Di pêncê sibê de

Hek hun rewşenbîr, sîyasetmedar an çalakvanekî Kurd bin, gava ku hun di seet şeşan de şîyar bibin, hun ê xwe baş his bikin. Hek polîs ji bo girtina we biryar dabe, ew ê di berbanga tarî de, di seet pêncan de li derîyê we xîne. Piştî xwepêşandana ji bo azadîya Serokê PKKê Ocalan ji kontrolê derket û du roj şûnve, di serê sibê de li derîyê sêzdeh ciwanan hat xistin.

Di roja xwepêşandanê de ez jî li Diyarbekirê bûm, li taxa Baxlarê ez bi xortên Kurd re dipeyivîm. Taxa herî feqîr ya bajêr Baxlar e. Artêşê bi stratejîyeke pir xedar, ji bo ku şerê PKKê têkbibe bi hezaran gundên Kurdan şewitandi bûn, kesên ku ji van gundan revîyabûn anuha li Baxlarê rûdinin. Ev kes, di apartmanan de li ser hev dijîn, nisbeta bêkarîyê pir bilind e, hêvîya dahatûyê pir lawaz e.

PKK piştî êrîşa 1984an, her dem di jîyana van ciwanên Kurd de hebû. Ev ciwan di nav şer de mezin bûn. Tabûtên hevalên xwe yên ku şandibûn çîyan dîtin û di seranserê vê pêvajoyê de tu tişt di jîyana wan de nehat guhertin. Hin bertîlên ku hikûmeta Tirk dabû wan, ji bo ku ji dahatûya xwe bi hêvî bin, ne bes bû, têra tu tiştî nedikirin.

Hin ji ciwanên ku ez bi wan re bûm, rûyê xwe veşartibûn. Gava dîtin ku di destê min de kamera heye, ez hişyar kirim ku rûyê wan nekeve ber kamerayê. Ji bo ku ez nebim dijberê van ciwanên keç û law yên pir hêrs bûne û kevir di destê wan de ne, min dxwaza wan pejirand. Ji ber vê yekê fîlmên ku min kişandine ne kêrhatî ne: Kî dixwaze ku fîlmên lingên însanên ku direvin bi kar bîne? Di sarkerê de ji dêvla ava cemidî molotof hebûn, ji ber ku rûyê hin kesan, di vî fîlmê ku vê sarkerê nîşan dide xwiya dibû, ev jî nehat bikaranîn.

Polîs jî fîlm dikişand. Roja din, gava ku BDPê di derbarê şideta dewletê de daxûyanî dida çapemenîyê, min dît ku polîs cardin fîlm dikişîne. Polîs, li van fîlman dinêre, yên ku beşdarî çalakîyan bûne tesbît dike û rojeke din di pêncê sibê de diçe li derîyê wan dixe û wan digire.

Ez avêtina kevir û molotofan dipejirînim? Ya muhîm ne ev e. Ya muhîm ew e ku wek rojnamevanekê ez tiştên dibînim fahm bikim. Ev ciwan, li hember şerdên ku ew, malbat û gelê wan beramber dibin, kanin çi bikin, hêrsa xwe ya li dij van şerdan kanin çawa bînin ziman? Ji bo ku xwepêşandaneke aştî li dar xînin, hemû rê li ber wan tê girtin. Ez pir pê bawer im ku, hek walî bi sedemên gelek beradayî ev xwepêşandan qedexe nekiriba, bi awayekî hêsan ev çalakî wê pêk bihata, qet tu tevlihevî jî dernediket holê. Her kes baş pê zane ku; şaredar, rêvebir, parêzger, rojnamevan û xwendekarên Kurd çawa hatine girtin û hefskirin. Ev ciwanên Kurd (anuha?) hîn ne amade nin ku tev li PKKê bibin. Li dawîyê çi dimîne? Rûyê xwe vedişêrin û hêrsa xwe bi şidetê tînin ziman. Li hember hêza polîsan dibe ku tu şansa wan tunebe, lê bi vî awayî qet nebe bêyî ku rûyê xwe rêbidin, nasnameya xwe dîyar dikin.

Di nav fîlmên ku min kişandibûn de, min beşeke kurt pêde kir. Tenê nîv deqe ye ev beş. Bi qasî ku ez vê beşê serast bikişînim ez nêzîk bûm; ne mumkun e ku tu kes ji dest, ling an çîpên xwe bên teşhîskirin. Hêvî dikim ku, polîsan ew hîn baştir nekişandibin filman û hîn jî serbest bin.

2 replies
  1. Constance v. Dorp
    Constance v. Dorp says:

    Hello Fréderike,
    All I can say is: “yes, this is as it is”.
    These, the stories on your site, are stories that matter !
    Greetings and respect,
    Constance

    Reply
  2. Tarafsız
    Tarafsız says:

    Hala tarafsız bir gazeteci olduğunu mu düşünüyorsun?
    Are you still thinking that you are an independent journalist ?

    Reply

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Discover more from Fréderike Geerdink

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading