“Ji bo ku em li vir perwerde dibin dibe ku derdek bê serê me”

Mizgîn (Müjde) bîst salî ye, û hîn nuh zimanê xwe yê zikmakî hîn dibe. Tevî ku ji zaroktîya xwe de bi Kurmancî dipeyivî jî, hîn nuh di vî temenê xwe de rêzimana xwe, rastnivîsa peyvên zimanê xwe û çîrokên zimanê xwe hîn dibe. Wisa dibêje: “Ez hîn nuh lê hay dibim ku, nêvîyê peyvên ku ez bi kar tînim, ne Kurmancî ne, Tirkî ne.”

Mizgîn

Ez bi Mizgîn re, li çayxaneyeke ku li hember Zanîngeha Artûqlû ya Mêrdînê dipeyivim. Zanîngeh, li ser rêya Amedê ye, avahîyeke nuh e. Gava ku hun dikevin zanîngehê û di dirêncekan re dadikevin jêr, hun li fêrgehên ku navên helbestvan û nivîskarên Kurd yên navdar li wan hatine kirin rast tên; Fêrgeha Melayê Cizîrî, Fêrgeha Ehmedê Xanî û hwd. Li vê zanîngeha dewletê û di van fêrgehan de, xwendekarên lîsans û lîsansa bilind, hînî Kurmancî, Zazakî û Soranî dibin. Heta çend sal berê, ev rewş qet ne diket nav xewn û xeyalan.

Navê vê fakulteyê yê fermî “Zimanên jîndar” e, xwendekarê vê fakulteyê Mizgîn wisa dibêje; “ji bo ku dewlet xwe serbilind bibîne hîn jî tu sedem tuneye. Mafê min ê herî xwezayî ye ku ez zimanê xwe hîn bibim û dewlet her dem li hember vî mafî derketiye. Anuha vî mafê me yê xwezayî dipejirîne.”

Mizgîn, xwendekarekî lîsansê yê hînbûna zimanê xwe ye, ji ber vê yekê jî pir kêfxweş e: “Min xwest ku ez hiqûqê bixwînim, lê pûanê min yê di îmtihana zanîngehê de têr nekir. Paşê gava ku min li xwendegehên ku ez kanibim têkevimê nêrî, ev beşa Kurmancî bala min kişand. Tavilê min qeyda xwe çêkir. Min xwest ku ez alîkarîya gelê xwe bikim, ne ya dewletê. Ji ber vê daxwaza min ev beş pir bi dilê min e. Ez dixwazim di derbarê ziman û dîroka xwe de bibim akademîsyenek.”

Tevî ku Mizgîn pir ji xwe razî û kêfxweş bû jî, ewqasî jî xemgîn bû. “Ez xemgîn û bi taswas im, lewra hikûmet anuha destûrê dide vê fakulteyê lê hîn jî di qanûna esasî ya vê dewletê de xaleke ku perwerdeya bi Kurdî biparêze tuneye. Divê di qanûna esasî de mafên me bên parastin. Gava ku hikûmet ramana xwe biguhere an hikûmeteke din ya ku cuda difikire bibe desthilatdar û van beşan bide girtin wê çi bibe?” Bobelateke mezin wê derkeve holê. Taswas û xwemgînîya Mizgîne ne tenê ji bo fakulteyê ye: “Kî dizane? Dibe ku rojek bê û ji bo ku me ev beş xwendiye serê me têkeve belayê.”

Hemû xwendekarên lîsansê, ji bo ku ji hin pirsgirêkan dûr bimînin û ji xwendekarên pêşerojê re bibin mînak, di destpêka akademîk de biryar dane ku di seranserê perwerdeyê de ew ê tev li tu çalakî û xwepêşandanan nebin: “Têkoşîna Kurdan bû sedem ku em vê perwerdeyê bi dest xînin, lê me biryar da ku ji êdî pê ve em ê tev li tu çalakî û xwepêşandanan nebin û sloganan navêjin. Anuha divê em bi qelem û xebata xwe alîkarîya têkoşîna gelê xwe bikin. Em vî mafî pir girîng dibînin û em hêvî dikin ku em ê ji vî mafî bêpar nemînin.”

0 replies

Leave a Reply

Want to join the discussion?
Feel free to contribute!

Leave a Reply

Discover more from Fréderike Geerdink

Subscribe now to keep reading and get access to the full archive.

Continue reading