstixbaratên Sûrî û Îranê di vê bûyerê de heye jî, wê berê hêrs û kîna xwe bida ku derê û kîjan hêzê? Wê êrîşî balyozxaneyên Sûrî û Îranê bikira? Ev der di asteke pir bilind de tên parastin, ne maqûle ku Tirkên ku kontrola xwe wenda kirine, derveyî PKK û sazîyên bi PKK re têkildar in êrîşî derên din bikin.

Û ev yek, çiqas xedar û derveyî qanûnan be jî dikare bê fahmkirin. Dijberîya ku îro civakê ji hev dixe, ne şerê li Sûrî, dîktatorîya li Îranê an pêkanînên dewleta kûr in; sedema vê jihevketinê pirsgirêka Kurdan û şerê di nav PKKê û artêşa Tirkan de ye (pir eşkere ye ku destê dewleta kûr di nav vî şerî de heye, lê ev mijara nivîseke din e). Sedema ku agir dikeve warên malbatên Kurd û Tirkan ev pirsgirêk e. Ev pirsgirêk bû sedem ku PKK ev bîst û heyşt sal in şer dike, ev pirsgirêk pir bi awayekî eşkere li holê ye, lê bi dehan sal in ku bi awayekî veşartî didome.

Agirbest

Bi awayekî xwezayî hikûmet daxwaz dike ku gel sehal bibe. Lê divê em li yên dipeyivîn jî binêrin. Berpirsîyarîya hikûmetê ya sereke evlekarîya gel e, lê nikane vê ewlekarîyê pêk bîne. Hikûmet ji gelê ku li derve û bê parastin hiştiye sehalbûnê daxwaz dike, lê bi axaftinên xwe hikûmet qet bi awayekî sehal tevnagere, em dibînin ku hikûmet di axaftinên xwe de pir êrîşkar e. Ne gava ku PKKê wek berbirsê vê bûyerê sûcdar dike, ne jî di hewldanên ji bo ku aştî li vî welatî pêk bê de.

Piştî bombeya ku li Entabê teqîya, PKKê êrîşên xwe yên li dij hedefên eskerî li başûrê rojhilat domand. Hek min nûçeyên vê hefteyê baş şopandibe, di van êrîşan de şeş esker hatin kuştin. Vê yekê wek “dîyarkirina hêza xwe” bi nav dikin, heta min xwend ku alîgirekî PKKê wisa dibêje; “di vê yekê de pir serkevtî ne”. Min bi xwe, ev hevok nediparast. Min ê “agirbest” tercîh bikira.

Tu tişt bi berpirsîyarîya destpêkirina şidetê çareser nabe; hêzên ku daxwaza aştîyê derxînin pêş kanin rêyên çareserîyê vekin. Lê ne hikûmet û ne jî PKK, ji bo vê çareserîyê xwedîyê heşekî maqûl û bi qawet xwiya dikin. Ez ji bo Tirkîyê digirîm.

1 reply
  1. Serhatcan
    Serhatcan says:

    Cumhurbaşkanı Abdullah Gül, “PKK’nin sicili kabarık, onun yaptığına tereddütümüz yok” diyerek elde veri yokken, düz mantıkla olayı direkt PKK’ya bağladı, Bunu da eklemek lazım…

    Reply

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Discover more from Fréderike Geerdink

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading